Xwedawenda Azadiyê

Despêk1398/10/17

Ew berdewamiya wê helqeya xwedawendiyê ye

Ew berdewamiya wê helqeya xwedawendiyê ye.

Ne yek, ne du bi hezaran destan xemiland.

Wê şer kir jiyan û îsyankir.

Wekî navê xwe keça Apo û xwedawenda jiyanê ye.

Rêwiya rêhevaltî û pepuleya azadiyê ye.

Eşqa jiyan û dildara pakiyê ye.

Wê xwe gihand rastiya jiyanê.

Ji bo wê famkir û jiyan kir.

Ew netenê jiyaneke, ew nasname û dîroke.

Çawa di çiyayên Dersimê de Besêyan bi çil hurî û periyan re bûn bukên axretê.

Heman keçên Zagrosan ku îro xêz dikin heqîqeta jiyanê.

Ma ne ewin heval û dildarê Sakîneyan.

Ji bo wê îro bi hezaran keç şîn didin di nava xaka Mezopotamya de.

Ewin neviyê Înnana û Îştaran.

Ewin şervanê heqîqetê.

Îro ew bûye  xwedawenda çiyayên Zagrosan.

Ji bo wê got: ‘’jiyana herî bedew û qenc bi erdemyetê xwe gihandina wateya azadiyê ye.’’

Ew bû evîndara zarokê welatê xwe.

 Wê navenda jiyana xwe bi evîna çiyan xemiland.

 

                                                                            Dîcle Amara Maku