erdema em tê de jiyan dikin jinan dehf dide ber kendalan û civakê ber bi tunebûyînê ve dibe. Em dikevin merheleyek wisa de ku nakokiyên civakî, netewî, çînî, aborî, hawirdor hwd. Ber bi lûtkeyê ve diçin.

Lİ DİJÎ ŞÎDETÊ YEKBİGRİN TÊ BİKOŞİN, AZAD BİBİN”

Serdema em tê de jiyan dikin jinan dehf dide ber kendalan  û civakê ber bi tunebûyînê ve dibe.  Em dikevin merheleyek wisa de ku nakokiyên civakî, netewî, çînî, aborî, hawirdor hwd. Ber bi lûtkeyê ve diçin.  Ev rewş di heman demê de encamê rizandina  hezar salan a dîroka şaristaniyêye.  Çawa ku pirsgirekên civakî di encama zihniyet û desthilatiya zilem de  derdikevin holê  îro jî  bi tekoşîna jinêve mûdaxaleyek li ser jiyana civakî tê kirin û di vê çerçeveyê de guhertin û veguhertin pêk tên. 

Yêk ji erkê jinê a bingehîn qirkirina civakê dane sekinandin e.    Piştî ku tevgera azadiya Kurdistanê ji tespîta Serokatiya me a ku digot; ‘ê sedsala 21. Bibe sedsala azadiya jin’ kete rê û şûnda pergala zilemsalarî ji bo ku ev yêk pêk neyê  bi her awayî dijî wê şuxûlî.   

 Pergala zilemsalarî  dibêje ku serdema birdoziyan xelasbûye.  Ev gotine di bingeh de ji bo ku jin û civakê ji birdozî û felsefeya azadiyê cuda bike  hatiye gotin. Li dijî viya di nava tekoşînek birdozî û zanistiyekê de tevgerandin girîng e.  Ji ber ku êrîşên pergalan ên li dijî jinê heta dawiyê xwedî birdozîne.  Zanistiya zayendîû birdoziya wî di heman demê de  li hemberê sistemavakirina zilam tekoşînkirine.   Sedsala 21. Di heman demê de ew deme ku desthilatên klasîk, netew dewlet, newekheviyên civakî tên lêpirsînkirin û tên bihûrandin.   

Qeyranên sistemê yên heyî di rastiya xwe de gelek rêû rêbaz pêşkêşdike ku tu azadiya jinê bidî afirandin. 

 Pêwîste rolên ku ji aliyê şaristaniyên bi hezaran salan teybet jî şaristaniyên kapîtalîst ji jinê re diyar kirî, bi awayeke ciddî were lêpirsîn kirin û ji bo ku ev role werin guhertin siyaseta ku niha ji aliyê eqlê mêr ve tê rêvebirin baş were tehlîlkirin û li dijî viya tekoşîn were kirin. 

“Zilemên dewletê” di roja me ya îro de bi gotin û ferasetên ne li gorî exlaqa civakê, yên  zayendperest, netewperest û olperest ve mirovahiyê perçedike û bi hevdu dide qirkirin.  Bi vî awayî faşîzmê pêşdixin û civakan qurbanê ajo û qelsiya xwe dikin.  Wexta em mêze kesên ku nûneriya hêzên emperyalîst a cîhanê yên wek Serokê DYA Donalt Trump, Serok Dewletê Rusya  Vladimir Putin, Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron û yê ku li Rojhilata Navîn pêşengtiya rejîmên totalîter dike Serokvezîrê İsrail Benyamin Netanyahû,  Qralê Erebîstana Sûdî Selman Bin Abdulazîz, Serokê Olî yê  İranê  Alî Xameneyî, Serokkomarê Turkiye Tayyip Erdoğan bikin emê vê siyaseta qirkirina civakê eşkera bibînin.  Ev kesayetên nexweş  ku xwe Serokû serwerên  cîhanê  ê yekemîn  dibînin ne tenê jinê, di şexsê jinê de tevahî civakê dikin hedefa xwe de. 

Faşîzm û tevahî desthilat,  siyaseta ku bi hiş û zimanê zilem ve pêşdikeve, şer, qeyranên civakî û aborî herî zêde jinê bandor dike.  Pirsgireka jin êdî sînorên netewî, çînî, heremî bihurandine û vegeriyaye qrîzek global.  Zayendperestî, netewperestî, olperestî û zanistperestî ku berhemên eqlê mêrê serdestin,  li pêşiya jiyana jinê û civakê a wekhev, adil û azad astengiyeke mezin çêdike. 

Ji ber ku dewletên ku bi eqlê serdest ên zilem ve tên rêvebirin şûna ku wekheviya civakê esas bigirin bi ferasetek talanker,  cîhadker, dagirker ve mêzeyî derdora xwe dikin û li pey xeyalên xwe xistina  hêzeke hegemonîk ê navendîne,  civakan her tim ber bi şeran ve dikişînin.  Wexta viya dikin jî dixwazin ku jinên wî welatî jî  dev ji jiyana azad  û wekhev berdeû tenê guhdarî gotinên wan bike.  Di bin navê xizmetkirina şer de wekî makîneyekê zarok anînê dixwazin her tim ew jin  zarokan bînin.  Dixwazin mudaxaleya her kêlî jiyana jinê bikin jin wê çawa li ku derê û bi kêre bijî diyar bikin  û bi vî awayî jî dixwazin  jinê têxin jêr  qontrola xwe de.  Ji bo serdestiya siyaseta zilam kevneşopiya civaka Rojhilata Navîn dibe zemînek.  Ev yêk jî ji bo jiyana jinê hîn zêdetir zehmetiyekê ava dike.   

 Li Rojhilata Navînde pirsgirek û nakokiyên herî bingehîn ên jinê ewe ku bi eqliyeta kevneşop a zilamsalar ve rêvebirina siyasetê yeû vî siyasetê sepandina li ser jinê ye.  Lê moderniteya Ewropa jî  bi pêşkêşkirina jiyaneke balkêş,  jinê ji cewher û rastiya xwe dûr dixîne, mûdaxaleya   sosyolojî, psîkolojî heta biyolojiya wê dikeû neçarî jiyaneke mecazî ya ku ji rastiyê dûr dike.  Tevgera jin bi hemleya xwe a bi navê “NİHA DEMÊ GUHERTİN û AZADİYÊYE” dest bi lêpirsîna kevneşopiya civakî û rola ku ji jinê re hatî  diyarîkirin dike.  Ev pêngav,  di hemû beşên Kurdistanê û derveyê welat de li gorî xwesertiyên xwe hatiye destpêkirin. 

Çawa ku pirsgirekê jine sinorên welatan dervaz kir û gerdunî bu pêwîste ji bo çareserî jî li astê gerdunî de têkoşîn bê dayin. Ji bo vê jî wek KJAR,  ji bo rojev kirina pirsgirekên  azadiya jin û guhartina civak û ji bo pêşxistina jiyanek alternatif ku li çerçeveya pengave “Lİ DİJÎ ŞÎDETÊ YEKBİGRİN TÊ BİKOŞİN, AZAD BİBİN” de me 28 tîrmehê starta pengavê dabu. Bi wesîleya 1 îlonê roja aşti a cihanê, ji bo zarokên me li cîhanek yeksan û azad de bijîn, xeyalên wan ne kujin, peşketnen wan a azad sînodar nekin, li nava pêngava mede me, kampanya ye na bo zewacên bûçik xebat didin destpêkirin. Pêngavame her meh bi kampanya yekî bi bandor çareser kirina pirsgirekan wê rêveçûnê esas bigre. Şuna ku xeyalên zaroken ku pêşerojên mene hilweşînin, ji bo pêk înanê xeyalên wan têkoşînê esas bigrin. Zarokên ku bi darê zorê têne zewicandin dibine kurbaniye zîhniyeta zilamên serdest ku ferasetê olperestî û kevne şopiya civake peş dixînin,  pêwîste ku zarokên me  ji vî zîhniyeta ku zarokan dike kurbanê xwe were rizgar kirin û jiyanek azad ji bo wan were bexşandin.  Ji bo wi yekê bangame; di serî de jinên rojhilatê navin û tevahî jinan  awe ku zarokên me yê ku li her deverê cihanê dibe kurbaniye zihniyeta zilamên serdest têkoşînek yekgirti bikin. Divi çerçeve de kampanya ku li Nijerya bi navê “tu sucdar nînî” hatiye detpêkirin gavekî gîrînge.      

Li gor vê yêkê   pêwîste zayendperestiya civakê were lêpirsînkirin û  avaniyên ku li pêşiya azadiya jinê dibin asteng werin hedef girtin û  ji bo guhertinê zextek bê ava kirin.  Ji bo cîhanêk azad a jin wêre avakirin, pêwîste hemû jin  Zayendperestî, netewperestî, olperestî û zanistperestî wek argumanên ku li dijî wana têkoşîn bikin bigrin dest. Ji bo cîhanêk azad a jin wêre avakirin, li dijî moderniteya Kapîtalîst moderniteya demokratîk; li dijî hilweşandina hawirdor û xwezayê tekoşîna ekolojik;li dijî pergala talanker a kapîtalîst, aboriya komûnal pêwîste wek alternatîf were pêşkêşkirin. Roja meye iro de çawaniya pirsgirekên ku tên jiyan kirin,  di çêbûyîna şoreşan û guhertina seyra dîrokê de xwedî teybetmendiyekêne.  Wek KJAR bi vî zanebunê guhertina seyre dirokê li gor berjewendiya jinan werin guhertin, têkoşînek aktîf, sekneke xurt, afirandina Jiyanek alternatif ji bo me nebe nabe ye. 

 Di bingeha li Rojhilata Navînde felsefeya jiyana azad de,  pêwîste em bi hemu jinên gelen ku em bi hevdu re jiyan dikin, tekoşînek hevbeş pêşbixin û li derdora slogana Jin-jiyan-azadî de pirsgirekên xwe rojev bikin û çareserî derxistina holê de ji  wek jin bibin parazvanên şoreşê yên herî bibandor. Wek jinên cîhanê eger em inşaya serdema jinê dixwazin pêwîste em rojevên xwe li ser navê jinên têkoşêr yên cîhanê rojevên  bikin yêk.  Di vê çerçeveyê de wek KJAR em bangawazi li hemû  tevgerên jinê ên li dijî pergalê ne dikin ku; yên  ekolojîst, femînîst, dijfaşîst, dij kapîtalîst, rewşenbîr, hunermend û hwd. Ji bo ku em bi hevre guhertin û azadiya xwe bi destbixin bi têgihîştina “Lİ DİJÎ ŞÎDETÊ YEKBİGRİN TÊ BİKOŞİN, AZAD BİBİN” têkoşîna hevbeş bidin meşandin.   

 

Kordînasyona KJAR

30/8/2019