JI BO RAYA GIŞTÎ

Despêk1395/12/30

Lêdwana KJAR Ji bo newroza 2017

Em NEWROZA 2017 bi kelecana nûde vejîna jiyana bi rûmet, mizgîniya azadiye  cejna berxwedane cejna azadi, vekhevî heqîqetê  serîde kawayê hemdem Reber APO, hemû gelê kurdistan, jina kurd, pîr û cuwanê kurd û hemû qabîleya civaka mirovatî  pîroz dikin.

Cejna NEWROZÊ 21 Adarê destana berxwedanî û serkeftina tekoşîna kawayan li beramberî zilimdarî, neheqî  û koletiye ji bo gelê kurd- jina kurd buye çanda jiyana azadî û rihê berxwedaniyê. Newroz wetaya jiyanê bi sekna zekiya alkan, Rahşan demîrel, Şirîn elemhulî,Mazlum doxanan ji agirê bedena xwede ji xwaliyê bedena xwe jiyana azad ji bona gelê xweyê  ku di nava pençeyên dijminan xilaskirin û ronî kirine. Newroz mina nergiz, gul û beybunên ji nava dilê axa pîroz renga gengiya xweşikbun û bedewbuna jiyana azadi hebun kirine. Cejna Newroz banga dengê berxwedane ji bo gelê kurd. Li beramberî zilimdar û Dehaqên tarîx ji heta îro, kurdistanê dagirkirine xwedî derketina nasnama azadiye ye. Agirê NEWROZ li diji tarîtiyê ronahiya fikra zerdûşt ji bo gelê kurd hem bu ye boweriya ku ji latande gul bişkivandin buluseya ji nava dilê haqîqatde giyan her dem rû geşkirine.

Sedsala 20 û 21 bi fikir û felsefa Reber APO carekê dîtir bi berxwedaniya asrêve Agirê Newrozê geşkiriye û li her derê cihanê buye cihê bîr û bawerî hevî û aşqa jiyana azad. Îro Newroz cîhan xemilandiye îro newroz gerdûn bi govenda azadiyê, birati û dostan mirovatî delşa kiriye. îro jinê kurd mina rengê baharê her dever cil û bergê xweyê bedew jiyan xemilandiye bi sekna jina azad jina herî bedewe kiriye çanda jiyana serbilindî û serfiraziya dirokê. Em her kêlî û her rojê û hemû salê bi tekoşîna azadiyê bi zanistiya çanda hebun bi berxwedaniyê xwe berdevam dikê li dijî her cure koletî, neheqî û zordariye bi ruhê berxwedaniya cejna Newrozê ji kirmanşah ta urmiyê ji mahabat ta îlamê ji cîzîra botan ta Amedê ji Dersîm ta kamuşlo jî kobanî ta afrînê ji sûleymanîyê ta kerkûkê ji şengalê heta zaxrosan bixin xelqayek ji agirê berxwedaniya Newrozê û tekoşîna azadiya hebuna xwe misoger bikin. Agirê Newrozê diyarî Roja pîroz bikin.carek dî em cejna newroz tevahî gelê kurd gelê Rojhilata navîn û mirovahî pîroz dikin.

 

KOORDÎNASYONA KJAR