pêrspêktîven Rêber Ocalan

Mêr û jinên Rojhilata Navînî ew çend tevlîhev in divê bi awayekî xweser werin analîzkirin. Eger analîzeke malbatê, jinê û mêrê serwer bi qalibên giştî yên sosyolojîk bêne kirin wê gelek bi kêmasî bibe. Aliyên herî hişk û tarî yên rastiya siyasî, îdeolojîk û exlaqî bi jin û mêr têne nîşandan. Nakokiyên di nava malbatê de ji yên di nava dewletê de kêmtir nîn in. Malbat ji saziyeke civakî wêdetir maneya wê heye, mîna “qulika tarî” ya civakan be. Em wexta mijara jinê digirin bin hûrbînê, gengaz dibe ku em drama hemû mirovatiyê bixwînin û bibînin.

 

Em heta di şaristaniya Rojhilata Navîn de malbatê wek modeleke mîkro ya dewletê analîz nekin, wê tehlîleke civakî ya baş kêm bimîne. Eger îro li Rojhilata Navîn pirsgirêka jinê bi qasî ya dewletê giran bûbe, dîsa di binê vê de bi qasî dîrokeke dirêj a dewletê, koletiyeke jinê ya tevlîhev û dirêj radizê. Eger di nexşeyê de sêgoşeya Bermûda jin-malbat-mêr baş neyê destnîşankirin, her keştiya çareseriya civakî ya di ber re biçe wê daqurtîne. Di okyanûsa civakî ya sêgoşeya Bermûda de li Rojhilata Navîn dewleta mîkro malbat e. Wexta hiyarerşî û dewlet mezin dibin, ji sedî sed projeksiyonên xwe di nav malbatê de nîşan didin. Dewlet û hiyarerşiya di nava malbatê de xwe nebîne, şensê wê yê jiyanê xurt nîn e û nikare hebûna xwe dewam bike. Di şaristaniya Rojhilata Navîn de ev dualîte pir bi hostayî tê hûnandin û tu car nayê îhmalkirin.

Divê mirov jinê wek cins, nifş û çîneke ku ji mêj ve hatiye dîlkirin bigire dest û hindik be jî di warê sosyolîk de analîz bike. Ji lewra bi kurtî be jî divê em kurtedîroka koletiya jinê bihûnin û li ser rawestin. Naxwe em ê nikaribin baş li malbat û mêr yanî ji aliyekî din ve li dewlet û civakê serwext bibin. Ji ber ku me di beşê berê de hewl dabû jinê tarîf bikin, ez ê dubare nekim. Lê dîsa jî em ji bîr nekin ku di hin nirxandinan de jin di nava civakê de ji aliyê biyolojîk ve wek cinseke kêm û bi qusûr tê dîtin, ev bi temamî îdeolojîk e,-hûnandineke fikrî ya mêrê serwer e- divê ev nirxandin ji nedîtî ve neyê. Ji ber ku bi awayekî ilmî jî îspat bûye ku jin wek hebûneke biyolojîk û civakî hînê bi qabîliyet e.

Navenda çanda malbat-dayikê Rojhilata Navîn e. Li gorî agahiyên ilmî yên di dest de hene, ev çand B.Z. ji salên 15000’an pêve diberide û pêş dikeve. Li qûntarên hundur ên rêzeçiyayên Toros-Zagros hebûna heywan û nebatan, ji bo kedîkirin û malbatê derfet û îmkan didin. Ax û bahewaya herêmê, celebên tene û hubûbat, heywanên mîna pez û bizinan di vê pêvajoyê de rol dilîzin.

Li Rojhilata Navîn mezinbûna pirsgirêkên malbata îro, bi qasî pirsgirêkên di nava dewletê de girîng in. Zordestiya ji du milan ve tê, pirsgirêkê dijwartir dike. Şêwazê civaka dewletê û bavikanî ku ji mêj ve tên, û qalibên hemdem ên şaristaniya Rojava nabin sentezek, berovajî mijarê dikin girêkeke kor. Pirsgirêkên ku di nav dewletê de hatine afirandin û li hev hatine gerandin, di nav malbatê de hînê zêdetir germole bûne. Malbatên pirzewac û pirzarok ji aliyê aborî ve nikarin debara xwe bikin. Zarokên mezin dibin û şêniyên ciwanan ên zêde dibin, bê kar in û ev jî malbatê bê kêr dike. Malbata ku li gorî dewlet û aboriyê hatiye eyarkirin, ji her du aliyan ve jî nikare bimeşe û di heriyê de bist bûye; çikiyaye. Ne malbata şêwazê wê Rojavayî, ne jî malbata şêwazê wê Rojhilatî dikare bijî. Di van şert û mercan de malbat dejenere dibe. Tevî ku hemû benên civakî vedirşin jî malbat hînê jî li ber xwe dide. Ji ber ku di warê civakî de malbat sitara bi tenê ye. Ji sedî sed divê mirov malbatê piçûk nebîne. Rexneyên em dikin, malbatê ji kokê ve red nakin, em hewl didin ji nû ve mane bidinê û destnîşan dikin ku hewce ye ji nû ve bi awayekî têkûz were avakirin.

Berdewam dike...