Ji bo hemû zîndewaran sê tiştê esas hene ku pê jiyan bike. Xwarin vexarin, xwezêdekirin, ya din jî parastin e. Bi taybet jî, ji bo mirov cîvaka xwe berdewam bike tiştên sereke ev in.

Rojîn Hêja

Ji bo hemû zîndewaran sê tiştê esas hene ku pê jiyan bike.  Xwarin vexarin, xwezêdekirin, ya din jî parastin e. Bi taybet jî, ji bo mirov cîvaka xwe berdewam bike tiştên sereke ev in.  Ji bo hemû mirovan, bi taybet jî ji bo Kurdan ku bikare hebûna xwe biparêze û hebûna xwe berdewam bike, xwe ji qirkirinê xilas bike parastina xwe, bi taybet jî parastina cewherî dive hebe. Di gerdûnê de hebûna herî bi wate ku mirov e, bêguman ji bona mirov hebûna fîzîkî NAN, yanî xwarin vexwarin jî lazim e.

Di civaka Rojhilata Naverast de “nan”, “qût”e.  Qût, genim e. Genim jî, yek ji tiştên herî pîroz yên civakê ne. Çand e, çandiniye, şoreşe. Şoreşa dayika xwedawend e, bereketa neolîtîkê ye. Em binêrin li dîroka Kurdistanê li erdnîgariya wê  û li civaka Rojhilatanavîn û nexasim jî li Kurdistanê. Emê bizanin ku ka çîqas welatê nan e. Lê bi dagirkerî û desthilatdarîyêve ev welatê nan bê nan hatiye hiştin.   

Disa em li TV’yê temaşe dikin û bûyera kolberan dibînin.  Herî dawî li Merîwanê 10 ciwan  dema kolberî dikin di berfê de wendabûn.  Çar ji wan jiyana xwe ji dest dan. Ez bawer dikim ku kesên  xwediyê ehlaq û wîjdan be, wê dilê wê/wî bi êşê. Bi raya min êdî êş kîşandin jî têrê nake, divê ji xwe û ji rewşa mirovahiyê şerm bike. Ne tenê şerm, lazime ku li hemberê ev dewletên qirker û dagirker biryarê tekoşîn bide. Da ku em xwedî li rastîya gelê xwe yê berxwedêr û şehîdê xwe derbikevin. Hemû ciwanê li wê jiyana xwe ji dest didin şehidê welatê xwe ne. Ew Ferhatê cîwan ê 14 Salî jî şehîdê Kurdistanê ye.  Ji xwe gelê me yê Merîwanê jî wisa lê xwedî derketin û bi durişmeyên Şehîd namirin qîriyan û wisa sipartin axê. Ev xwedî derketina gel mînaka hevgirtin û tekoşînê bû. Hemû gelê Merîwanê, bi hevre li wan şaxên bilind û bi berf, li ciwanê xwe geriyan. Hemû jî bi hêviya wan zindî bibînin digeriyan. Lê dîsa nekarîn wan xelas bikin encex rastê termê wan hatin. Gelê Kurd û Kurdistanê ji van dîmenan re ne xerîbe. Li Bakûrê Kurdistanê li ser bûyera Roboskî 8 sal derbasbû. Di wê komkujiyêde 34 ciwanê kurd hatin qetilkirin. Lê hîn jî bi gotina dewletê; “faîlê wî nehatiye zelalkirin.” Em weke tevgera gelê Kurd pir baş dizanin ku fail dewleta qirker û dagirker bixwe ye. Fail dewletin ji ber ku her tim, gelê Kurd înkar dikin, her tim qirdikin. Her roj li ser sînorê Bakûr, Başûr an Rojhilat ev rewş tê jiyîn. Gelo yê dewleta Îranê ji bo van kolberan û gelek kolberên din ku jiyana xwe ji dest dane wê kê sûcdar bike. Ew jî wê bêje; “fail ne diyare” lê em dizanin ku fail desthilatdar û rayedarên dewleta Îranê bi xwe ye, polîtîkaya wan ya aboriyê ku gel birçî dihêle, polîtikaya wan ya şere ku her roj ciwanên me yê leheng û çeleng dikuje. Li çar parçeyên Kurdistanê hemû gelê me şer jiyanê dikin. Ji bo bikare xwe bide jiyîn li pey pariyekê nan e. “Di welatê nan de bê nan maye”û ji bo bikare xwe bide jiyîn di bin hemû şert û mercan de kar dike. Ji bo nan, ji bo jîn, jiyanê! Ne berf, ne baran, ne teyrok, ne tofan, di bin hemû şert û mercan de li sînoran dixe, hem jî bi bihaya giyana xwe. Jiyan û nan bûye mijar ji gelek çîrok û serpêhatiyan re, ji bo vêbûye helbest, bûye sitran, weke mamosteyê hêja Necmedîn Xulamî jî di strana xwe de dibêje; “Jiyanê emro difiroşin bo kirîna nanê sibê....”

Ji ber vê bû ku di rakirina cenazeyên her çar gêncan de, gelê me nan di destê xwe de rakiribûn û nîşanê kamerayan didan. Ew ji bo hemû dagirker û desthilatdaran mesaj bû, ger em mesajê rast bixwînin emê bibînin ku dibêjin; ‘ji bo pariyekê nan bû, we ev gencên me qetilkir? Dewletên dagirker hûn dixwazin me bi nan terbiye bikin. Lê em nayên terbiya we dagirker û qirkeran, em nayên hîzaya ku hûn dixwazin me bikşîninê!’

Ger ku em bi vê rengê bixwînin yê rast be. Ji ber ku Ferhat, Azad û hemû ciwanên kolber û karker in, jiyana wan bi feqîrî û xêzanî be jî, jiyanekê bi rumet û şeref ji bo xwe esas digirin.   Ev salên dirêjin ku dijmin weke polîtîka sîxorî, besîcî û hwd pêşdixin, bi van rêyan hin kesên noker û xwînxar pereyên ku xwina gelê me lêketiye dixin berîkê xwe. Dijmin dixwaze gelê me, jin û ciwanan bi van rêyan bixapîne û bixe xizmeta xwede. Lê ciwanên me wekî Ferhat’an, tu car nakevin xizmeta dijmin. Bi ked, bi xwêdan û xwîna xwe jiyan dikin. Yanî ya rast heta dawiya jiyana xwe jî bi vê ferasetê dijîn. Bi taybet jî niha li Îranê weke polîtîkayekê sereke gendelî, qirêjî û bi destê dewletê – hukumetê tê meşandin. Xwe pêşandanê Îran û Rojhilat de jî pir zelal xûyakir ku gel êdî ji van polîtîkayan bêzar bûye û li hemberê vê pergala qirker û faşîst sere xwe radikin têdikoşin, ji bo jiyaneke azad, wekhev û demokratîk ava bikin.  Ji bo ku êdî Merîwan, Roboskî û Serêkaniyên nû neyên jiyîn. Ji bo ku êdî Ferhadên me, Hemûdên me, nemirin!