HEVDITIN

Nûçe1395/4/25

Di çewpêketinekî li gel gêrîlayên HPJ û YRK de di derbarê azadîya rêberê gelên kurdistanê rêber APO û her huwa jibo berxwedana şoreşa bakurê kurdistanê de gotin ku: pêş her tiştekî em silav, heskirin û rêzên xwe jibo rêber APO dişînin.

 Û her wuha anin ziman ku berxwedana rêber APO di zîndana îmralîyêde  ne tenê berxwedanîya kesekîye belkê berxwedanîya gelê kurd û  mirovahîyêye. Her wuha berxwedanî li beramber koletî û desthilatdarîyêye. Rêber APO tenê takek anjî tenê rêberê gelekî nîne belkê sembola gelên rojhilata navîn û rêberê mirovahîyêye. Em jibo azadîya rêberê xwe ji her cure tekoşînêre amadene û emê hemu hêza xwe bi kar bînin û heta kêlîyekê jî bê tekoşîn û bê berxwedan namînin. Emê her dem bi rêka şehîdên xwe û rêberê xweve girêdayî bimînin. Dujmin tenê hêza wî têrê dike ku rêber APO di warê fîzîkîde hepis bike lê belê rêber APO di warê fikir û rih de herdem mirovekî azade. Çawa ku bi xwejî dibêje: ez mirovekî azadim. Lewma bi helwesta xwe hemu sîyasetên dujmin poç dike û rihê berxwdan û tokoşînê ji herdemê zêdetir bilind dike û ji gelê kurd re herdem dibe çawkanîya berxwedanî û vîna azad.

 

Her wuha di berdewama gotinên xwe de gêrîlayên HPJ û YRK ê de bal kişandin li ser berxwedana birumet ya bakurê kurdistanê û gotin: ev şoreş yê berdewam be û yê bi rihê berxwedanîya îmralîyêre bibe yek û anîn ser ziman ku: em vê berxwedanîyê silav dikin û di berdewama gotinên xwede anîn ser ziman  ku em  bi can û xwuna xwe amadene ku  gelê berxwedêr yê bakurê kurdistanê piparêzin. Bê goman cihê ku têde berxwedanî û rekoşîn hebe derketina roja azadîyê û serkeftinê misogere. Gelê kurd çawa ku di şoreşa rojawayê kurdistanêde ji cîhanêre nîşan dan kû sînor tu caran yekîtîya me û rihê me ji hev qut bike emê bi heman rihî şoreşa bakurê kurdistanêjî bigîhînin serkeftinê. Û li ser vî bingehî em bang li gelê meyî rojhilatê kurdistanê dikin ku xwedî li berxwedana bakurê kurdistanê derkevin û bi beşdarbuna di nav refên gêrîla û YPS û YPS- JIN ve gavekî jibo azadîya rêber APO û şoreşa bakurê kurdistanê bavêjin. Pêwîste keç û xurt ji Piranşehîr , Bane, Sine, Merîvan û ji Maku heya Ûrmîye û Selmasê sînoran ji hole rakin û di meydana tekoşînê de li  gelê bakurê kurdistanê bin.