Em dikevin 25.salvegera şahadeta Ş.Bêrîtan Hêvî. Di şexsê Ş.Bêrîtan de destpêkê hevalên kû meha Cotmehê de şehîd ketine û hemû şehîdên şoreşê kû di tekoşîna azadiyê de şehîd ketine em li hemberî bîranîna van bî rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Rêheval Ş. Bêrîtan di têkoşîna azadiya Kurdistanê de bi jiyan,sekin û çalakiya xwe bûye sembol. Bi eslê xwe ji Dersimê ye. Kesayeta jinên Dêrsimê yên berxwedêr a kû li dîroka tê, di kesayeta xwe de ava dike û dibe şopdarên Besêyan. Hevala Bêrîtan di xebatên ciwanan de dest bi têkoşînê dike, piştra ji bêhna xwe li çiyayên Kurdistanê digre. Hezkirina wê ji bo gêrîlatiyê,daxwaza ji bo azadiyê, welatparêztî, berxwedan û îradeya wê di kesayeta wê de gelek zû derketiye pêş. Seknake wê ya gelek entelektûel û asî heye. Li hemberî paşverûtî û şaştîyan xwedî sekneke gelek radîkale. Ji bo bûyîna mirovekî azad bi israre,weke jinekî ji bo nasname têkoşîn dayînê de kesayeteke tû car gav paşde ne avêtiye. Di nava têkoşînê de hem aliyê fikrî hem jî aliyê pratîk de bi kedê re bûye yek û xwe ji bo her cûre zorî zehmetiyan amade kiriye. Di wê mijarê de bûye xwedî jiyaneke her tim mînak. Weke hertim destnîşan dikir ‘’Şoreş kesayeteke bi bahoz dixwaze ‘’ re giredayî maye, di mijara azadiyê de weke bohazekî pêşketiye, li hemberî paşverûtiyan qasî bahozekî bi hêrs bersiv daye.

Bi armanca tasfiye kirina têkoşîna azadiya Kurdistanê, ji aliyê dewletên heremê û dewletên derve ve di sala 1992 ‘an operasyonên hevbeş pêk hatin. Dewletên weke Amerîka Tirkiye serkêşiya wê hevpeymana tasfiyeyê kirine û hinek partiyên Başur yên hevkar jî cîh girtine. Pêşmerge û gêrîla anîne beramberî hevdû. Hêzên kapîtalîst ji rêxistina azadiya Kurdistanê re wext diyar kirine û bi rêbazên herî bê vîcdan xelas kirina gerîlayên azadiyê hedef kirine. Li hemberî plangeriyê bersiva gerîlaya azad, berxwedan û azadiyê de bi biryar bûyîne. Rêheval Ş.Bêrîtan jî di nava wê şerê mayîn û nemanê de bi qehremanî berxwedaye û bi qehremanî jî gîhîştiye şahadetê. Li hemberî banga teslîm bûyina hevkar û xayînan weke bersiv bi sloganên Bijî Serok Apo ve xwe di kendal de di avêje. Helwesta Hevala Bêrîtan helwesteke şoreşgerî û xeteke. Ev helwest beramberî îxanet û hevkartiyê weke sîleyekî lê ketiye,ev sekna mîlîtana azade.

Sekna heval Bêrîtan a 25 sal berê pêşxist,di têkoşîna azadiya Kurdistanê de rastiyeke her tim were mînak girtine ye. Heval Bêrîtan bi sekna xwe bûye şopdarê Kemal Pîran û Mazlûm Doğanan. Îro ji aliyê hêzên planger yên navdewletî bi hevpeymanên qirêj ve dixwazin tekoşîna azadiya Kurdistanê tasfiye bikin. Tecrît û îzolasyona kû li ser Rêber Apo parçeyek ji wê pevajoyê ye. Li gel wê, ji aliyê hişmendiya înkar û îmhayê li 4 parçeyê Kurdistanê destkeftî û îradeya azadiya gel dixwazin paş de bikşînin. Li Başurê Kurdistanê êrîşên kû wê dawî yê çêbûne û di şexsê hinek grubên Kurdan de sekna teslîmiyetê ya kû derketiye pêş jî, beşek ji van polîtîkayane. Ji ber wê jî roj roja di berxwedan û azadiyê de îsrar kirinê ye. Roj roja li hemberî teslîmîyet û îxanetê yekbûyîn, bi hevdû re hevkartiyê xelas kirinê ye. Hevala Bêrîtan berxwedan tê çi wateyê bi sekin û jiyana xwe baş nîşanî me da. Rêber Apo jî Hevala Bêrîtan weke sembola jina azad pênase kir û diyarkir kû rêya xwedî derketina rûmeta jina Kurd jiyanî kirina xeta Bêrîtan e. Weke jinên Kurd erka me heya dawîyê xeta Ş.Bêrîtan dayîna jiyan kirin, bi wî şeklê girêdayî bîranîna wê mayîn û xeyalên wê yên azadiyê derbasî jiyanê kirinê ye. Jinên Kurd yên kû dixwazin azad bibin pêwîste şopa Ş.Bêrîtan de bimeşin, bi herikin refên têkoşînê û li hemberî paşverûtiyê şer bikin. Weke jinên Kurd ji bo azadiyê rêyeke cuda nîne.

Li ser wê bingehê di şexsê Rêheval Ş.Bêrîtan de em hemû şehîdên meha Cotmehê careke din bi bîrtînin, ji bo bîranîna van bersiva herî mezin înşa kirina jiyana azade.

 


 

Bijî Serok Apo !0

Şehîd Namirin !

Bimre Îxanet û Hevkartî !

KOORDÎNASYONA KJAR’Ê