Em cejna vejînê  ya newrozê di serî de li Rêber Apo, şehîdên şoreşê, gelê Rojhilata Navîn, jinên  ku îro bi rihê Avesta Xabur serî hildidin  û  gelêmeyê îro di çeperên herî pêşde berxwedanî dikin bi moral û hêza ku em ji berxwedana serdemê ya îro Efrînêde tê meşandin digrin cejna newrozê pîroz dikin.

Çawa ku di dîrokê de Kawayê Hesinkar li hemberî dagsirker û zilimkara berxwedanî kiriye û serî netevandiye, di heman demê de  Kawayê hemdem MAZLUM DOXAN  jî di bin hemû zorî- zehmetîyên ku dewleta faşîst a dagirker li ser rastiya Kurd dema di zindana AMED’ê de dida meşandin Mazlum Doxan jî bi duruşma  ‘berxwedan jiyane ‘  bedena xwe kir çirûskek ji agir û newroz gîhande wateya herî  rast. Ev cejna vejîne her ku diçû zêdetir xwedî gelekî  bi berxwedêr û têkoşer li hemberî neheqiyê derketin kolanan û îro êdî mirov dikare bêje yekbûyîna gelan derket holê. Ev cejin  her ku sal û roja ku derbas dike zêdetir  bi berxwedanîyek mezin tê pîroz kirin û pêşwazî kirin.  Dîsa di serî de ji bo gelê kurd azad bijî  jinan jî xwe kirin xelekek ji agir û teslîmîyetêra gotin na.  Di şexsê Zekiye Alkan, Rewşen Demîrel,newroz gihandin wateya herî rast. Di navenda Ewrupa de jî  rêhevalên me Ronahî û Berîvan bedenên xwe kirin xelekek ji agir û Newroz piroz kirin. Li beremberî pergala sêdara Îranê Şirîn Elemholî û Ferzadan sekna Kurdê azad bi rihê berxwedanê îro ji bo gelê Rojhilatê Kurdistan û gelen Îranî bi çanda Arî çanda newrozê nûjen kirin û rêka tekoşînê bi berxwedaniya xwe dan nişandan.

  Di dîrokê de çawa Dehaka xwestin bi pergala xwe ya dagirker kesen berxweder û têkoşer tine bike, di roja meya îrode jî Erdoxan û çeteyên wîna daîş û MHP dixwazin van deskeftiyên gelê Kurd tune bikin,lê belê gelê Kurd êdî li hemberî vê bê helwest nine. Gelê Kurd ji  herdemê zêdetir hebûna xwe daye qebûl kirin û sîstema konfederalîzma demokratîk dixwazin bidin rûnişkandin.  Em dikarin bêjin deskeftiya  gelê Kurd ya herî berbi çavan Rojavayê Kurdistanêye. Hemû gelên aştîxwaz xwe liser wê sîstemê bi rêvedibin. Erep,Suryan,Turkmen,Kurd, Azer hemû di ve pergalêde cih digirin. Erdoxan bi her şêwazê qirêj liser gelê Aryenî êrîşan dimeşîne. Erîşên ku îro Erdoxan liser Efrinê dimeşînene tenê dixwaze bajarê Efrine bidest bixe dixwaze deskeftiyên kurda dest dane ser û çeteyên xwe di wirde bide rûnîşkandin.

Li hemberî vê faşîzma Erdoxan berxwedanî di  asta herî jorde tê meşandin. Ev berxwedanî ne tene jibo gelê Kurd jibo hemû kesên mafên mirovan diparêzin tê meşandin. Li hemberî dagirkeriyê rêhevalên me Têkoşîn Botan, Avesta Xabur, Barîn Kobanê ji dagirkeriyere gotin na û heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê berxwedanî dan meşandin û jibo Efrinê canê xwe feda kirin. Dema mirov kesayeta jina kurd digre dest hertimî xwedî seknek  berxwedêr û serbilindiyê ye. Wan rêhevalan erkên xwe yên şoreşgerî heya dawiye pêk anîn. Dema em lê mêze dikin jibo dagirker nekevin Efrinê ji Kurdistanê bigire heya derveyî welat jî hemû gelên azadîxwaz liser piyanin û hertim di nava çalakiyadene. Lê tene ev têre nake. Lazime ji tevlîbûnan  heya meşan pir bi girseyîbin. Em di wan çalakiyande rihe netewbûyina gelê Kurd dibinin. Êdî em dikarin bêjin gele kurd hebuna xwe misoger kiriye. 

Em wek KJAR bangawaziyame di serîde jibo  gelê Rojhilatê Kurdistanê, jinan û hemû mîrovahiyêye ku çawa ku xwedi li  berxwedaniya Kobanê derketin lazime bi wî rihî xwedî li berxwedaniya  serdeme ya Efrinê jî  derbikevin û bi wî çoş û moralê mezin lazime dakevin qada û Newrozê piroz bikin. Nevroza 2018 yê bibe dawiya dagirkera. Rihe şirîn elenhulî, Rewşen û Mazluman em dibên cejna newroz çawa ku dîrokê de gelê kurd û gelên Rojhilata navîn gihiştin azadiyê emê bi ruhê berxwedaniya gelê Efrînê her deverê cîhanê bixin çanda jiyan û bi tekoşîna azadiye bighînin serkeftinê.          

 

                                                                                                                             

                                                                                                                   KOORDÎNASYONA KJAR

                                                                                                                               20.3.2018