Berwar Avent

Hêzên dagirker her dayîm ji bo desthilatdariya xwe li ser gel bisepînin û qet ji dest nedin her tim serî li tundiyê didin û wiha jî qaşo bi bizamreke din textê xwe qahîm dikin. Lê belê erdhejê dest pê kiriye û ne mix û çekûç, ne jî mîrkût dikare pêşiya hilweşîna pergala berê û avabûna pergala nû bigre. Lê rejîmên herêmê yên statukoparêz ruxmî ku hemû bîna û avahiyên wan li ber çavan wêran dibin û li ber sikratê ne, dîsa jî bi hêza xwe ya herî dawî dixwazin bi ser gelê Kurd de bên, da ku piçek din nefes bistînin. Elbet ev jî sedemên xwe hene, ji ber gelê Kurd îro rola mifteya guhertinan dilîze. Hema mirov dikare bêje ku çareseriya herî rast û meqûl di destê Kurdan de ye û statukuparzên herêmê jî baş ji vê yekê agah in. Lewre wiha harbûyî êrîş dikin.

 Herçend divê were gotin ku pergala Xweseriyê demeke ku di rojeva gelê Kurd de ye û di vî alî de pir nîqaş pêşketin û pêngavên pratîkî hatin avêtin. Gelê Kurd jî bi coşekî mezin ev biryare pêşwazî kir. Şahî hîna jî berdewam dikin. Xweseriya Demokratîk tê wateya diyarkirina huquqa xwe bi saziya dewletê û bê ku dest bide sînorên fermî yên heyî, avakirina rêvebirî û pergalekî civakî ya xweser e. Ev di gelemperî de tê vê wateyê ku gelê Kurd di her milî de û di her qadê de wê rêvebirina kar û pêwîstiyên xwe bixwe pêk bîne û nema bendewarê hêzekî li derve  bimîne. Bi taybet jî li dijî hemû cure polîtîkayên mêtîngehkirin û perçiqandinê wê bikare hem xwe biparêze, hem jî bibe xwedî alternatîf. Ango her cure derfet û îmkan dikeve destên gel de. Hêzên dagirker û bloka serdest, kapîtalên global jî nikarin mîna berê hema Kurdistanê bikin qada goglîstinê û Kurdan jî wek goga li ber lingan, bihesibînin. Em dikarin hin mînakên sade jî bidin; gelê Kurd li her bajêr, gund û taxa ku dijî bi rêxistinkirinekî xurt û sazkirina komîte û meclîsên xwe wê hem pêwîstiyên xwe tesbît bike, biryarên hewce bide, hem jî bixwe pêk bîne. Ango rêxistina heyî wê tenê hewcehiyan tesbît û teleb neke, bixwe wê merciya pêkanînê jî be. Ev jî tê wateya bicihbûna pergala xweser. Heke li cihekê pêwîstiyek hebe di heman demê de dikare li herêma din ew tişt bê temamkirin. Heke li şûnekê li ser yekê zordestî hebe, wê helwesta demokratîk raber bike. Dikare mînak hîna bêne berfirehkirin. Lê belê divê bê zanîn ku wê avakirina pergala demokratîk a xweser ewqa jî hêsan nebe. Di serî de divê di derbarê naverok, heta bêje û têgehê bixwe de zanebûn pêş bikeve. Ango hişmendiya wê baş bi cih bibe. Ji bo vê jî şoreşa wîjdan, hişmendî, ekolojî, demokratîk û azadiya zayendî pêwîst e. Li dijî feraset û nêrînên hişmendiya desthilatdar a zilamsalar her kêlî têkoşîn bê meşandin.

Paşê jî divê ji bîr neçe ku rejîmên heyî, her wiha hişmendiya serwer wê ji bo pêşîgirtina avabûna xweseriya demokratîk pir keleman deynin. Ji ber ji destçûna gelê Kurd tê wateya wendabûna hemû çavkaniya aborî ya Kurdistanê. Her wiha ev wê şiyarbûna gelên din jî bi xwe re bîne û ev yek ne tenê hêzên herêmê, ya herî girîng hêzên emperyal elaqedar dike. lewma divê bi qasî coşa ku îro em dijîn, ewqa jî şiyarbûn û amadekariya me ji bo pêvajoyekî nû û zehmet hebe.

Nexasim êrîşên dijwar ku îro rejîma faşîst a Tirkiyê di warê leşkerî û siyasî de li ser gelê Kurd li Bakur û gelê Efrînê dimeşîne ku gelê Efrînê girêdanbûna xwe ya bi azadî û tevera azadiyê bi taybet gihiştina asta ronahiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ku pêşkêşî hemû gelên bindest kirî de berê xwe dan berxwedan û di azadiyê de israr kirin bû encama tirsa dewleta Tirk ji Xweseriya Demokratîk.

Wekî ku tê ditin  yanî mirov dikare şênber bêje ku hêzên desthilatdar ew bîra ku bi xwe kulandine hêdî hêdî dikevinê û ji bona wana tû rêyekî cuda nemaye. ji bona vê dibêjin me tam li çavê quling  xistiye yanî dixwazin  hewayekî  bivî awayî  avabikin. Esas mirov bêje, tirs û xofa Erdogan û Devlet Bahçelî Kurdin, Kurd bûne kabûsa AKP-MHP ê  ji bona vê Efrîn ji bona xwe wekî mayîndetiyê (beka) dibînin. Hêja ye ku mirov balbikşîne liser  qetilkerê mirovên sivîl ku AKP-MHP qaşo dibêjin em li sivîlan naxin ji bona ewlekariya wan  em hertiştan dikin, dirastiyê de şerekî taybet dide meşandin çawa ku li Bakurê Kurdistan di berxwedana xweseriyê de  li Surê bi awayekî wehşiyane gelê Kurd zindî  zindî di jêrzemînan de şewitandin ku ev tû carî di mejiyê mirovahiyê de nehat jibîr kirin herwekedin bi sedan nimuneyên bivî awayî hene niha jî li Rojavayê Kurdistanê li Efrînê jin û zarokan qetildikin. Erdogan ji bona serê vana bigre şerê taybet dide meşan din bi rêya medyayê her roj daxuyaniyan dide her çiqas bi devê xwe nebêje jî bi aligirên xwe dide gotin ku em sivîlan qetilnakin ew terorîstin ku xwe xistine sivîl bivî awayî dixwazin serê wê bigrin. Lê belê  ev nerastiye Erdogan û Devlet Bahçelî nikarin xweseriya demokratik li Efrînê û li Kurdistanê Kurd Xweseriya xweya Demokratik avabikin  hezim bikin ji bona wê çavên wan sor bûye ji xwînê û her cure êrişan pêktînin. Erdogan mîna Hitlerê  sedsala 21 mîne, çawa ku faşîzma Hîtler bi serneketiye faşîzma Erdogan jî senakeve.