TİRSA AKP

Despêk1398/2/18

Di dîrokê de her tim li hemberê dagirkeriyê, berxwedêriya mirovatiyê jî çêbûye. Di roja me ya îro de jî li hember dagirkeriya ku dixwaze gelê Kurd tune bike berxwedaniyek mezin pêk tê.

JI BO RAYA GIŞTÎ

Despêk1398/2/5

Dayîk di dil û mêjiyê her mirovî de xwedî cihekî taybet e. Di tevahî civak, çand, bawerî û olan de dayîk nirxên herî pîroz in. Mafê dayîkê di olan de bi taybetî tên diyarkirin. Li gor wê rêz, hezkirin û hurmet ji dayîkan re tê dayîn.

DÎMENEK

Despêk1398/1/10

Her kêlî di nava pêlên şevêde Dema li pey pênûsê digere
Cejna newrozê, cejna berxwedan, serhildan û yekîtîye û di dîroka kurdistanê de xwedî girîngîye. Di serî de em wê cejnê li mîmarê azadiyê Rêber APO, hemû gelê kurd û mirovahiyê pîroz dikin. dîsa di şexsê jina têkoşer û pêşeng de Lêyla guven û hemû rêhevalên ku bûne şopdarê wê sekna berxwedêrin û hemû girtîyên sîyasîyê jin wek zeyneb celalîyan kû ruxmê hemû zextê rejîma îranê tu car teslîmîyet nepejirand pîroz dikin.her wiha wê rojê li hemû dayîkên şehîdan û dayîkên aşîtiyê jî pîroz dikin, di heman demê hemû rêhevalên ku di rêka jiyanek azad û demokratik de jiyana xwe ji dest dane em bi bîrtînin û bejna xwe li beramberî wan ditevînin...
Bi zanebûna ku em di pêvajoyeke pir giran re derbas dibin em vê nameya ji te re dinvîsin. Bi taybetî em dikevin saleke din a Komploya Navnetewî. Em di pêvajoyeke li gor giraniya Komployê re derbas dibin. Di vê dema giran de we jî xwest vê demê baştir bixwînin û bersiveke rast bidinê. Bi sedan rêhevalên me, bi dirûşma “Hûn nikarin Roja me tarî bikin!” bedenên xwe veguherandin parçeyek ji agir û rêya azadiyê ronî kirin