LI XEYALAN DIGERIM

Çand Û Hûner1396/6/13

 

 


 

LI XEYALAN DIGERIM

Li xeyalan digerim

Xeyalên ku nehatî kuştin

Min bi xeyalan Birînê

Xwe derman kir.

Bi hilma çiyayên

Zagrosê dikevim

Bê peyv bê gotin

Ketime kemina xeyalên te

Her çavên min li riya te ye

Dibûm rêbiwarê bejna te

Nizanim bisekinim li beramberî

Bejna te ya nazeninî

Di nava zozanên te de

Govend diğerinim

Bûme nêçirvanê kenê te

Tenê tu şabibe li gel min.

Ji bo ez li xeyalan negerim

Pêwistiya min bi siya tu kesê nebe

Tenê tu li gel min be

 

NALÎN BÊRÎVAN