Cejna newrozê, cejna berxwedan, serhildan û yekîtîye û di dîroka kurdistanê de xwedî girîngîye. Di serî de em wê cejnê li mîmarê azadiyê Rêber APO, hemû gelê kurd û mirovahiyê pîroz dikin. dîsa di şexsê jina têkoşer û pêşeng de Lêyla guven û hemû rêhevalên ku bûne şopdarê wê sekna berxwedêrin û hemû girtîyên sîyasîyê jin wek zeyneb celalîyan kû ruxmê hemû zextê rejîma îranê tu car teslîmîyet nepejirand pîroz dikin.her wiha wê rojê li hemû dayîkên şehîdan û dayîkên aşîtiyê jî pîroz dikin, di heman demê hemû rêhevalên ku di rêka jiyanek azad û demokratik de jiyana xwe ji dest dane em bi bîrtînin û bejna xwe li beramberî wan ditevînin...

Newroza 2719, cejna berxwedan û têkbirina faşîsmê

  Cejna newrozê, cejna berxwedan, serhildan û yekîtîye û di dîroka kurdistanê de xwedî girîngîye. Di serî de em wê cejnê  li mîmarê azadiyê Rêber APO, hemû gelê kurd û mirovahiyê pîroz dikin. dîsa di şexsê jina têkoşer û pêşeng de Lêyla guven û hemû rêhevalên ku bûne şopdarê wê sekna berxwedêrin û hemû girtîyên sîyasîyê jin wek zeyneb celalîyan kû ruxmê hemû zextê rejîma îranê tu car teslîmîyet nepejirand pîroz dikin.her wiha wê rojê  li hemû dayîkên şehîdan û  dayîkên aşîtiyê jî pîroz dikin, di heman demê hemû rêhevalên ku  di rêka jiyanek azad û demokratik de jiyana xwe ji dest dane em bi bîrtînin û bejna xwe li beramberî wan ditevînin.

Çawa ku her sal em weke gelê kurd û tevgera azadiyê cejna newrozê di demeke giran de pîroz dikin, îsal jî ji bo me saleke pir giran û di heman demê de bi wateye. Her sal em careke din dikevin ferqa ku ev roj tenê ji bo me weke rojeke pîrozbahiyê nîne, di heman demê de rojeke ku careke din bi rihê berxwedêr li beramberî zihniyeta ku temsîla dehaqan dike sekna kawayan, mezluman û sarayan pêwîste were nîşandan. Li her çar parçê kurdistanê bi mebesta bê statu hîştina gelê kurd êrîşeke pir dijwar li ser vîna gelê kurd û jina kurd heye. Ji bo ku ew êrîş negihîje armanca xwe careke din bi pêşengtiya jina kurd Leyla güven sekneke berxwedêr tê raber kirin û bedena wan roj bi roj di oxira azadiyê de tê helandin. Tecrîteke girankirî ya li ser Rêber APO didin meşandin di şexsê Rêber APO de ev tecrit li ser hemu gelê kurd, jin û hemû mirovahiyê tê birêvebirin. Ji ber têkoşîna Rêber APO di serî de ji bo ava kirina civakeke azade û hemû mirovahî bikarin di nava yeksaniyekê de jiyan bikin û di bingeha wê azadiyê de jî azadiya jin weke kîlîda esas destnîşan kir û di rêya wê de têkoşîn da meşandin îro rastê êrîşeke evqasî dijwar tê. ji bo wê yekê azadiya Rêber APO azadiya hemû mirovahiyê ye.

Li Rojhilatê kurdistanê jî ku cejna newroz herdem bi riheke pir bi coş tê pîroz kirin û atmosfera serhildanan derdêxîne holê, careke din bi heman rihê pîroz kirin girînge. Çawa kû di her derê kurdistanê êrîşek hişk hember kurda tê meşandin li rojhilatê kurdistanê jî rêjîma îranê her roj gel zêdetir dixe bin zexte û serkut dike. Ji bo wê jî pêwîste gelê me newrozê ne wek cejnekî di heman demê wek destpêkek din ya serî rakirin hemberî zilmê û newekhewîyê bibînin. Çawa di dîrokê de newroz sembola yekîtî û dora hevkom bûnê bû niha jî pêwîstî bi wê ruhê heye ta kû bi hev re û yek deng hemberî dagirkirina welat agirê newrozê geş bikin û bi hilma agirê newroz saleke tije berxedanî ê têkoşîn destpê bikin. Rola heri giran û girîng li ser milê jinane ku bi helwestê xwe yê her tim radîkal ku di dîrokê de mînakê wê pirin careke din bi rola xwe ya pêşengtî ji bo serdemê pêngavê bilind bavêjin û ji bo rêberek azad û welatek azad têbikoşin. di yek sala derbas bûyî jinên îranî û kurd ji bo naberaberî û zilmê serî rakirin niha jî em derbasî salek nû dibin û divê wek jin ji hemû netew û bawerîyan yekdeng û bihev re sala nû bikin sala serkeftin ê azadîyê. em wek KJARê careke din hemû gel bi taybet jinan û ciwana îran û rojhilatê kurdistanê bang dikin agirê newrozê geş bikin û hemû qadan bi tevlî bûna xwe wegerînin qadên serhildanê ta ku  ronahîya agirê newrozê jîyanê ronî bike û li hemû qirêjyê dagirkerîyê paqij bike.

Civaka jinê azadê rojhilatê kurdistanê

KJAR

28.12.2718