Di roja me ya îro de li cîhanê û bi taybet jî li Rojhilata Navîn, krîz û qeyranên berfireh û piralî tên jiyankirin. Mirovahî van krîzên jiyanî di tevahî qadên jiyanê de bi kûrahî hîs dike. Sedema bingehîn ya vê rewşê jî sîstema modernîteya kapîtalîst e. Ji bo ku temenê xwe dirêj bike serî li her rêbazên qirêj dide. Di navbera gelên bi hezara salan in bi aştiyane bi hev re dijîn de nakokiyên sunî derdixe û dide şerkirin,  ol û mezheban li dijî hev sor dike û dîsa dide şerkirin. Bi mudaxaleyên siyasî, qeyranên aborî ava dike û welatên herî dewlemend jî dike ku bi xwe ve bide girêdan. Ev mudaxale hemû berhemên aqlê mêr ê deshilatdar in. Ji bo ji deshilatdariya xwe re qada jiyanê veke, her kêlî jiyanê dikuje. Beriya her tiştî berê êrîşên xwe dide jin û ciwanan. Ji ber ku li hember van siyasetan, hêzên azadî û demokrasiyê jî bi pêşengtiya jin û ciwanan di nav berxwedanekê de ne. Û ev berxwedan, bênavber hêvî û moralê didin mirovahiyê.  Her wiha wê rizgariya mirovahiyê jî bi destê van hêzan pêk were.

Li Rojhilata Navîn îro rêveberiya piranî welatan bi temsîliyeta aqlê mêr ê desthilatdar tên meşandin. Lê di vê de ya ku serî dikşîne û dixwaze vê siyasetê li her derê belav bike; Komara Îslamî ya Îranê ye. Bi navê Îslamiyetê, her qada jiyanê li gorî aqlê mêr ê desthilatdar dîzayn dike. Dixwaze hemû beşên civakê tenê mîna vê desthilatdariyê jiyan bikin. Lê avahiya gelên ku di nav sînorên Îranê de dijîn, ew qas jî li gor van ferzkirinan nîne. Xwedî çandeke berxwedan û serhildanê ya bi kok û kûr a dîrokî ne. Bi taybetî jinên Îranî xwedî qereqterekî asî, berxwedêr û zanisteke kûr de ne. Ji ber ev qereqter tê zanîn, ji bo ku hêza civakê ya hevgirtin û rêxistinkirinê ji hev de bixîne, tune bike, dînamîka herî xurt a civakîbûnê; exlaqê hedef digire. Besîcî, fihûş û bikaranîna madeyên hişbir belav dike. Ya ku bi veşarî dike, di eslê xwe de bêexlaqiya rûyê rejîma desthilatdar bixwe dide xuyakirin. Li hember vê îro gelek beşên civakê weke mamoste, karker, karmend, şofêr û hwd. zilma rejîmê qebûl nakin û ji bo mafên xwe yên mirovî bi dest bixin xwe birêxistin dikin.

Li hemû deverên cîhanê, ji bo jinan gelek tiştên jiyanî ku weke mafekî mirovî yên bingehîn in li Îranê di nav lîsteya qedexeyan de ne. Jin ji perwerdeya bi zimanê dayîkê bêpar in, bê destûra mêrek nikarin derkevin derve, nikarin bi îradeya xwe cil û berg li xwe bikin, ji mafê huner û werzişê bêpar tên hiştin. Jinên ku van qedexeyan binpê bikin jî tên cezakirin. Jixwe Îran her tim cezayê sêdareyê li ser serê hemwelatiyên xwe weke gef bi kar tîne. Her wiha dixwaze di nav civakê de, bi taybetî di şexsê jinê de tirs û xofê belav dike.

Rejîma Îranê tevî dijderketinên jinan ên li dijî qanûnan, dijderketinên jinê yên di nav malbatê de jî weke sûcên li hember dewletê hatî kirin dibîne. Di demên dawî de du jinên din jî bi vê ferasetê hatin sêdarekirin. Yanê tevahî êrîşên li ser jinê tên kirin bingeha xwe îdeolojiya desthilatdar in.

Salvegera roja 25’ê Mijdarê “Roja têkoşînê ya li hember tund û tûjiya li ser jinê” em di van şert û mercên dijwar de pêşwazî dikin. Lê ji bo hilweşandina ev kelehên zilmê, em ji her demê zêdetir bi hêvî ne. Hêviya me ji têkoşîn, berxwedan û rêxistinkirina me tê. Îro têkoşîna me ya jin a Kurdistanê, bi îdeolojiya Rêber Apo, bi asta xwe ya îdeolojîk, rêxistinî û çalakvaniyê, bi îdîa û biryardariya pêşengtiyeke cidî radibe. Li Rojhilata Navîn hêvî, bawerî û moraleke mezin ava kiriye. Her wiha em bang li hemû jinên Îranî dikin ku; bila xwedî li çanda xwe ya dîrokî ya demokrat, aştîxwaz û azadîxwaz derkevin. Li her cihê lê jiyan dikin di nav hevgirtineke rêxistinkirî de bin, têkoşîn bikin.

Li Komara Domînîkê, di 1960’î de, sê xuşkên Mîrabel pêşengtiya rêxistina li dîjî dîktatoriyê kirin. Ji aliyê rejîma dîktator ve hatin qetilkirin. Berxwedana wan bû sedema şoreşê, rizgarî û azadiya welatê wan. Heta îro bi hezaran xuşkên me, jinên şoreşger, ji aliyê rejîma Îranê ve hatin qetilkirin. Werin em jî hêza xwe bikin yek û di şexsê Şîrîn Elemhûliyan de berxwedana van jinan bi rêxistinên xurt bigîhînin serkeftinê. Tirsa herî mezin a desthilatdaran jinên rêxistinkirî ne. Ji ber ku jin bêtirs in, wekhevîxwaz û dadperwer in. Loma jî deshilatdariya mêr li cihê ku jin têde rêxistinkirî bin nikarin li gor berjewendiyên xwe zilmê bikin.

Jinên ku bi azadî û îradeya xwe beşdarî jiyana civakê bibin jixwe wê civakê xurt dikin, pêş ve dibin. Di wê civakê de qrîz û qeyran nayên jiyankirin. Dewleta Îranê mafên tevahî gelan ên demokratîk û bi taybetî jî mafên jinê yên mirovî nas bike, wê ji nav van alozî û qeyranan derkeve. Bikaribe bi hêza xwe ya hevgirtî li hember tevahî sepandinên hêzên emperyal derkeve.  Di Rojhilata Navîn de bibe hêza yekemîn a demokrasiyê.

 

KOMALGEHÎ JINANÎ AZADÎ ROJHELATÊ KURDISTAN-KJAR

24.11.2018