Bi boneya amadekariyên 3. konferansa netewî a jin,  heyetek ji Rojava çûn Rojhilatê Kurdistanê.  Heyeta Rojava ji Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah, Hevseroka Herema Efrîn Şîraz Hemo, çalakvana  civaka sîvîl Stêrk Qasim, Seroka partiya Şepola Pêşeroja Kurdistanê Narîn Metînî û nûnera kongreya Star a Başûrê Kurdistanê Cîhan Xelîl pêk dihat. 

Heyet ji aliyê Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn, Endama Koordinasyona KJAR’ê Dîlan Cûdî û Viyan Peyman,  Endama Komîteya Perverdeyê a Rojhilatê Kurdistanê Hêvî Dêrik, Endama KJAR’ê Rozerîn Kemanger û Endama Komîteya Diplomasî a KJAR’ê Ciwana Sine ve hat pêşvazîkirin. 

Çalakvana civaka sîvîl Stêrk Qasim di derbarê  zîndikirina xebatên konferansê de wiha axivî; “Armanca me çêkirina konferansa sêyemîn a yêkitiya  jinên Kurd e.  A yekemîn wek tê zanîn li Amedê a duyemîn li Hewlêrê hatibû çêkirin.   Wê demê komîteyek amadekar ku ji 22 kesan pêk dihat hatibû hilbijartin.  Ev komîte li her çar perçeyen Kurdistanê civatên xwe çêkirin.   Plansaziyek kar amade kirin.  Li Rojavayê Kurdistanê piranî ev plansaziya kar pêk anîn.  Lê mixabin ji ber rewşên teybet ev kar hate sekinandin.  Em wek partî û kesên cuda  li hevdu civiyan ku em vê projeyê bidomînin.  Hemû endamên partiyên ku hatinî cem hev bi yêk nêrînê gotin ku pêwîste ev xebat were domandin.”  Stêrk Qasim di berdewamiya axaftinên xwe de da diyar kirin ku armanca wan a konferansa yekitiya jin ewe ku pirsgirekên jin bi yêk dengî û nêrînê were çareser kirin.  Stêrk; “Di demeke wiha de lidarxistina konferansek bi vî rengî pir girîng e.  Pirsgirekên jin li kîjan perçeyên Kurdistanê derkevin emê hewlbidin ku bi yêk dengî çareser bikin.  Jina Kurd du caran rûbirûyê zextan dibe.  Him ji ber jine him jî ji ber ku Kurd e zext li ser zêdene.  Ji bo wê jî me pêwîstiyek mezin dît ku em konferansa sêyemîn lidar bixin.” 

Stêrk di dawîda da diyar kir  ku ew pir bi hêvîne ku ev konferanse him ji bo jinên Kurd him jî ji bo jinên cîhanê bibe çareseriyek bingehîn.   

 Endama  Koordinasyona KJAR’ê Peyman Viyan jî balkişand ser girîngiya  zindîkirina xebatên konferansê.  Her wiha Peyman di derbarê armanca konferansê  got ku, ji bo ku yekitiya Kurdan çêbibe pêwîstî yekitiya jinan ava kirin heye.  Peyman; “Di pêşengtiya jinên Rojava’da zindikirina xebatên konferansa yekitiya jinên Kurd  pir girîng e. Niha tekoşînek bêhempa giştî li Kurdistan teybet jî li Rojava de tê meşandin.  Li ser vîna jina Kurd ji aliyê zihniyeta dagirkerî ve êrîşên mezin hene.  Jinên her çar perçeyên Kurdistanê li dijî vê zihniyetê tekoşînek mezin dikin.  Teybet berhemên tekoşîna jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji bo hemû jinan bû ilham.  Em jî wek jinên Rojhilatê Kurdistanê ji berxwedana jinên Rojava ilhamek mezin digirin û bi vê ilhamê ve li dijî rejîma İranê têdikoşin.  Ji bo ku di warê siyasî, civakî, aborî û hwd de jin xwedî helwestek hevbeş bibe pêwîstiya hemû jinan bi konferansek netewî heye.  Her du konferansên çêbûnî encamên girîng bi xwere anî.  Erka me hemûyan ewe ku em xebatek mezin bidin meşandin ku konferansa sêyêmîn a jin were lidarxistin.  Ji ber ku çiqas yekitiya jinan were çêkirin wê ewqas yekitiya Kurdan jî were ava kirin.”