39 mîn salvegera PKK ji bo gelê kurd û jina kurd û tevahî civak û gelê bindest li beramber faşîzm û siyaseta înkar û îmhaya dijî gelê kurd têye meşandin, buye cejna vejînê, cejna azadiyê û cejna hebuna nasnama azad a gelê kurd. Serîde em jî mîmar û afrînerê PKK ê Rêberê rêya haqîqat, azadî û civaka demokratîk Rêber Abdullah ocalan û hemû şehîdên ku bi xûna xwe û tekoşîna xwe ji mera bune ronahiya jiyanek bi rumet em  vê rojê pîroz dikin. 

Partiya karkerên kurdistan PKK ji despêka avakirina xweve bi fikrû felsefa azadiya jin azadiya civaka kurdistanêye û şoreşa li ser bingehê azadî û wekheviya jin bi awayek stratejîk girtiye dest û rolê pêşengtî daye jinê. Heval Sara, mazlum doxan, kemal pîr şirîn elemhulî, ferzat kemanger, Berçem cîlo û herî dawiyê Heval Delal Amed pêşengê destana sed sala 21 a haqîqeta azadiya jiyana bi rumetin.  Keseyeta rêheval Delal bi sekna xweya evîndarê azadiyê di nava hemû qadên tekoşînê de hezaran jinên şoreşger û fermandar bi keda xweya bê hempa avakir ji bo şoreşa jin û şoreşa gelê kurd. Heval Delal bi bîr û baweriya serkeftina şoreşa kurdistanê wê bi pêşengtiya jina azad de dîroka azadiya jin bêye nivîsandin rûpelên dîrokê bi berxwedanî û bi îrada  azad herfên zerîn dîroka jina kurd nivîsand. 

Bi ketina 40 saliya şoreşa habun avabun û destana azadiyê PKK  bi sekna Delal Amed û Berçem cîlo li henber pergala deshilatdarî û faşîzme bi serkeftina tekoşin û xeta berxwedani ewê her tim rêya me ronî bikin û li her deve rê cihanê ji hemû jinanra wê bibin destana jina azad û heqîqeta jiyana azad.

Em wek komalgeha jinanî azadiya rojhilatê kurdistan KJAR di vê baweriyêdene ku hemû rêxistin, partî û çalekvanên jinen ku rêya şehîdan de ber bi pêşerojek azadve diçin, bi zanistiya xwebuyînê bi sekna Delal û Berçeman hemû kêliyên jiyana xwede xwedî nirxê şehîdan derketin, xwedî erk û berpirsyartiyê tekoşîna azadiyê derketine. Em carek dîtir di şaxsê pêşeng û fermandarê şoreşa azadiya jin û civaka ahlaqî û polîtîk Delal Amed, Berçem cîlo, Azê Malazgîrt û 11 hevalên dijî dagirkeriyê bune destana berxwdaniyê bîrtînin û ji bo dawî anîna faşîzîm, dagirkerî û deshilatdariya di şaxsê jin de li beramber hemû nirx û nasnama civaka mirovatî pêşdikevê, bi felsefe û îdeolojiya Reber APO de em ban hemû jinên rojhilatê kurdistan û jinên Îran dikin bi sekna jina xwe bi îrada azad rêxistin kiriye û buye hêza pêşengtiya cîhanek azad werin em bi hevre jiyanek bi hemû rengên ahengiya çanda civaka demokratîk netewa demokratîk avabikin tebikoşîn û azadiyê misoger bikin. 

Koordînasyona KJAR 

27.11.2017