PÊŞENGA JIYANA AZAD

Despêk1397/10/25

Di dîrokê de hin kesayetên pêşeng hene ku bi fikrên xwe, bi jiyana xwe bandora xwe li ser tevahî serdemên piştî xwe kirine. Bûne aydî tevahî mirovahiyê. Cudahiya xwe ji mirovên din hene.

 

Di dîrokê de hin kesayetên pêşeng hene ku bi fikrên xwe, bi jiyana xwe bandora xwe li ser tevahî serdemên piştî xwe kirine. Bûne aydî tevahî mirovahiyê. Cudahiya xwe ji mirovên din hene. Her tevgerên wan di encama fikirandineke kûr de ye. Bêguman her kes difikire û piştre tevdigere. Lê cudahiya wan ji me; wêrekî, azwerî, biryardarî, îrade û komînal fikirandin e. Fikra ku jê bawer dikin destpêkê ew di kesayeta xwe de ava dikin. Loma jî balê dikşînin ser xwe. Ji ber ku ne tenê xwe difikirin asta bandorkirina wan jî zêde dibe. Hele jî ev kesayet rêxistinkirî, di nav rêxistinekê de bin, dibin ekol.

Hevala Sara yek ji wan kesayetên pêşeng e ku bûye aydî gelê kurd. Ne tenê gelê kurd, êdî bûye aydî gelek gelên tî û birçiyê azadiyê. Taybetmendiyên wê yên kesayetê ji pir aliyan ve taybetmendiyên pêşengekê ne. Beriya her tiştî qalikê xwe parçe kiriye. Fîstanê ku civak li me hemû jinan û di heman demê de berevajiyê wê jî li mêran jî dike di kesayeta xwe de parçeparçe kiriye. Ew qalikê weke zirxekî me dipêçe, nahêle em cewhera derxin. Ji bo ku ne em bi cewhera xwe bizanibin ne jî tu kes...

Civaka em têde mezin dibin ji jinê re dibêje nefikire, neaxive, nekene, nenihêre. Dînê me, netewa me, dewleta me, bav û birayên me, xwezûr û xwesiyên me, hemû xizmên me ji bo me çi rewa bibînin em divê wisa bijîn. Lê tenê ya dil û mêjiyê xwe nejîn! Kî ji me hewl bide bi aqil û dilê xwe bijî, divê bide ber çav ku demxeya herî xerab li me bixin. Ji bo vê jî cesaret lazim e, biryardarî lazim e, ked, têkoşîn, berxwedan, sebir û tehemul lazim e.    

Hevala Sara hê ji temenê xwe yê biçûk ve van hemûyan dide ber çav. Hestên ku ji cewhera dil û mêjiyê wê weke volkanekê diteqin; cesaret, biryardarî, azwerî, kedkarî, berxwedan, têkoşînvanî û serhildêrî ne. Ev taybetmendî ne ku di kesayeta wê de pêşengtiyê ava dikin. Ji zaroktiyê ve di nav malbat û derdora xwe de kedeke bêhesab dide. Di her karên xwe de berpirsiyar, paqij, bi dîsîplîn û cidî ye. Piştî ku tevgerên çepgir nas dike hema pêre jî ev ked diherike derve. Lê erk û berpirsiyariyên berê jî li kêlek dide meşandin. Bar giran dibe lê dizane ku êdî ne tenê ji çend kesan lê feydeya wê ji milyonan însan re heye. Lewma jî heyecan û kêfxweşiya jê digire vê giraniyê nade hesandin. Zêdetir hêz û moral digire û dide her kesên derdora xwe. Heta niha jî em bi vê hêz û morala ku li me belav kiriye bi karwanê azadiyê re dimeşin.

Biryara hevala Sara a qutbûna ji malbat û malbata dixwazin jêre ava bikin, biryareke pir radîkal e. Pêşengtî radîkalbûn bixwe ye. Di her gavê xwe de bi sedan caran difikire, dide ber hev, nîqaş dike, lêpirsîn dike. Dema dikeve nav jiyanên li gor derdora xwe ya dixwazin wê paşve bikşînin ruhê wê teng dibe. Ava azadiyê ketiye nav xwîna wê. Nerihet e, ji zanînê jî wêdetir hîs dike ku ne xwebûna xwe, daxwaziyên hinekên din jiyan dike. Îsyan dike, red dike, Qebûl nake!

Ev hest û zanîn wê ber bi Tevgera Azadiyê ve dikşînin. Jiyaneke tam li gor dil û mêjiyê wê ye. Rêxistineke ji bo tevahî mirovahiyê. Ked, têkoşîn, berxwedan, biryardarî, cesaret, azwerî, dîsîplîn, cidiyet, hezkirin, fedakarî, hevgirtin. Tevahî jî di cewhera hevala Sara de hene.

Îdeolojiyeke Rêber Apo îdeolojiyeke wisan e ku çiqas ferd azad dibe ew qas dikare civaka xwe azad bike. Hevala Sara bi vê felsefeyê, bi tekoşîna li hember taybetmendiyên paşverû yên civakê û faşîzma ku gelan dike mîna keriyan qalikên xwe parçe dike. Bi naskirina cewhera xwe re tam jî digihîje cewhera jina azad. Lê bi êş, bi têkoşîn, bi hesret, bi fedakarî... bi azadbûna xwe civaka xwe jî azad dike.

Jina azad kî ye, çawa dijî, jiyaneke çawa ava dike, hêvî û xeyalên wê çi ne? Dema ku bersivên van pirsan di kesayeta xwe de ava dike, êdî azadî bi goşt û hestî dibe. Di zindanê de li hember faşîzmê dibe keleha berxwedanê, dibe tifa rûyê celadan. Li Botanê dibe mermiya di mêjiyê xiyanetê de diteqe. Li Ewrûpa dibe felsefeya ku azadiya ferdperest belav dike.

Her wiha di şexsê xwe de azadiyê datîne ber çavên me. Ew azadiya ku tenê di xewn û xeyalên me de hiştine. Nirx ava dike. Azadiya însan, rûmeta însan e. Rûmet nirxeke aydî mirov e. Mirovê bêrûmet ne tu mirov e jî. Loma jî Hevala Sara ji bo me nirx, yanê rûmeta jinê, rûmeta mirovbûnê ava kir. Bi milyonan jin êdî dizanin ku azadiya jinê mimkun e. Ev zanîn hesta bixwebaweriyê ava dike. Jina bixwe bawer bi hêz dibe, cesaret digire, şer dike li hember bêrûmetiyê.

Hevala Sara bi pêşengtiya xwe ne stêrkek li asîmanan, ne jî bedenek di bin axê de ye.

Îro di şerê rûmeta mirovahiyê de Hevala Sara di dilê me yî ku ji bo azadiyê davêje de ye.

Di aqlê me yî ku bêrûmetiyê qebûl nake de ye.

Li Rojava di komînên Ereb û Kurdan de ye,

Li Arjantînê seroka manewî ya jinan e,

Li çiyayên Kurdistanê, di meşa her gerîlayekê de ye...              

Binevş Delîl