Bi giştî dema em sedasala 21 temaşa dikin ku bi qasî îfadey şoreşa gelan dike di heman demê de evqasî jî îfadeya serkeftin û şereşa jinê dike. Ji xwe em wê rastiyê di wan salên daviyê de dişopînin ku her diçe asta jin ya xwe pêşxistin û bi rêxistin kirin zêdetir derdikeve pêş.

Ji xwe em jî bi wê baverin ku azadiya jin di heman demê de azadiya civakê ye jî ji bo wê em dibînin ku di asta pêşkeftina civakê de jî gohertinên gelek mezin hene. Mirov dikare bêje ku asta bivîn buna civakê derdikeve pêş. Di roja me de şereke pir dijvar yê ku di navbera hêzên hegemonîk ku îfadeya pergala modernîteta kapîtalîst dike û hêzên azadîxwez ku tekoşîna modernîteya demokratîk dikin de tê meşandin. Navenda wê şerê jî boye kurdinstan. Li kurdistan tenê şerê welatek azad nayê kirin di heman demê de tekoşînek ji ava kirina civakeke demokratîk jî tê kirin. Di şexsê jina kurd de îro li herdevera ku şerê azadiyê tê meşandin di bin pêşengtiya jin tê bi rêvebirin. Ji xwe bi sedan sale jin tekoşîna ku bikarin di qadê herî pêş de tekoşîn û xebat bidin meşandin dikin lêbelê heya naha jî tu pergaleke netew devlet ji wê yekê re îzîn nedaye û herdem jî di bin hindek navan de jin ji qadên tekoşînê dur hatiye xistin. Lêbelê piştî felsefeya Rêber Apo ku heya daviyê ji bo jin qadên tekoşînê vekiriye û rolê pêşengtiyê jî da jin, ev daxwez êdî bi piratîkî bi encam dibe. Ger evqasî tevgera Apo yî dikare xwe bi hêz bike bingeha xwe ya sereke ji wê digire. Ya rast Rêber Apo tu caran ji mezin bun û pêşkeftina jinê netirsiya û ji bo wê ye ku dikare di rêka azadiyê de tekoşîneke evqasî bi serkeftî bide. Pergalê desthilatdar herdem xwe li ser levaz xistin û puç kirina jinê bi hêz kiriye. Naha tişta ku nikare hezim bike ev yeke ku çava dibe zayendeke ku evqasî levaz xistine çawa dikare îro pêşngtiya azadiyê bike. Wê rastiyê em di hemu pergelên destihilatdar de dibînin. Bi teybet ji bo rejîma îranê ku pergaleke wî ya herî paşveru heye de mirov dikare bibîne. Îran devleteke xwedî bîrdoziyeke gelek hişke ku bi tu avayî ji bo pêşkeftin û gohertinan derî vekirî nahêle. Berovajî wê yekê daîmî li ser mijara ku yê çawa bikare tedvîrên ku bikare rejîmê bi hêz bigire digere. Ji bo gohertin çênebe jî serî li her rêbaz, dek û dolaban dide. Ev rêbaz ji bo rejîma îranê ferq nakin. Destpêkê bi rêbaza ku, gotin di cih de be, bi penbo dixweze serî jê bike bikar tîne. Yan ji bo ku emrê xwe dirêj bike hemu qilifan li xwe dike. Bêgoman ji bo rejîmekê ku di herêmê de dixweze bi bandor bibe û her wiha pirestîjeke xwe hebe, diqat kirina gelek tiştan mecbur dibîn. Lêbelê rejîmek weke rejîma îranê ku pergala wê hemu bi direvan hatiye hunandin, pir vekirî dikare direvan li gel û jinan bike. Ji xwe pirsgirêkên ku di îranê de tên jiyan kirin di hemu milan de ber bi teqandinê we diçe. lêbelê teybet mijara jin êdî gihiştiye astekê ku ger gohertin çênebe ji bo civakê metirsiyeke mezin çêdike. Bi wî rengî tişteke di bin navê civakê li îranê namîne. Di rejîma îranê de pergaleke welê çêkirine ku, ji herdeverê wê desthilatdarî difore. Mesela ji bo jin evqasî derfetê zana kirin û pêşxistinê teng kirine ku heya ji bo wê derfetê ji destê jin bigirin gera jinan jî weke eybeke mezin bi nav dikin. dîsa rastiyeke gelek piratîkî ku li ber çawane, ji xwe îzna jin ji bo serokkomariyê nadin lêbelê cara berê vezîreke jin hebu wê carê ev jî derxistine. Di kabîneyê Hesen Ruhanî de li gorî diyar dike, nahêlin yek jin cihê xwe bigire. ji xwe ger tirseke ji civakê nebe di demê hilbijartinan de hîç îzîn nadin yek jin xwe ji bo şorayan kandîd bike. Piştî evqasî neheqiyan ku li jin têne kirin û tenê jin weke makîneya zaruk hînandin û xizmet kirina bi zilam re dibînin jî, wê jî di nava civakê de wiha pênase dikin, ku qaşo jin mejiyê wê baş kar nake û nikare karên ku zilam dike jin jî bike. îran rejîmeke welê ku herdem axaftin û piratîka wê di nava nakokiyan de ye. Di pêvajoya hilbijatinan de îranê ji bo çareser kirina pirsgirêkan, gelek soz dane jinan. Lêbelê cihê ku gohertineke baş çêbikin berovajî her diçe qanunê îranê de ji bo çevisandinê jin û dur xistina gelek qadan biryaran pêşdêxînin. Ji xwe ji bo ku tu jiyanê bi rêve bibî, çend qadên ku pêwîste civak xwe bi sazî bike hene. Ger hem jin hem zilam temslî civakê dikin wê demê pêwîste her du zayend jî bi avayeke wekhev cihê xwe di navê de bigirin. Lêbelê gelek qadên ku jin cihê xwe digire ji ber qanunê îranê nikare rehet û bi rengê xwe beştar bibe. Dîsa bi rengê zilam yanî pergala zilamsalar çawa bêje pêwîste jin wiha beştar bibe. Gelek jin hene dixwînin û bi salan ked didin ji bo ku bikarin bibin xwedî meslekekê. Ji xwe gelek jin dixwînin û tu tiştek nadin. Lêbelê hindekan jî ku dema meslekekê bidin pêwîste di bin konturula zihniyeta zilamsalar ya rejîma îranê de xebat bimeşîne. Ger li gorî wê yekê nebe bi tu avayî di kar de nayên girtin. Buyereke herî biçuk ku di milê jin de bi şaştî çêdibe jî gelek tê mezin kirin û bi wê rêkê jî dixwezin di bin konturulê de bigirin. Îran wê dibêje yan tu yê weke min bî yan jî tu yê bêkar bimînî. Bi wê rêkê jin mohtacê xwe dikin. Hîna jî gelek deverê îranê jin û zilam kar dikin lêbelê parê ku zilam digire yê jin ji wê kêmtire. Serî rakirina beramberî rejîmê di heman demê de tê wateya serî rakirina beramberî xodê û sizayê wê jî wiha tê dayîn. Di gelek qadan de jin dikare aktîf bibe yan jê tê dur xistin, yan jî di navê de hebe jî tê sînordar kirin. Jin di qada hunerê de gelek bi yeteneke, lêbelê ji ber rejîma îranê jin nikare di wê qadê de aktîf bibe. Di qadên sîporê de jî bi sînor îzîn didin beştar bibin. Di hemu qadên dîtir de jî zehmetiyê jinan ji bo beştar bunê hene. Ev rastî tengsiyeke mezin ji bo jinan çêdike. rewşa jin li îranê de di asteke herî ketî de ye. Jin di milê xwe de her li nava hewildanê de ye, lêbelê îran ji ber tirsa xwe ya ku dibe jin pêş bikeve û metirsî çêbike, zemînê gelek fesadê exlaqî vedike. Wek jin di temenê zaruk de dana zevicand. Sîxe kirina jinan yan jî di wateyeke din de, li gorî daxwezê zilam demek ji bo mehr kirina jin diyar kirin û piştî dem xelas bu berdana jin. Civakê evqasî feqîr dike ku ji xwe nava malbatê de xweşî nahêle di heman demê de bê exlaqiyê jî pêşdixîne. Jin zarukên xwe ji bo para difiroşe. Bedena xwe difiroşe û her wiha tuşî her cure madeyên huşbir dibe. Wê carê jî devlet xwe gelek bi exlaq nîşan dide û dest bi mekanîzmayê hesap xwestinê dide. Ji xwe di asteke jor de xwe koştin heye û weke ku ev têrê nake di girtîgehan de jin bi lêdan, şikence û darvekirinan re maruz dimînin. şêweyê hesap xwestin û siza dana îranê ji jin û gel jî bi wî rengî ji edalet du û bê pare. Heya ji bo buyerke destdirêjiya ser jin jî dema em şêwaza dest girtina îranê mêze bikin, eve ku ev jin çiqasî xwe peçatibuye yan jî hicab dîkat kiriye. Bi avayeke gelemperî dîsa encama herî berçav derdikeve pêş goneh ya jine û pêwîste jin bê ceza kirin ku hicab dîkat nekiriye. Ji xwe di îranê de her dem berpirsê hemu xirabiyan jine. Heya sedema zextên zilam û cuda buna ji zilam jî berpirs jin tê dîtin. Di rewşeke wele de ku bi her avayî jin bê gonehbar kirin, tenê deroniyeke nexweş ya wê civakê çêdibe. Sedema gelek xwe koştinên jinan eve. Ji xwe di nava malê de heya bêjî zextê zilam zêdeye ku her dem lêdan û heqret jî di navê deye heye. Her wiha destdirêjî jî dema çêbibe ji ber ku di bin navê namusê de dîsa jin tê gonehbar kirin û reş kirin, gelek jin nikarin bêjin wê carê serî li xwe koştinan didin. Heya xwe koştin jî goneh tê dîtin û wiha tê teşîr kirin. Di demeke ku tekoşîna heqîqetê tê dayîn de bi civakeke bi wî rengî re ru bi ru mayîn cihê êşiye. Lêbelê ji xwe me di rastiye gelan de wê yekê baş dît bi tu avayekê hêvî kirina ji zihniyeta desthilatdar nabe. Di encam de her tiştek ku em bi dest bêxînin yê bi kedeke mezin û berxwedaniyeke bê hempa be. Dema ku pergala desthilatdar hewil dide bi hemu hêza xwe rengê jin ji holê rake û her weke amurekê ji bo xwe bi kar bîne. Pêwîste wê demê tirsa herî mezin ya desthilatdaran û teybet jî rejîma îranê ji çi hebe, em wê pêş bêxînin. Ji xwe rêka çareseriyê di xwe koştinê de nîne û di heman demê jî em di wê de baverin bêçaretiya jin jî xizmeta heman zihniyetê dike. Ji bo ku îran dîsa bi pêşengtiya jina kurd ku ne tenê di çepheyên şer de rol dileyîzin, di heman demê de jî roleke mezin ji bo ku yekitiya jinan çêbibe rol dileyîze. bi salana tekoşîn tê dayîn lêbelê ji her demê zêdetir em naha nêzîkê serkeftinê ne. Bi qasî nêzîkatiyê desthilatdar astengiyan çêdikin lêbelê êdî derfetên hatinî çêikirin wan jî nas nake. Tekoşîna azadiya gelan gihiştiye astekê ku mirov dikare bêje weke aveke mezin ku ger pêşiyê jê bixwzin bigirin yê berê xwe bide ciheke din biherike. Ji bo wê yekê jî rejîma îranê bixweze yan jî nexweze ev pêla azadiyê yê herî zêde jî bandora xwe li nava civaka îranê bike. ji ber ku civakê ku li îranê jiyan dikin tinuyê azadiyê ye. Ji bo wê xwe bi rêxistin kirina jinan li Rojhilatê kurdistan û îranê mijareke dest jê nevegere. Her wiha em baver dikin ku li hemu derverê yê asta xwe bi rêxistin kirina jinan bibe sedema gohertinên mezin yê wê welatê.

Gulan fehîm