Ji dahûrandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan

Bûyera ku em dixwazin vekin; di Kurd de pir cuda ye, divê her kes viya bizanibe, bibihîze. Tabî em ê ji mirovên xwe yên delal, xweşik pir hez bikin. Ya şerm nehezkirin e, ya şerm hezkirina yê nexweşik (kirêt) e. Ya şerm ew e ku ji sînorên xerîzeyên takekesî wêdetir neçûyîn e. Welatê wî tune ye, yanê li cihekî tije bi maran, bibêje qey wê bikaribe qaşo hez bike. Ya gelek şerm ev e. Em şervanên vê ne, ez dibêjim qey tê fêmkirin. Wekî din dikarin çi ji me bixwazin kî? Em afirînerên eşqa Kurd a pir hatiye kuştin in. Wê her kes viya fêm bike. Ez ji van xort û keçan re dibêjim. Wê ev were fêmkirin. Bi qasî ku hûn ê hestên xwe yên paşmayî hilweşînin, destpêkê ber bi hestên xwe yên bilind ve bibezin, bi cesaret pêş bixin, hûn ê bi tenê nemînin, hûn ê mezin bibin. Ne şerm e jî. Di heftê saliya xwe de be jî em ê berdewam li viya bigerin. Ya ji bo Kurd pêwîst e, bilind e ev e. 

Niha pirsgirêka mêr li ba min ji pirsgirêka jinê sereketir e. Mêr, hêzbûnê îfade dike. Eger hêza te hebe, em bêjin tu çima di pirsgirêka şer a herî bingehîn e de xwe nîşan nadî? Bûyera ku têde mêraniya xwe piştrast dike; li ser jinê qaşo hakîmiyeta wî ya cinseltî ye an jî hakîmiyeta cins e. Niha ev, hakîmiyeteke çors a hêzê ye. Li gor min kirêt, nexweşik e. Min ev hilweşand. Carna jin jî li hember viya hêrs dibin, weke ku dibêjin ma mêr nîne, wê wiha li ser min hakim bibe. Ez wê jî pir xerab dibînim. Hûn bimrin hûn ê di min de mêrekî wiha nebînin. Hûn biteqin hûn ê nebînin.

Eger hûn li ber çav bigirin ku ez çalakiyek, tevgerek im, qadeke min a pir berfireh bandor dikim heye. Wê keç bibiecin, yanê wê mêrekî wisa nebe. Ew mêrên bixwazibin bi tevahî bi çanda bermahiyên mêr bijîn jî, li qada min nabe. Biçe li dereke din mêraniyê bike. Tu li ku derê dikî bike. Tu li hember min mêrbûneke xwe ya wiha ferz bikî, nabe. Ev, tabî bi afirandina min a eşqê re girêdayî ye. Ev mêr eger were kuştin, wê zemîna eşqê çêbibe. Li gel min tam berevajiyî vê ye. Jina nêzikî min bibe, pêwîst e di xweşikbûnê de ber bi jor ve hilkişe. Şertê min; ew jina paşverû, jina kole, dayîka min be jî jixwe di kêliya destpêkê de ez diqewitînim. Bi çavên xwe, bi dilê xwe wan têk dibim. Destpêkê biçe xwe sererast bike. Ez dibêjim devê xwe, axaftinên xwe sererast bike, vê dera xwe wê dera xwe tu yê sererast bikî. Min hê gavên destpêkê avêtine. Ez hinekî din jî bixebitim, ez dikarim ji we re bibêjim ku ez ê mirovên herî xweşik biafirînim. Wê mêr jî were afirandin, li gor min niha ev mêr hinekî din nêzikî rewşeke ku wê werin qebûlkirin dibin.

 Girêdana min a bi gelê xwe re, girêdana min a bi însanên xwe re, bi xweşikiyên wan ve ji nêzik ve pêwendîdar e. Eger ez nexwazibim însanên me xweşik bibînim, tu maneyek welatparêziya min tune ye. Eger ez însanên xwe xweşik nekim, tu wateyeke şervaniya min a di oxira gel de tune ye.

Tu yê pêşiya tevahî însanên xweşik vebikî. Tu yê pêşiya tevahî însanên welatparêz vebikî. Tu yê pêşiya hemû însanên qehreman vebikî. Ez niha dest bavêjim kîjan mijarê, pirsgirêka min a ku çareser nekim tune ye. Ez dibêjim serfiraziyeke bêdawî...

Ji sedsalan ve ye û bi tevahî pêşeroja wê dorpêç kiriye; vaye ew xurt-tirîn exlaq e, qanûn e, kevneşop e, dab û nerît e, va hakîmiyeta mêr e, di nav civakê de dûrbûna jinê ji siyasetê, ji aboriyê, di wan cihên pir teng de mehkûmbûna wê ye, ez dibêjim ev tevahî hîç girîng nînin, em cidî nagirin.    

Mesela karekî min destpêkê pêk aniye; îmaja mêraniyê ya ku di mêr de viya temsîl dike, di xwe de tune dikim. Ez ji viya re dibêjim kuştina mêr, min mêr kuşt! Ez carna dibêjim keç, jin, çiqas dixwazin bila xemgîn bibin an jî kêfxweş bibin, ew tercîha wan e, min mêr kuşt! Ev, yek ji karên min ê herî bi wêrekî ye. Lê bi vê kuştina min re hinek pêşketinên derdikevin holê hene. Min jinê qezenc kir.  Mêrê tê kuştin, dibe jina ku tê qezenckirin.

Em divê jinê derxin holê. Jin, bi awayekî pir balkêş, ji aliyê mêr ve tê girtin. Dixwazî di ferqê de bin, dixwazî nebin, em divê karê jinê derxistina holê berdewam bikin. Jin, ne ji bo hinekan, divê bikaribe îspat bike ku di nav giştî civakê de hebûneke çawan e. Mesela polîtîkaya em niha pêk tînin, hin mijarên wê yên girîng ku wê bi mêr bide hesandin, tabî bi jinê jî bide hesandin hene. Pêşketina jinê; bi ruhî, fizîkî û fikrî pêşketina wê. Her wiha pêşketin, li gor min di heman demê de xweşikbûn e.

Li gor min azadbûna jinê, xwebûna jinê, çalakiyeke şoreşger a mezin e.

Çima çalakiyeke şoreşger a mezin e? Dab û nerîtên, qanûnên civakî yên hakim, heta destûra bingehîn hildiweşîne. Di vê wateyê de jina azad dibe, nirxa herî mezin a şoreşger e. Bi carekê, jineke ku taybetmendiyên wê yên fizîkî, ruhî û fikrî, siyasî û vaye çandî, estetîkî û şerkerî bi tevahî pêş dikevin, xezîneya herî mezin e.