JI HEMÛ JINAN, GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK RE

     Me Duyemîn Kongreya xwe ya KJARê, bi şîara; ‘ BI RÊBERTIYA AZAD LI ROJHILAT  ŞOREŞA JINÊ PÊK BÎNIN’ û bi beşdariya delegeyên ku ji hemû qadên me yên xebatê hatine li dar xist. Ev Kongreya me di şexsê hevalên ku şehît ketine, Ş. Bêrîvan Hêja û Ş. Zîlan Serdeşt de, ji bo hemû şehîdên înşayê re hatiye diyarî kirin. Em girêdayîn, hezkirin û hurmeta xwe ya kur pêşkêşî Rêber APO dikin ku ji bo têkoşîna azadiya jinê weke bîrdozî, teorîk, polîtîk û pratîkê de kedeke bêhempa dide û rêhevalê azadiya jinê ye. Her wiha em vê kongreya xwe ya KJARê ji Rêbertiya xwe re, ji hemû jinên Kurd ên berxwedêr re, ji hemû jinan re, ji gelê xwe û ji gelan re û ji hemû pêkhateya me ya kadro re pîroz dikin. Her wiha em şoreşa jinê ya ku li Rojava destpêkir, têkoşîna me ya berxwedaniya rêveberiya cewherî ya ku li Bakûr pêş ket û li ser vî bingehî têkoşîna jin û gelan a demokrasî, azadî û sosyalîzmê ku pêl bi pêl berfireh dibe, slav dikin.

Kongreya me pêşketinên demê ku di vê pêvajoyê de him li herêm û him jî li Kurdistanê, em weke pêşketinên dîrokî jiyan dikin nirxandiye. Kongre dest nîşan kiriye ku têkoşîna me ya azadiyê li ser bingehê hêza cewherî-îradeya cewherî, bi rêgeza rêveberiya cewherî gihîştiye ew qonaxa ku çareseriya xwe pêş bixîne. Kongreya me bi awayekî xwirt karakterê serdema ku em jê derbas dibin jî nirxandiye û tespît kiriye ku raman û pergala serweriya zilam hilweşiyaye û di heman demê de derbasbûna pêvajoyeke demkî ya serdema civakîbûyînê ya bi azadiya jinê destpêkiriye. Li ser vê bingehê kongreya me, têkoşîna me ya azadiyê ku bi pêşengtiya Rêber APO ve tê meşandin, bi bingeha netewa demokratîk li ser navê civakê, li ser navê jinê, dest nîşan kiriye ku înşaya jiyana hevbeş, ji her demî bêtir xwedî derfetên jiyanîkirin û bi serxistinê ye.  

Nîqaşên ku derbarê azadî, ewlehî û tenduristiya Rêber APO de pêş ketine, bûye rojevek ji rojevên herî esasî ya kongreya me. Di salvegera  Pilangeriya 9 Cotmehê ya nawnetevî li hemû hêzên pilanger, hate lenet û şermezar kirin, bingeha felsefa jiyan û azadiya Rêber APO de bi biryara rastiya kadroyek cewherî derxistina holê hatiye girtin. Kongra me ji bo hevaltiya kem rexne dayinek bi cewherî pêşxistiye, her wiha azadiya Rêber APO xistiye navenda hemû xebatên xwe. Kongre tespît kiriye ku azadiya Rêber APO, bi serxistina înşaya netewa demokratîk pêkane û ji bo dahatuyeke azad a Rêbertî, jinan û gelan, diyar kiriye ku erkê herî bingehîn ê KJARê, înşaya civaka demokratîk e.    

Di destgirtina pirsgirêkên civakî de kongreya me herî zêde li ser çareseriyê lêhûrbûye. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê rewşa ku jin tê de ne, êrîş û bi ser de hatinên dewleta Îranê yên ku li hemberî jinê pêş dixe bi pir hêlî ve hatine destgirtin û nirxandin. Li gorî vê Kongreya me tespît kiriye ku ji wan cihên ku terora zilam di zîrweyê de tê jiyan kirin yek jî Îran e. Li ser bingehê perspektîfa netewa demokratîk, li hemberî polîtîkayên qirkirina jinê-qirkirina civakê yên dewleta Îranê têkoşînkirin, her wiha li ser esasê rêveberiya cewherî, pêşxistina pergaleke mayînde, kongreya me ji bo xwe weke ji erkên herî bingehîn diyar kiriye. 

Kongreya me tespît kiriye ku serxistina înşaya civakî, bi pêşxistina nasnameya jina azad pêkane û li gorî vê diyardeyê jî derbarê pêşxistina nasnameya jina azad asteke grîng a nîqaşê pêş xistiye. Pergala netewa demokratîk di cewherê xwe de pergaleke jinê ye. Nasnameya jina azad jî encax bi înşaya civakî mumkine. Li gorî vê yekê, li ser bingehê perspektîfa netewa demokratîk, derbarê înşaya zîhnî, pergalîbûyîn û civakîbûyînê de kongreya me biryardarî û plansaziyeke grîng derxistiye holê.

Civakîkirina îdeolojiya azadiya jinê û li ser vê bingehê kongreya me pêkanîna têgîhîştina jinê, ronakbûyîn û rêxistinkirina jinê xistiye rojeva xwe û li ser vî esasî derbarê xebatên jineolojiyê de nîqaşên berfireh pêşxistiye. Li ser bingehê civakîkirin û bi nirxên hemdemê re pêkanîna dîdara nirxên azadiya civakî û dîroka jinên ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranî, pêşxistina jîneolojiyê ku zanista jinê ye, kongreya me plan kiriye. Jîneolojê wê bi her alî ve hebûna jinê bigîhîne pênaseyeke zanistî, her wiha wê hemû pêkhateyên zanistê yên dîrok, civak, xweza û gerdûnê ji analîz û rexneyeke berfireh û bi pergal derbas bike û li hemberî zanista zayendperest wê zanista jinê ya alternatîf pêk bîne.       

Têkîliyên di navbera cins û nav malbatê di serî de, derbarê hemû têliliyên civakî û qada jiyanê de pirsgirêkên ku jin jiyan dikin, kongreya me bi berfirehî nirxandiye û li ser vî bingehî perspektîfeke xwirt a têkoşanê pêş xistiye. Li ser bingehê îdeolojiya azadiya jinê bi veguherîna jina kevneşop û zilamê serwer, pêşxistina asta azadiya civakî, her wiha ji bo demokratîk û azadkirina têkîliyên di navbera cins û nav malbatê, bi radîkalî civakîkirina têkoşana cins, rojeveke esasî ya kongreya me bûye ku li ser hatiye sekinandin. Li ser esasê perspektîfa hevjiyana azad , pêşxistina jiyan û bihevrebûneke wekhev û azad, kongreya me sedemeke bingehîn a têkoşîn û jiyanê hesibandiye.   

     Kongre, feraset û polîtîkayên cînsiyetperest ên di qada çapemenî û ragihandinê de hene nîqaş kiriye. Bi danasîna têkoşîn, dîrok û nirxên jinê yên demokratîk û azadiyê, di qada çapemeniyê de pêkanîna hevgirtina jinê û her wiha li ser bingehê nasnameya jina azad biryara pêşxistina çapemenî, weşan û ragihandina alternatîf girtiye, li ser vî esasî projeyên grîng pêş xistiye.

Jinên ciwan di serî de li dijî hemû ciwan û zarokan, pêşxistina polîtîkayên madeyên hişber, ajankirin, fûhûş û pornoyê ku dewleta Îranê pêk tîne, li ser grîngiya parastina çalak a ciwan û jinan hatiye sekinandin ku him xwe û him jî civakê biparêzin. Li hemberî polîtîkayên bi vî rengî yên dewleta Îranê ku xira dike, bê îrade û bê nasname dihêle, li ser esasê têgihiştina cewherî û îradeya cewherî pêşxistina rêxistinbûyîna cewherî ya ciwanan kongreya me gîhîştiye biryarê. Li ser vî esasî bêtir eleqederbûna bi ciwan û zarokan re, perwerdekirin û rêxistinkirin, bûye mijarek ku kongre li ser sekiniye. Li ser bingehê têkoşana bi şêweyê jiyana dewleta Îranê ku azadiyê û kesayet dikûje, ji bo pêşxistina kesayetê azad gihîştiye biryaran û projeyan pêş xistiye.     

Kongreya me li hemberî pêşketinên sotîner ku li herêmê û Kurdistanê diqewimin û şer û qetlîamên berdewam dikin, rêxistinbûyîna parastina cewherî ya jinê, weke pêwistiyekê bingehîn dest girtiye. Li hemberî kiryar û êrîşên li dijî jinan ên ku dewleta Îranê weke darvekirin, recm, girtin, rijandina asîtê, îşkence û hwd pêk tîne, her wiha li hemberî çewisandin û êrîşên cîsiyetperestiya civakî ya li dijî jinê, bi dest xistina rêxistinbûyîn û têgîhiştina xwe parastina cewherî ya jinan ji erkên me yê herî acîl e. Kongreya me ji bo deşîfrekirina êriş û polîtîkayên tecawuz, fûhûş, ajankirin, madeyên hişber û hwd. yên li dijî jinê, di bergeha parastina cewherî de pêşxistina têkoşînê, kongreya me weke ji erkên xwe yê bingehîn diyar dike. Bi destpêkirina ji xwecihiyê, bi berfirehî pêşxistina parastina cewherî kongre gîhîştiye plansaziyan.      

Kongreya me qada aboriyê de jî ku hêmaneke netewa demokratîk e, ji bo jinê weke pêdiviyeke bingehîn girtiye dest û li ser vî esasî gîhiştiye hin biryarên gelekî grîng. Li hemberî polîtîkayên dewleta Îranê ku keda jinê xesip dike, dimête, bi pêşxistina bêkarî û hejariyê sektora fûhûşê li ser vî zemînî bi rêve dibe, nirxê nade keda jinê, bê nirx dihêle û li ser vî bingehî ked û nirxê zilamî dike, li ser bingehê feraseta aboriya civakî û rêxistinbûyînê, biryara pêşxistina têkoşînê girtiye. Kongreya me li ser bingeha vê biryardariyê, ji bo pêşxistina aboriyeke komunal, perwerde di serî de pêşxistina xebatên rêxistinkirinê, di nav plansaziya kongreyê de cîh daye.      

Kongreya me baweriyê weke pêkhateya exlaqî ya bingehîn nirxandiye, balê kişandiye li ser pêwistiya parastin û jiyanîkirina hemû baweriyan. Rojhilatê Kurdistanê û Îran mozaîkeke dîn, mezheb û baweriyan e. Xwedî rabirdu û mîrateyeke çandî ya hevpar e. Li gorî vê wateyê him di hêla mekan û him jî di hêla zeman de, weke çand di nav hevdû de cîh girtinek heye. Pergala serwere ku di navbera dîn û baweriyan de nakokî diafrine, li hemberî hev derdixe, her çend parçe û ji hev bixe ew çend dikare bimête û bi rêve bibe. Dewleta Îranê, bi pêşxistina polîtîka û kiryarên dînperestî û mezhepgîrî, di navbera dîn û mezheban de bi zanebûn nakokî û pevçûnan diafrîne.  Di serî de Yaresanî ku şaneya kok a baweriya Kurd e, li hemberî polîtîkayên dewleta Îranê ku bi tevahî dîn û baweriyan tune dihesibîne, yên li derveyî xwe dihêle, dimêtîne, li hemberî hev derdixîne, li ser bingehê perspektîfa netew demokratîk pêşxistina têkoşîn û rêxistinbûyîna alternatîf, kongreya me gîhîştiye biryarê.        

Kongreya me derbarê qada hiqûqê de asteke grîng a nîqaşê pêş xistiye, ji bo bihurandina pêkhateya cînsiyetperest a hiqûqê, biryardarî û plansaziyeke xwirt a têkoşanê pêş xistiye. Di qada hiqûqê de pêşxistina yasayên parastina cewherî û ji bo birêxistinbûyîn û encamgîriya têkoşîna jinê ya ji bo maf, di qada hiqûqê de pêdiviya birêxistinbûyînê di rojeva kongreya me de cîhê xwe girtiye. Him ji bo bidestxistina mafên jinê û hi jî ji bo parastina mafên bidestkeftî, pediviya me bi rêxistinên bi vî rengî re heye. Ji bo guhertina pêkhateya makezagona Îranê ya cînsiyetperest, dewletgir û deshilatdar, bi qasî li ser bingehê siyaseta demokratîk çareseriya pirsgirêka Kurd, misogerkirina mafên jinê bi awayê makezagonî, di qada hiqûqê de jî pêşxistina têkoşanê bi şêwazê rêxistinkirî û radîkal kongreya me biryar girtiye. 

Kongreya me hevgirtina jinê, yekgirtin û hevpariya jinê, ji bo têkoşana azadiya jinê weke pêdiviya herî bingehîn û pêwistiyê girtiye dest. Li ser bingehê siyaseta demokratîk, ji bo pêkanîna hevkariya jinê, bi jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranî re yekgirtin, hevgirtin û hevpariya jinê, kongreya me weke feraseta herî bingehîn girtiye dest û li gorî vê jî li ser  sekiniye ku KJAR xebatên xwe yê dîplomasiyê bispêre civakê, rêxistinbûyîna xwecihî esas bigre û li ser vî esasî aşîtî û biratiya civakî pêk bîne. Kongreya me biryar girtiye ku li ser esasê perspektîfa netewa demokratîk, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û di qada navnetewî de bi tevger, rêxistin û kesên antî kapîtalîst, antî faşîst û antî deshilatdar re îttîfaqan pêş bixîne, li hemberî deshilatdariya zilam û modernîteya kapîtalîst ku nasîna wê ya şênber e, pêşxistina têkoşîneke hevpar û li ser vî esasî jî yekgirtin, hevgirtin û hevpariya jinê pêk bîne.         

Polîtîkayên qirkirina xwezayê ku dewleta Îranê li kêleka polîtîkayên qirkirina civakê birêve dibe, di rojeva kongreya me de cîh girtiye, derbarê vê rojevê de asteke grîng a nîqaşê pêş ketiye. Li Kurdistanê bi şewitandinê tunekirina daristanan, bi avakirina bend û bendavan rê ji pêkanîna qetlîama xwezayê re vekirin, her wiha qedandina çavkaniyên jêrerd û jorerda Kurdistanê ku xwedî cografyayeke gelekî dewlemende, dîsa hewildana ji holê rakirina dîrok û nirxên Kurd ku dewleta Îranê li ser esasê qirkirin û tunekirina ekolojiyê pêş dixîne, di kongreya me de hatiye diyarkirin ku ji sedemên me yên herî bingehîn ê têkoşînê ye. Li ser esasê rêxistinbûyîn û têgîhiştina ekolojîk, bi tevger û saziyên bi vî rengî re ku li Kurdistanê û Îranê hene, di nav hevgirtineke xwirt de ji bo pêşxistina ekolojiyeke civakî, proje hatine pêşxistin.        

Rewşa girtiyên siyasî ku li Îranê pêrgî her cure îşkence, êriş û bi ser de hatinan de dimînin, kongreya me girtiye dest û nirxandiye. Li hemberî polîtîkayên çewisandin û teslîmgirtinê yên ku li zindanan hene, di serî de hevala Zeynep Celaliyan, berxwedana hemû jinên girtî yên berxwedêr hatiye slavkirin û biryar hatiye girtin ku ev berxwedan bi berzkirin were civakîkirin. Rewşa hevala Zeynep Celaliyan ku her çend ev demeke dirêje di qadên netewî û navnetewî de bûbe rojev jî, dewleta Îranê hemû hewildanan bê encam hêştiye. Bi polîtîkayên şerên taybet ê nû, hewil daye bê rojeva avabûyî paşve bikşîne û bêbandor bihêle. Kongreya me biryar girtiye ku van polîtîkayên xeternak ê dewleta Îranê di qadên netewî û navnetewî de deşîfre bike, her wiha bi pêşxistina têkoşîneke hevpar bi sazî û damû dezgehên mafên mirov re, bi rojev kirina rewşa hemû girtiyên jin ên siyasî têkoşînê berz bike.       

Kongreya me, Şoreşa Jinê ya Rojava di serî de, li Bakûr çalakiyên ku ji bo xwedî derketina berxwedaniya înşaya rêveberiya cewherî û li dijî polîtîkayên tecrît û îzolasyona ku li hemberî Rêber APO tên pêşxistin, her wiha li hemberî êrişa ku li ser Ferînaz Xosrewanî pêş ketiye, gelê me yê Mehabad di serî de, çalakiyên ku li Kurdistanê û li derveyî welêt pêşketin, dîsa piştî darvekirina Reyhan Cabbarî çalakiyên berxwedêr ên ku jinan û gelan li dijî darvekirinê pêk anîn, dîsa çalakiyên ku jinan li dijî pêkanîn û polîtîkayên cînsiyetperest ku li dijî jinê di qadên perwerde, siyasî, aborî, spor, hereket, cil û berg tên pêkanîn slav kiriye.  Li ser esasê siyaseta demokratîk, di qada civakî de biryardariya pêşxistina çalakiyên berfireh, radîkal û rêxistinî, di kongreyê de plansazî pêş ketine.

Duyemîn kongreya me ya KJARê ku bi rênîşan û ronakkirina şehîdên me hatiye li dar xistin, hemû rêhevalên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, di tevahiya dîroka bêhempa ya têkoşîna me ya azadiyê de  şehît ketine bibîr aniye, soza serkeftinê li hemberî rastiya şehîdan nû kiriye. Di plansaziya kongreya  me de xebatên derxistina portre û albumên hemû hevalên jin ê şehîd cîh girtiye. Di şexsê heval Şîrîn Elemhûlî û Leyla Qasim de, ji bo bibîranîna hemû jinên ku hatine darvekirin, her sal 9ê Gulanê li Kurdistanê, Îran û di qadên li derveyî welêt, biryara çalakiyên bibîranînê hatiye girtin. Her wiha hefteya di navbera 9 û 13ê Gulanê weke hefteya; ‘ LI DIJÎ DARVEKIRINÊ HEFTEYA TÊKOŞAN Û BERXWEDANÊ’ hatiye pênasekirin, biryar hatiye girtin ku di vê heftiyê de çakakiyên bi bandor werin li dar xistin.     

Duyemîn kongreya me ya KJARê, derbarê azadiya jinê û demokratîkirina civakê de nîqaş, biryar û plansaziyên grîng pêş xistiye, hevpeymaniya KJARê ji nû  ve girtiye dest û rêvebiriya KJARê ya ku ji 12 kesan pêk tê hilbijartiye. Bi rastiya kadrobûyîna cewherî li ser esasê bi serkeftî bi ser de çûyîna erkên xwe yê demê, em careke din ji bo hemû jinan, gelê me, ji gelan re û pêkhateya me ya kadro re kongreya me pîroz dikin û em soza xwe ya bi jina azad re bi serkeftî pêkanîna înşaya netewa demokratîk nû dikin.  

 SLAV Û RÊZÊN ŞOREŞGERÎ

KONSEYA RÊVEBIRIYA KJAR

15/10/2016