9’ê cotmehê sala 1998 despêkirina komploya  navnetewî ye. Di serî de 20 saliya salvegera despêkirina komploya  navnetewî em vek KJAR şermezar dikin. Dewletên di nav vê komployê de cih girtine û yên hevkarî kirine şermezar dikin. Ji bo azadiya Serokatî em her bitêkoşînin. Ev komploya hatiye kirin wek rûrêşiya li hemberî mirovahî bi nav dikin. Ji ber ku Rêber Apo têkoşîneke mirovahiyê dide ev komplo jî li dijî mirovahiyê ye. Di heman demê de em vê komployê wek mudaxaleyek li hemberî çanda gelên Rojhilata Navîn û taybet li hemberî gelê Kurd hatiye kirin dibînin. Ji ber ku Serok Apo têkoşînek rojhilatî û Kurdistanî dide ev komplo jî li dijî çanda Rojhilata Navîn û gelên wê ye.

Di sedsaliya 21. de sîstema hogemonîk a desthilatdar krîzen mezin jiyan dike. Di heman demê de netew dewletên ku dixwazin bibin hêzên hegemonîk jî krîzan jiyan dikin. Şerekî dijwar li hemberî hev dimeşînin. Lê  bi şeklekî dixwazin wan krîzan jî derbas bikin. Di nav xwe de şerekî hegemonîk didin, dixwazin bibin  hêzên herî xurt. Ji bo wê di nav lêgerînan de ne. Lê ev lêgerîn ne di wateya sîstemek demokratîk û jiyaneke azad û wekhev ava bikin de ye. Dixwazin sîstema heyî li gorî berjewendiyên xwe nû bikin. Nexwe li dijî sîstemek nû ne. Ev krîz û şerên ku sîstema hegemonîk û netew dewlet jiyan dikin rojane bandora xwe bi her awayî li jiyana civakê dike. Di civakê de aciziyên cur be cur derxîne. Ev ji bo tevgerên alternatîf dibe zemîn. Yanî ev sedsal hem sedsaleke ku sîstemên hogemonîk krîzan jiyan dikin, him jî civak krîzan jiyan dike. Sîstem û civak dixwazin van krîzan derbas bikin. Ev krîzên dualî di heman demê de lêgerînan pêş dixe. Meyla lêgerînên deshilatdarê hegemonîk sîstema heyî bi reforman nûkirin, meyla civak û tevgerên alternatîf jî sîstemek demoratîk avakirin e. Di wan lêgerînan de aliyê ku krîzan jiyan dike kîjan xwedî alternatîf  be û xwe bi rêxistin kiribe, ew ê bibe xwedî hêz, ew ê bibe hêvî! Serokatî û tevgera azadiyê  ji bo gelan bûn hêz û hêvî. Ev jî di hêzên desthilatdar da tirs çêkir. Ji bo vê jî êrîşî Serokatî kirin. Ji bo fikir û ramanên Serokatî di nav gelan de şênber nebe hêz û hêvî, komployeke navnetewî pêk anîn.

Ev geşedanên îdeolojîk û siyasî bingeha komployê çêkirin. Gelek hêzên ku teqez nedihatin gel hev, hatin gel hev, îtîfaq kirin ku komploya navnetewî pêk anîn. Serokatî ev komplo û hêzên tê de cih girtine berfireh nirxand. Armancên wan û hedefên wan teşhîr kir û got, min ev komplo vala derxist.

Bi destpêkirina komployê û heta roja ku komplo pêk hat gelê me yî Rojhilatê Kurdistanê bi taybet jî jinên Rojhilatê Kurdistanê li dora Serokatî û komploya pêk hat, bûn xelekek ji agir. Bi pêşengtiya jinên Kurd wek lehiyê derketin kolanan û ji bo Serokatî kirin qêrîn, komplo şermezar kirin. Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê serhildan çêbûn.  Li Mahabat, Kirmaşan,Bane,Sinê, Bokan, Sakiz,Merîwan û whd rabun ser piya.Ruxmê êrîşên pir giran li ser gelê me çêbû jî lê dîsa jî gel li Serokatiya xwe xwedî derket. Hin jî lê xwedî derdikeve.

Belê Serokatî komplo vala derxist û komploger teşhîr kirin. Armanc û hedefên wan têk bir. Lê Serokatî hê jî dîl girtiye. Dewleta Tirkiye  ku ji nirxe mirovahiyê tiştek negirtiye li ser Serokatî tecrîtê pêk tîne. Qaşo xwe wek dewleteke demokrasî û hiqûqî bi nav dike. Lê ev tecrîta li ser Serokatî dimeşîne binpêkirina demokrasî û hiqûqê ye. Bi vê tecrîdê sûce mirovahiyê dikin. Wê rojekê mirovahî û gelê Kurd wan bidarizîne. Dîsa di dîlgirtina Serokatî û tecrîta li ser Serokatî tê meşandin de saziyên mafên mirovan ê navnetewî  hevpar û alîkar in. Yekîtiya Ewrûpa, CPT, DMME û NATO hevkariyê bi Tirkiyê re dikin. Qaşo xwe parazvanê mafên mirovan nîşan didin. Lê di helwesta ku li hember Serokatiya me nîşan didin de diyar dibe ku ne wisa ye. Li gor berjewendiyên xwe tevdigerin.  Ev tecrîta li ser Serokatî tê meşandin wek bêdengî pênasekirin bêguman tespîteke kêm e. Ji ber di biryar û pêkanîna  tecrîdê de ev hêz jî cih digrin. Ew pêkanîna li ser Serokatî tê kirin di heman demê de li hemberi gelê Kurd, jinên Kurd û mirovahiyê tê kirin.

Di encam de divê em wek jinên Kurd dîlgirtina Serokatî bi tu rengî qebûl nekin. Di her kêliyê de ji bo azadiya Serokatî rabin ser piyan.Bi pêşengtiya jina divê gelêmeyî Rojhilat tecrîta li ser Serokatî perçe bikin.Bi ruhêkî  berxweder  derkevin kolana u serhildana pêş bixin.Heta  Rêber Apo azad ne dev ji kolana bernedin. Ji ber ku dîlgirtina Serokatî dîlgirtina me ye, azadiya Serokatî azadiya me ye. Dîsa hezên ku destên wan di nav komployê de heye û yên hevkarî kirine em bi tundî şermezar û rûreş dikin.

Kordînasyona KJAR’ ê

9.10.2018