TEBAXÊ (9”ê şehrîwer) bi roj, rejîma dagirker a îranê, di eyaleta Dalaho de, li herêma ciwanro bi alîkariya helîkoptêr û balaferên keşfê operasiyunekî berfireh li dijî gerîlayên YRK û HPJ dide despêkirin

TEBAXÊ (9”ê şehrîwer) bi roj, rejîma dagirker a îranê, di eyaleta Dalaho de, li herêma ciwanro bi alîkariya helîkoptêr û balaferên keşfê operasiyunekî berfireh li dijî gerîlayên YRK û HPJ dide despêkirin. Ev operasyun ku ji aliyên hêzên sipahê pasdaran yê girêdayê eyaleta kirmaşan û cwanro, û bi destekê cahşên herêmê pêk dihat çar roj bi dijwarî dewam kir. Di encamê şer û pêk dadanên giran yê di navbera rejima îran û gerîlayê rojhelatê kurdistanê hatin arayê. Dijmin bi hezaran leşker gelek caran êrişî cêhên hevalan dike. lê belê her car bi berxwedana hevalan re rûberû dimînê, û têk diçe, kuştî û brîndarn dide û paşde diçe. Piştî wêjî bi qatoşa, hawan û doçka bi dem dirêjî cihê hevalan bombarduman dike. Şer û pêk dadan bê navber didume. Di heman demê de baleferên şer bi ser cêhên pevçunê de difrin. Di encama berxwedanên gerîla, di navda fermandekî sipahê ê paye bilind bi navê Seîd Hemîd Huseynî bi gişti zêdetîrî deh pasdar û caşên kirêgirtî tên kuştin.

Roja duyemîn a pekdadanê di encama şerekî girande hevala me Zilan Gabar bi granî birîndar dibe, û bi seatan li hember sipah dagirker bi ruhê Bêritanan, Zilanan, Kawenda û Leşkeran berxwedaniyeke bê hempa nîşan dide. Di pirtuka destanên qehremanî de rupeleke nû dinivîse. Heval zilan bi seatan heta fîşeka dawî berxwedide ji bo nekeve destê dijmin, bomba xwe digre û di nav dijminde bi ruhekî fedayî xwe di teqîne. û tevlî karwanên cangoriyên kurdistanê dibe.

Em wek yekineyên parastina Rojhilatê Kurdistan (YRK )bi taybet malbata Ş.Zîlan û hemû malbatên şehîdan re sersaxî dixwazin. Heval Zilan, jiyana xwe ya şoreşgerî de hevalekî di karê xwe de pêşeng bû. Di heman demê de bi stiranên xwe hunera xwe ya şoreşgerî pêş dixist. Jineke azad û milîtantiya APO yî de her tim mînak bû. Em carek din soza daxwaz û armancên şehîdên xwe, bi bilindkirina tekoşina Azadî didin.

FERMANDARÎYA YEKÎNEYA PARASTINA ROJHELATÊ KURDISTANÊ