Plangeriya ku di 9 çîla 2013 de li navenda Fransayê Parîsê de pêk hat her sê jinên têkoşer bi avayekî hovane hatin qetil kirin. Em van bi  rêzdarî bi bîrtînin. Soza têkoşînê di xetta van de nû dikin.  

     Hêzên ku di wê plangeriya qirêj de cih girtine û  palpîştiya wê kirine şermezar û lanet dikin. Rêheval Sakîne Cansiz  temsîla jina Kurd a wêreke. Di nava  tekoşîna azadiya de pêşenga vîna Jina Kurd e. Rêheval Sara cihê xwe di nava damezirandina PKK de girtiye. Roja ku tevgera Apoyî nas kiriye şundatir pîvanên mîlîtantiya Apoyî di kesayeta wê de şênber bûye.  Heval Sara ji bo azadiyê li hemberî hemu zor û zehmetiyan jina ku her tim berxwedaye. Li hemberî faşîzma 12 ê îlona  a 1980 ‘an de li zîndana Amedê de  bû sembola jina ku evîndarê azadiyê ye û ji bo azadiyê têkoşîn dike. Rêber Apo  şahadeta Heval Sara weke komkujiya duyemîn a Dersîme bi nav dike. Çanda berxwêdêr a jinên Dersîmê weke Zarife û Besayan di kesayata Hevala Sara da xwe gihandiye lûtkeyê.

     Rêheval Fîdan Doğan (Rojbîn) weke jineke Kurd û elevî di nava şert û mercên koçber buyina derveyî welat  de ji bo azadiya gel û welatê xwe tekoşîneke bêhempa meşand. Bi rewşenfikir buyina xwe, hewlda ku  vîna Jina Kurd li hemu deverên Awrupayê bide nas karin. Şerê xwedî derketina rûmeta xwe da meşandin û gîhîşt azadiyeke bê dawî. 

   Rêheval Leyla Şaylemez (Ronahî) jî weke jineke ciwan xwedî nirxên jina azad derket. Ji bo wê jî li Awrupa di nava xebatên ciwananda bi coş, moral û dînamîk buyina xwe li hemberi pergala kapîtalîst  bi şorêşgertiyeke radîkal bû pêşengê  jinên  ciwan.

    2013’an Rêbêr Apo xwest ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd  gavên  mezin biavêje û deriyekî çareseriyê veke. Dema plangeriyê bi  wê pevajoya re bi zanebûn hem wext  hate plankirin . Bi wê komkojiye daxwaza desthijdar û xwinmêjan ev bû ku pêvajoya  ji aliye Rêber Apo ve bi hessasiyeteke zirav dihate pêşxistin were bê bandor kirin. Rejima faşîst a AKP û Mît ê ji komkujiyê berpirsiyarin . Kesên ku ev komkujî kirine û destê van di nav de ye roja yekem jî dihate zanin lê 5. Salvegera komkujiye de bi hîn belge û dîmenên derketine holê ev şênbertir bû. Qetil kirina  van her sê hevala ne tesadufe ev êrîşeke li ser Rêber Apo ye. Bi taybet jî di şexsê Heval Sara de Serokatî hate hedef girtin.  Tevgera Jina  kurd hate hedef girtin.

     Bi wê komkojiyê faşîzma pir destî xwest daxwazên gelê Kurd û vîna gelê Kurd tunne bike. Lê li hemberî wê tevgera azadiyê tola wê komjiyê girt. Tolgirtin wê hîn berdewam bike. Yek ji xeyalên Heval Sara li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê meşandina tekoşînê bû. Em jî weke KJAR  daxwaza Rêheval Sara ji bo çuyina Rojhilatê Kurdistanê  û giringî dayina rêxîstin kirina jinên Rojhilatê Kurdistanê dizanin. Heval Sara ji bo rexistin kirina jinên Rojhilatê Kurdistanê ked daye. Em jî  weke KJAR şopdarên wê ne. 

      îro li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de serhildanên kû pêş dikevin de îradeya  jina têkoşer careke din xwe dide nîşandan. Jin li her devara ku lê jiyan dikin li hemberî rejîmên faşîst têkoşîn meşandinê de hêza pêşengin. Di van serhildanan da pêşengtiya jinan  weke hevî,hesret û baweriya Heval Sara ye. Rêber Apo jin weke netewekî bi nav dike. Ev netewa ku bi hezar salane di bin serweriya hişmendiya zilamsariyê  de ye encax bi rexistin buyineke xurt dikarin bibin bersîv. Di van serhildanan de yek girtina jinan ji bo rojên azad bibe nîşaneya rê.

     Em herî dawî ji careke din komkojiya Parîsê di 5. Salvegera wê de şermezar dikin. Kesên ku deste van di nava wê plangeriyê de heye, yek bi yek hesap ji wan hate pirsîn  û yê were pirsîn. Di şexşê Rêheval Sara,Rojbîn Ronahî de hemu cangoriyên azadiyê bi rêzdarî bibîrtînîn. Desthiladar wê yeke baş dizanin ku dîrok her tîm zîndîye. Kesên ku li ser masayan  diroka xwe bi deravan didin nîvîsandin jî rojek ji rojan heqîqet van mîsoger derdikeve holê. Hin kes hene têne dinyayê jiyan dikin,dimrin  û tên ji bîr kirin. Lê hin kes jî hene ji bo nîştîman gîyan bexş dikin weke Sara, Rojbîn û Ronahî  tu car nayên ji bîr kirin.

                                                                                    KOORDÎNASYONA KJAR Ê 

                                                                                             09.01.2018