GULÊN AZADIYÊ DIPIŞKIVIN

Çand Û Hûner1397/11/22

Nûçeyek di televizyonan de derket bi qasî min, ez bawer dikim ku rûyê her kesê temaşe dike geş kir, dilê me xweş kir. Bi dîmen û dengên du keçikên Kurd, pêlên hêviyê davêtin dilê mirov. Bixwezayî coş û kelecana hezkirinê di dilê min de rabû.

 

Nûçeyek di televizyonan de derket bi qasî min, ez bawer dikim ku rûyê her kesê temaşe dike geş kir, dilê me xweş kir. Bi dîmen û dengên du keçikên Kurd, pêlên hêviyê davêtin dilê mirov. Bixwezayî coş û kelecana hezkirinê di dilê min de rabû.

Du keçikên biçûk.. Ji Kirmanşana bedbext, jêrdestê zaliman, pirehek ji hezkirinê davêtin Ameda keleha berxwedanê! Berxwedana Leyla Guvenê silav dikirin. Bi çavên diçirisîn, bi kenekî gulên biharê, bi ruhekî pak, hezkirin û girêdana xwe di dil û mêjiyê me hemûyan de neqişandin. 

Heta çil sal berê jî nîvê Amedê qir bibûya, yan jî Kirmanşan bi erdê re biçûya, haya bajarek ji bajarê din nedibû. Kurdistana rengîn ne tenê bi sînoran hatibû parçekirin, di dil û mêjiyan de jî ji hev hatibû qutkirin.

Dîrok çawa berê xwe zivirand ku du keçikên biçûk, ji Kirmanşanê bi nameyek, bi dîmenek, hezkirin, rêz û girêdanbûna xwe bi jineke çalakger, berxwedêr re parvekirin?

Tenê bablîsokek dikare gelek ji nav pelên dîrokê derxîne û bigihîne van rojan. Bablîsoka azadiyê!

Di çil salan de belkî sînorên di nav çar parçeyan de nerabûn. Lê Rêber Apo toz û gemara hezarê salan ji ser dil û mêjiyan rakir. Gelê Kurd kir xwedî bawerî, xwedî rûmet. Heqîqeta gelê Kurd derxist nav alema mirovahiyê.

Zarok heqîqet in! Ruhên pak in, hê ji cîhana mezinan tiştekî xerab negirtine.

Zarok pêşeroja mirovahiyê ne. Zarokên her neteweyek pêşeroja wê neteweyê ne. Gelê Kurd, çil sal in êdî hem paşeroja xwe dizane û hem jî bûye xwedî pêşeroj. Zarokên Kirmanşanî bi nameyek anîn ziman ku ew jî pêşeroja gelê Kurd û gelên herêmê yên bindest in.

Kemal Pîr û Xeyrî Dûrmûşan 14’ê Tîrmehê, li zindana Amedê, li hember zilmê bedenên xwe dilop dilop helandin. Tovên berxwedanê çandin û ji wan tovan gulên azadiyê bişkivîn. Leyla Guven bi berxwedana xwe, bû bangewaziyek ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertî.  Pireha azadiyê, ji Zindana Amedê, ji 14’ê Tîrmehê danî roja me û pêşeroja me.

Gulên azadiyê êdî li her deverê Kurdistanê, li Kirmanşanê li Şahoyê, li Kobanê, li Efrînê, li Amedê li Serhedê, li Şeladizê li Behdînanê dipişkivin.

Bijî Rêber Apo, hem dawî û hem jî destpêka nameya keçikên Kirmanşanî bû. Lewma bi ruhê ku Rêber Apo daye gelê Kurd fikra nivîsandina name ji Leyla Guven re ketibû dilê wan û bi hêviya azad jiyankirina Rêber Apo helwesta xwe danîn.

Rêber Apo zilm û zordariya li ser jin û jiyanê radike. Jin ji nû ve jîn dibe. Loma jî Rêber Apo rêhevalê me yê heqîqetê ye. Leyla Guven got ez deynê xwe didim Rêber Apo û çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî da destpêkirin. Keçikên Kirmanşanî jî gotin em li ser rêya Rêber Apo heta dawî bi te re ne.

Keçikên Kirmanşanî gulên li ser rêya azadiya mirovahiyê ne dipişkivin. Em gelek ji we hez dikin ey gulên berxwedanê...