JÎN

Vetar1398/2/31

“Henaseyê wê dihat û diçû. Hêza wê bi qasî hemleyekê mabû dixwest ku wê jî bişixulîne. Teqlîda bê caniyê kir. Dijmin hêdî hêdî xwe nêz kir. Jîn bê tevger ma. Jîn pîma xwe kişand. Di dilê dijmin de dengê azadiya Jîn wek qêrînekê gehişte asîmanan.”

 Zeynep Nêrgiz Botan

 “Henaseyê wê dihat û diçû. Hêza wê bi qasî hemleyekê  mabû dixwest ku wê jî bişixulîne.  Teqlîda bê caniyê kir. Dijmin hêdî hêdî xwe nêz kir. Jîn bê tevger  ma.  Jîn pîma xwe kişand. Di dilê dijmin de dengê azadiya Jîn wek qêrînekê gehişte asîmanan.”

 Dixwest bibe Jîn, dixwest bibe jiyan... ji bo wê jî pewîst bû ku hinekê bi sebir tevbigeriya.  Ji ber ku sebir, inad, tektîk dikarî çarenûsa çalakiyekê bi guhere.  Halbuki pir hevalên wê ji bo ku we xelas bikin  ber bi wê ve çû bûn.  Hemû jî hîna xwe negehandî wê şehît ketibûn. Ev rewş ji Jîn re pir giran dihat.   Ji bo ku wisa nebe tenê rêyek wê hebû.  Pêwîst bû ku ji rêhevalên xwe bide bawer kirin ku şehît bûye.  Nexwe tu tişt rêhevalên wê nedida sekinandin.  50 kes jî şehît bikevin, bi sedan jî şehît bikevin Jîn bi halê birîndar di nava dijmin de nedihiştin.  Jîn viya dizanî ji bo wê jî nava wan çirkande tenê tiştek ji destê wê dihat.  Ji bo ku rêhevalên wê bizanin ku ew şehîde cîhazê xwe digire.  eger bersiva cîhaz nede wê demê dê rêhevalên wê bawer bikin ku şehîde û li gorî wê jî dê tevbigerin.  Rêhevalên wê gazî kirin: Jîn, jîn, jîn..... lê ji Jîn deng derneket.  Tenê  nalînek bêdeng.

Ji dema ku birîndar bûyîve leşê wê pir xwîn windakiribû.  Nedikarî binale jî.  Dijmin ber serê wê bû. Henaseyê wê dihate bihîstîn.  Ji bo wê bêhn jî nedistand.  Her tişt ji bo armanca wê bû.   Di wê demê de tevahî jiyana wê wekî şerîdek filmê li ber çavê wêre derbas bû.  Bêgûman ji aliyekêve jî benda leşkeran bû ku baş nêzî wê bibin.  Ji bo wê jî amadekariyên xwe kiribû.

Di wan kêliyan de hinek kêlî li ber çavê wêde derbas bû.  Çiqas dixwest tevlî hemleya şoreşgerî bibe.  Beriya wê rêhevalên wê hatibûn şehît kirin.  Viya di wê de hêrsek mezin ava kiribû.  Dilê wê ji bo tolhildanê lê dida.  Pir cihên Zagrosê, Zap’ê, Xakûrkê herî dawî jî geliyê Zap geriyabû.  Ji bo ku tevlî çalakiya Rindikê bibe pir israr kiribû û niha herî cepheyê pêşde bû. viya wê pir keyfxweş dikir. Di vê hêlêde xwe pir bi şens didît. Piştre fermandara wê hat pêşçavê wê.  Hinek bîranîn rêz bûn. 

Rojekê çûbûn erkekê li wê derê pêwîst bû ku peyvendiya cîhazê bi lez were kirin.  Ji bo ku cîhazê girê bidin pêwîst bû ku biçin li ser du darên bilind.  Yêk du hevalên xort ji bo ku qabloyan girê bidin çûbûn.  Yêk hevalê xort mêze dara bilind kiribû û tirsiyabû biçe ser darê.  Lê tirsa xwe ji ber xûrûra xwe ya feodal nedabû nîşandan.  Lê Jîn viya zû ferq kiribû.  Bi lez xwe gehandibû li ser darê û qabloya cîhazê ya yekemîn  girêdabû.  Pişte jî wexta diçe cem dara duyem dibîne ku hevalê xort ji vê rewşê bandor bûye û bi lez çûye ser darê.  Hevalê xort çûbû ser darê lê nekarîbû were xwarê.  Wexta hevalê xort nekarî ji ser darê were xwarê şehît Jîn piştgirî dide hevalê xort. Ev rewşe her çiqasî xûrûra hevalê xort hincirandibe jî di dilê xwe de li hemberê Jîn heyran bibû. Cesareta jina Kurd bawerî dabû wî jî. Jî viya hîs kiribû. Dengê leşkeran nêz dibû.  Hêdî hêdî pêş de dihatin.  Ji tirsan ziravê wan qediyabû.  Ji bedena Jîn ya bê rih jî di tirsiyan.  Xeberê wan nîn bû ku ew bedena ku wan digot qey bê can e ji bo ku mêtingeriyê hilweşîne xwe amade kiriye.  Leşker çiqasî nêz dibûn dilê jîn jî hîn bi leztir lêdida.  Lêdana dilê wê, kelecana wê, arzuya tol rakirina rêhevalên wê bû.  Arzuya ku gavek beriya gavekê di mejiyê dijmin de teqandin... Kotola ku têde welidiyî û mezin bûyî hat berçav.  Mirovên Kotolê yên paqij fikiriya. Ew teybetmendî di Jîn de cewherî bibû.  Bi wan teybetmendiyên wê hemû hevalên wê de hez kirin ava kiribû.  Çi ferq nedixist di nava hevalên xwe de.  Kê dibe bila bibe eger pêwîstî bi alikarî hebe Jîn zû dikete dewrê de. Di şerde ji xwe bawer bû, bê minnet bû.  Sekneke xwezayî hebû.

Piştre Rojhilat fikiriya.  Xwe bi her zereyek Rojhilat ve kiribû yêk.  Xûrûra ku ji wir e her tim jiyan kiribû.  Wexta zarok çiqasî xweşik dilîstin bi hevalên xwe yên zaroktî re.  Dijmin li ser xeyalên zaroktiya wan xwestibû bilîze.  Ji bo ku wan xeyalan asteng bike pir rêbaz şixulandibûn.  Viya jî wê bi hêrs dikir.  ji ber ku dixwestin bikevin pêşiya xwebûyîna wê.  Lê gelê Kotol ê dizanî bû xwebûyînê bijî.  Tevahî çarenûs binguhê hev dixistin û viya dikirin.  Tenê ji bo ku xwebûyînê jiyan bikin li hemberê tevahî xerabiyan  bibûn afirînerên şereke mezin.  Kotol ciheke wisa bû ku ji bo tevgera azadiyê pir tevlîbûyîn çêbibûn.  Wexta mirov Kotol mêze dikir bêhna kedê dihat hîs kirin.  ji bo wê bû ku mirov ê Kotol ê her tim dihate hes kirin û rêz dihate girtin.  Jîn jî ji wan yêk bû. Fikirî; gelo di dilê rêhevalên xwe de qasî tê xwestin cih girtibû? An jî bi wan re bibû yêk.  Di ruhê wan de di demerên wan de herikibû? Gelo qet rêhevalên xwe aciz kiribû an jî êşandibû.  Gelo ji bo gelê xwe karîbû bibe gerîlayek xort.  Ya herî girîng jî gelo Serokê wê niha çi dikir.  çiqas dixwest Serokê xwe bibîne.  Rastî jî ji bo Serokê xwe layîk bibû.  Deqîqe pey deqîqeyan saniye pey saniyeyan diherikîn.  Ji cihê ku birîndarbûyî de bê navber xwîn diherikî lê hêza ku bombeyên xwe bikişîne winda nedikir.  Tevahî hêza xwe kom kir.  ji xwere got êdî demê ji nûve welidînê hat.  Ji xwere got êdî demê tolhildanê hat.  Got pêwîste ez vê gavê nemir bikim.  Pêwîste ez vê gavê daxîlê xeyalên xwe bikim.  Pêwîste ev gav ebedîbe.  Pêwîste ev kêliye bibe kêliya rêhevaltiyê, girêdayînê, kedê, fedakariyê.  Ev kêlî bibe kêliya tolhildanê kêliya hêrsê, kêliya hêzê.  Ev kêliye bibe kêliya gelê min û ev kêliye bibe kêliya Serokê min.  Kêliya layîkbûna Serokê min...Leşker baş nêzî bibûn.  Ji nav wande yêk li derdora Jîn çend tûr avêtin.  Piştrê qenêt kir ku êdî ew bê rih e.  Banî yên din jî kir.  hemû bi hevre baş nêzî Jîn bûn ku di navbera wan de mesafe nemabû.  Êdî şensê ji kes wan nebû.  Û Jîn cara yêk bi dijminê xwere ewqas rû bu rû dihat.  Cara yêk di hindirê çavê dijminê xwe mêzedikir û firsenda ku wan di dilê wan de lê bide dest xistibû.  Dijmin çawa dît ku çavên wê di gavekê de vebûn ji tirsan şaşwaz bûn.  Jîn heçku ji nûde vejîn bû  çavê xwe  xiste hindirê çavê dijmin û  keniya.  ‘qey we digot bê ku ez tola rêhevalê xwe bigirim ezê biçim.’  Dengê tolhildana Jîn gehişte sertabên çiya. Çiya hejiyan. Dengê Jîn di asîmanan de dengveda. Dijmin fersend nedît ku şaşwaz jî bibe, fersend nedît ku bitirse jî  nêzî 40-50 leşker tên kuştin Jîn tola rêhevalên xwe girtibû.  Êdî rehet dilê wê di nava huzurêde gehişte bedawîtiyê.