TİRSA AKP

Despêk1398/2/18

Ararat Amara

Li Bakûrê Kurdistanê bi salanê li dijî dewleta AKP ji aliyê gelê Kurd ve berxwedayînek mezin tê kirin.  Gelê Kurd ji bo ku mafê xwe yê herî xwezayî  careke din dest bixe,  çanda xwe zimanê xwe li dijî dagirkeriyê biparêze, hebûna xwe bide qebûl kirin bi her şêwazê li ber xwe dide.  Li hember her şert û mercan, her êrîşan serî natewîne û tekoşîn dike.  Berxwedan her tim di nava gelê aryenî de heye.    Ya rastî berxwedayîna gelê Kurd di dîrokê de heta niha didome.   Di dîrokê de jî gelê Med li dijî Asûran berxwedanek mezin kirine û ew kevneşopî heta roja me ya îro jî hatiye. 

 Gelê Kurd çiqasî bi êrîşan re rûbirû jî hatibe her tim bi berxwedayînek mezin ve bersivandine.  Mînakên dema nêz de em bînin bîra xwe di dema berxwedayînên bajaren de gelên Bakûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê şereke mezin meşandin.  Li Nisêbîn, Sûr, Cizîr û li gelek cihên din  di pêvajoyên herî zehmet de berxwedayînên bi bedel hatiye kirin.   Ew berxwedayîn ne ji rêzêbûn.  Gelek ciwan hatin qetil kirin.  Dayîk, zarok mînaka herî şênber jî dayîka Teybet ku yêk hefte cenazeyê wê li erdê ma ku dijmin nedihêla ku zarokên wê jî biçin cenazeyê wê rakin hîn di bîra me de ye.  Her wiha zaroka bi navê Cemîleya biçûk ku ew jî hate qetil kirin û dayîka wê bi hefteyan ji bo ku cenazeyê wê xerap nebe xistibû  sarincê (buzdolabı) hîn jî li ber çavê mirovatiyê neçûye.  Gelek mijarên din jî mirov dikare lê zêde bike wek Ceylan, Solîn hwd.  Başe kê hesabê wan da? Hesap hat xwestin?  Di jêr zemînan de gelek ciwan, jin, zarok, pîr û kal zindî zîndî hatin şewitandin.  Başe ev hat ji bîr kirin.  Di rûpelên dîrokê de yêk bi yêk bi hûrgûlî hat nivîsandin.  Di mejiyê gel de hat kolan.   Ev tu carî nayên ji bîr kirin.

Bi salane ev gel ji bo ku hebûna xwe bide diyar kirin, bibe xwedî maf, tekoşîn dike û ji bo ku Rêberê xwe azad bikin berxwe didin.  Niha jî li bakûrê Kurdistanê çalakiya grevên birçîbûnê ên bê dorveger ku hatiye destpê kirin belavî her derê cîhanê bûyê.  Ji bo ku tecrîda girankirî a ku li ser Rêber Apo bê şikandin dest bi grevên birçîbûnê ê bêdorveger hatiye kirin.  Kevneşopiya şehîdên zindana Amedê ku di pêşengtiya  Kemal Pîr, M. Xeyrî Durmuş, Alî Çîçek, Mazlum Doxan û birihê 14 Tîrmeh’ê ku çalakiya bersivdana sîstema zilimkar a tirkiyê bû ev çalakî gihişt encamê niha jî şopdarê wan jina bi navê Leyla Guven’e ku dest bi gireva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kir û gelek kes jî bûn şopdarê wê.  Ew  jî bi rihê wan destpêkir,  ji bo ku  tecrît bîşkê bê ku şayîş bike dest bi girevê kir. Ev helweste hem pêvajo guherand hem jî azadiya Rêber APO  kir armanca hemu gelan de ev bi xwe serê xwe girêdanbûna rasteqînî ya bi Rêber APO re ye bi azadiyêreye,  li zîndanan derveyî welat wê riyê di şopînin.

Ruxmî ewqas berxwedan israr serîhildanan dîsa jî dewleta tirk ruyê xweyê bi maske kirî derxist, dayîkên Kurd ên ku zarokê wan di gireva birçîbûnê ya bêdorvegerde ne  diçin li ber deriyê zindanan daxwaza hevdîtinê dikin vê asteng dikin ev jî têrê nake hêzên wan ên faşîst bê exlaq êrîşî dayîkan dikin bi copan li dayîkan dixin bi erdêre dixirîkînin ev ne hovîtiya ku asta însanetiyê derbazkiriye ye.. êrîşa ku li ser dayîkan kirin têwateya  bê exlaqbûna ku sînor ne nase bê vîcdaniye. Dayîk ku mafê wan ê herî serekeye ji bona ku zarokên xwe bibînin lê ewqas dewletekî bê wicdan bê exlaqe dayîkan ji mafê wan, wan mehrum dikin ev jî têrê nake bi şîddetê li ser wan di sepênin heta pêk jî tînin.

Ev jî dibe sedem ku hîn bêhtir çiroska ku çeqiyaye wekî topekî agir bi be û ev zextane berdewam bike wê ev topa agir mezin bibe û wê wan qirçeqirç bi şewîtîne.

Di encam de mirov dikare bêje ku dewleteke ku hatibe vê astê bêgûman ber bi hilweşandinêve ye.  Dibe ku pir caran ev gotine hatibe kirin lê di hemû mînakên desthilatan, zordaran, diktatoran de jî mirov dibîne ku  dewleteke ber bi hilweşandinê êrîşê her derê dike. Ji ber ku tiştekê ji derve êrîşkirinê wê li ser lingan nahêle.