LÊYLA YA HÊJA

Vetar1397/11/22

Destpêkê ez vê çalakiya pîroz ku te daye destpêkirin silav dikim û dixwazim bizanibî ku bi milyonan dil, bi dilê te re davêjin, lêdidin. Çawa ku milyonan mirov nayên tecrîdkirin, bi milyonan dil jî nabe ku rawestin, nayên rawestandin û her lê didin. Mîna dilekî li çiyayan lê dide, min jî xwest bigihêm te û bêjim merhaba.

SARA ZERDEŞT

 

Destpêkê ez vê çalakiya pîroz ku te daye destpêkirin silav dikim û dixwazim bizanibî ku bi milyonan dil, bi dilê te re davêjin, lêdidin. Çawa ku milyonan mirov nayên tecrîdkirin, bi milyonan dil jî nabe ku rawestin, nayên rawestandin û her lê didin. Mîna dilekî li çiyayan lê dide, min jî xwest bigihêm te û bêjim merhaba. 

Merheba jina Kurd a hêja, ji diyarê jinên hêja, silav ji te re, ji mekanên pîrozan hezkirin ji bo te. Tê gotin ya qedir û qiymet ji ya dizane re tê dayîn, rast e. Ya bi qedir û qiymet a ku bixwe dizane ye. Weke kes, bixwe zanîn, ji bo hêjabûnê belkî bes be. Dikare jiyaneke xweş û birêz a biyolojîk berdewam bike. Ev tiştekî baş e. Lê belê eger kes ji axa ku aydî wê ye, gelê ku endamê wî ye, nasnameya pêre ye weke hebûn jinbûna xwe bizanibe ev rewşeke pir cuda, tiştekî nayê zanîn derdixe holê. Vaye ev cudahî ew kes ji her kesî cudatir dike, civakî dike, mîsyoneke dîrokî û exlaqî dide ser milan. Bixwe zanîn eger despêka zanînan be, berdewamiya wê civakîbûn e, pêşengtî kirin e. Tu weke jinek, bi çalakiya te daye despêkirin vaye tu li cihekî wisan î. Tu îrade û çalakiya civakî bûyî îfade dikî. Ji ber vê yekê ye ku tu ne di nav çar dîwaran de, ya rastî di dilê milyonan mirovî de yî. Jixwe mekanên çalakî û kesên civakî bûne ne girîng e. Mekanên wan dil û mêjî ne.

Rojhilata Navînî bûyîn, Kurdistanî bûyîn, jinbûn, weke di her çaxê de, îro jî ji me pêşengtiyê dixwaze. Di van rojên ku êrîşên herî zêde li ser dîroka civakan, exlaq û nirxên wan tên kirin de, greva birçûbûnê ya ku we daye destpêkirin, çalakiya we pir watedar e û di rengê bangewaziyeke ji bo erkên li hember Rêbertî dike de ye.

Ji bo azadiya Rêbertiya me ya ku tevahî jiyana xwe ji bo gelên Rojhilata Navîn, ji bo tevahî gelên cîhanê kedeke mezin dide, di vê oxirê de 20 sal in di hucreyek yek kesî de tê girtin, di heman demê de li gel ku bi tecrîdeke dijwar re rû bi rû dimîne ji nirxên mirovahiyê tawîz nade û li ber xwe dide bi nirx e. Di zanebûniya vê de bûyîn û ji bo vê rola mîsyona pêşengtiyê girtina ser milê xwe, îrade û dil dixwaze. Di vê xalê de çalakiya we zanedar e. Dema têkoşîna ku Rêbertiya me ji bo gelên Kurdistanî dide li ber çav tê girtin, çalakiya we watedar e, dad û azadiyê îfade dike. Li hember rastiya Rêbertî ya ku tevahî jiyana xwe li gor feraseta heta ku jin azad nebe civak azad nabe jiyan kiriye û her tim ji bo vê têkoşîn daye, çalakiya we mafdar e, îradeya azad a jinê û rêhevaltiyeke rast bi Rêbertî re îfade dike. Dema em vana hemûyan digihînin hev, çalakiya we exlaqî ye. Xizmetî tevahî mirovahiyê dike.

Li Zindana Amedê ya keleha berxwedanê, çalakiyeke wiha destpêkirina we watedar e. Hêz û berdewamiya berxwedanvanan sembolîze dike. Ew dîwarên bi qêrînên berxwedêrên ku li hember Esat Oktayê ku ji mirovahiyê nesîbê xwe negirtiye serî nedanîne tije ne. Zindana Amedê, temsîla Xeyriyan e ku dibêje em serfiraz bûn, gotina Kemalan ku dibêjin em bi qasî ku di oxira wê de bimrin ji jiyanê hez dikin, veguherandina Mazlûman li Kawayên hemdem, talîmatê Çaran a agirê me venemirînin, serînedanîna Sarayan a li hember zordariya mêrê deshilatdar e.

Weke berdewamkara berxwedanvaniyan, tu û her kesê hem li zindanan û hem li derve di çalakiyê de ne wê serfiraz bin. Ji ber ku di Zindana Amedê de berxwedêrên bi rûmet qezenc kiribûn, zîhniyetên bêrûmet ên sosret têk çûbûn. Heman weke ku wê faşîzma Deshilatdar; AKP têk biçe.

Kawayê Hesinkar zincîrên koletiyê şikandin, Mazlûm rêya te ronî dikin, Kemal digihîjin te, Xeyrî ji te re dibişirin, Çaran ji te re strana herî zêde jê hez dikin dibêjin û Sara yanê hemû jinên çiyayî, dildarên azadiyê, ji te û we re dibêjin em ê li ber xwe bidin û bi hev re serfiraz bibin.

Ez ji bo tevahî hevalên niha di zindanan de di nav vê çalakiyê de cî digirin û wê cî bigirin serfiraziyê dixwazim. Dîsa tevahî hevalên ku li her deverên Kurdistanê û li gelek welatên Ewrûpayê di vê çalakiyê de cî digirin ji dil û can silav dikim û serkeftinê dixwazim. Di heman demê de bangewazî ji bo tevahî gelê me dikim ku destekê bidin vê çalakiyê û heta ku Rêbertiya me azad bibe li qadan bin. Ev bangewaziya me herî zêde ji bo jinan e. Ji dîltiya Rêbertiya me re êdî divê yek deqe jî tehemul neyê kirin. Em tev bi hev re tecrîdê bişkênin, Rêbertiyê azad bikin û heta ku Kurdistanê ji bin destê hêzên dagirker, deshilatdar rizgar bikin em têbikoşin.