Di şexsê jina kurd a şoreşger de li hemû deverên Kurdistan û cîhanê jin ketine nava hewildanên ku desthilatdariyê bişkînin.

Di şexsê jina kurd a şoreşger de li hemû deverên Kurdistan û cîhanê jin ketine nava hewildanên ku desthilatdariyê bişkînin.

Em weke KJAR rêheval Sakîne Cansiz, Fîdan Doğan, Leyla Şaylemez û di şexsê her sê rêhevalan de hemû nemirên berxwedêr yê jin bi bîr tînin û bejna xwe li beramberî wan ditewînin. Di salvegera rê hevalên rojê carêkî din em bi bilind kirina têkoşîna xwe ,hirsa xwe ya tolhildan mezin dikin .Soza me eve ,tenê jiyanekê ji bo xwe heq  bibînin , bi sekneke bi hêz û azad em ê tekoşînê ber bi serkeftinê ve bibin. Em hemû di wê zanebûnê da ne ku ev êrîş di şexsê heval Sara, Fîdan Doğan û Leyla Şaylemez , li ser Tevgera Azadiya gele Kurd û jina kurd bû. Taybet ji ber ku her sê heval jî ne tenê weke kes di heman deme de weke nasnameya jina azad tevgeriyan û têkoşîn dane meşandin, bi êrîşeke wiha re rû bi rû man. Êrîşên herî dijwar li ser kesayetên xwedî vîna azad pêk tên. Heval Sara bi xwedî derketin jê sê nasname ya kurdbun,jinbun,elevîbun kesêk bu ku ji bona gihîştina hemu jinan bi cewhera xwe ya rateqîn bê dawî bedel da u bedela wî jî jiyana wî bu. Ev sekna hevala Sakîne ne tenê ji bo jinên li bakurê Kurdistanê, li her çar parçeyên Kurdistanê ra bû sembola azadiyê. Li bakurê Kurdistanê bi pêşengtiya hevala Sara bi hazaran jin cihê xwe di nava têkoşînê de girtin. Weke berdewamiya vê têkoşînê, di heman demê de li Rojava, bi pêşengtiya hevala Arîn, li beramberî zihniyeta hov a daîşê heya dawiyê têkoşîn da meşandin. Li Başûrê Kurdistanê hevala Viyan, di xeta azadiyê de heya dawiyê têkoşîn da meşandin û bêyî ku dudilî jiyan bike canê xwe feda kir. Li Rojhilatê Kurdistanê jî, roxmê ku pergaleke zayendperest li ser jinan tê ferz kirin ,Di şexsê Ş.Şêrîn Elemhuyî ku li girtîgeha Îranê, bi ruhekî pir mezin heya çûyîna xwe ya ber sêdarê serî netewand û li ber xwe da. Dîsa bi hezaran jin berê xwe dane nava tevgera azadiyê û bi sekneke pir bi hêz têkoşîn li beramberî rejîma Îranê ya desthilatdar dimeşînin.ev ruha berxwedan u têkoşîna heval sara diteysîne, Heval sara bi sekna xwe ya berxwedêr li zîndanê amed manifesto ya azadi yê ji hemu jinên cîhanê ra nivîsî ,ku wek dibinîn ev şop naha jî di kesayeta heval Leyla Güven de berdewam dike. di heman demê de rastiyek îfade dike ku heya jina kurd hebe wê tu demê cih ji zilma desthilatdaran re neyê dayîn

Ev rastiyêkî jê venegere ku di dîrooka tevgera azadi de ,di her pêvajey kî hestyar de jin bi tekoşina xwe modahile ya pêvaje kir u pilanên neyaran vala derxist ,neha jî di wî demê de bi pêşengatîya heval leyla ku di şopa berxwedana heval sara de dimeşê ,bi duruşma emê faşîzmê tekbişkinin bi rêber APO ra azad bijîn ev gava dîrokî hat avêtin , ji bona şikandina tecrîd ser rêber APO u xwedî derketin ji têkoşîna her sê jina azad , her mirovêkî azadixwaz bi erka xwe ya insanî rabê u dengê xwe u daxwaza xwe bi dengê heval leyla guven ra bike yek ji ber ku xwedî derketin ji têkoşina heval leyla guven ,xwedî derketin ji têkoşîna heval sara ye,

 

 

Koordînasiyona KJAR

10/01/2019