Têgîna namus ji dema ku pergala mêrsalarî de xwe pêk anî heta niha teybet li Rojhilata Navîn û Kurdistanê de bûye têgineke herî bi bandor. Wexta namus tê gotin tişta yekem tê bîra herkesî, ‘jin’ e.

Waran Hewreman

Têgîna namus ji dema ku pergala mêrsalarî  de xwe pêk anî heta niha teybet li Rojhilata Navîn û Kurdistanê de bûye têgineke herî bi bandor.  Wexta namus tê gotin tişta yekem tê bîra herkesî, ‘jin’ e.  Li ser vê mijarê pir tişt hatin gotin.  Zihniyeta mêrsalarî jin wekî namus dibîne û ji bo viya jî di bin navê namûsê de qetlîyamên tên kirin. Viya tê zanîn.Em hemû dinirxînin ku viya çavkaniya xwe ji zihniyeta dewletgerî ya mêtingeh digire.  Ev tespîte girîng û di cih de ne.  Ji bo ku têgîna namûsê baş were fêm kirin mêzandina koka wê girîng e.  Wek kok namûs ji namos’ê tê.   Di felsefeya Yewnan de tişta ku kaosê di afirîne jin e û ji bo ku mirov vê kaosê bigire bin kontrolê namos hatiye afirandin.  Di literatura Yunan de  pênaseya wê wiha ye; ‘jin ji kaosê berpirsiyare û ji bo ku jin di bin venêrîne de bikarin bigirin namos hatiye çêkirin.’  Di roja me de jî jin wexta di bin venêrînê de derket heçku bênamûsî kiriye.  Ev rewş heta ceza kirinê jî diçe.  Ev ceza kirine jî pirî caran wek  qetlîam derdikeve holê. 

Li kêleka van wexta em koka şiddeta li dijî jinê lêkolîn dikin pêwîste ku em sosyolojiya civakê jî kûrahî  tehlîl bikin.  Nexwe em nikarin biçin encamên rast.  Destpêkê mijara ku pêwîste bigirin dest dewlet çiye û diyardeya dewlet çima şiddetê bi xwere tîne ye.   Ji ber ku di roja me ya îro de civak bi diyardeya dewletê ve tên rêvebirin.  Dibe ji hêla pergal ve cudahî hebe lê di cewher de xwedî heman zihniyetê ne.   Ji bo wê jî encamên ku bi xwere tînin jî kêm zêde heman tiştin.  Serokatiya me di derheqê dewletê de van nirxandinan dike; ‘Lêkolîna sazîbûyînên civakî û zihnî ku ji aliyê diyardeya dewletê ve şikl girtine pir giring e.  Biyanîbûyîna zihniyetê li hemberê xwezayê,  çînayetiyên ku nayên aqlê mirov,  pir rêxistinên teybet û saziyên leşkerî hemû îcadên  vê amûrê zorê ne.’ Devlet olgusunun şekillendirdiği zihniyet ve sosyal kurumlaşmaları derinde incelemek büyük önem taşımaktadır.

Serokatiya me dewletê wek amûrê zorê dinirxîne.  Ev amûrê zorê di civakê de rewşên wek zext, zulum, eşkence  ava dike.  Viya jî di nava civakê de dibe sedema kaos û bê hûzûriyê.   Mîlîtarîzma zihniyeta dewletê li ser psikolojiya mirov jî bandoreke neyênî çêdike.  Milîtarîzm rêyeke zorba ku li ser mejiyê mirov tahakkum dike.   Zextên li ser fikrandina mirov piştî demekê li ser giyana mirov jî  psîkolojiyek wek ji xwe bêbawer, êrîşkirina zêde, xwe jor de dîtin tîne.  Di vê rewşê de kesayetek çelexwarî derdikeve holê.   Her wiha  tengasiyên di aliyê aborî de tên jiyandin li ser psîkolojî û hûzûra civakê bandoreke girîng dike.  Di encam de krîz derdikeve holê.   Di civakan de ji ber zihniyeta dewletê kaos, krîz û psîkolojiya xerab ya ku pêş dikeve piştî demekê ji aliyê zihniyeta mêrsalar ve wek şiddeta li ser jinê derdikeve holê.   Bêgûman bandora ol,  aqlê ku jinê biçûk dibîne sedemên wê yên bingehînin. 

Di demên dawî de teybet li Rojhilatê Kurdistanê de qetlîemên jin zêdebûne.  Bêgûman pir sedemên wê hene.  Zextên rejîma İiranê yên li dijî jinê tên zanîn.  Li kêleka viya di civakê de ji hêla aborî û civakî de aloziyên mezin xwe dane pêş.  Viya jî dibe sedem ku şiddeta li ser civakê û jinê zêde bibin.  Zextên ku li ser  civakê tê kirin rê dide ku têkiliyên di nava mirovan de jî xera bibin.  Rejîmên diktatör li ser kesayetan bandorek kûr dike.   Di vê rewşê de dê li ser jina ku di malê de hatî girtin de şîddet zêdetir bibe.   Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sine di demên dawî de jin hatin qetil kirin.   Pêwîst bû ku ev rewşe ji aliyê rêxistinên jin ve hatiban rojev kirin,  çalakî hatiban kirin.  Ango rewş wisa bû ku pêwîst bû rêxistinên jin mudaxale kiriban,  bertek nîşan bidana,  qampanya vesazkiriban.  Lê tişta trajîk ew bû ku pir rêxistinên jin li hemberê vê rewşê bêdeng man.  Ji bo jineke ku li Rojhilatê Kurdistanê tê qetil kirin pêwîste li her sê perçeyên Kurdistanê yên din û dervewî Kurdistanê tevahî jin bikevin tevgerê.   Lê di vê mijarê de bê refleksbûyînek ciddî heye.  Viya mirov dide fikrandin.  Gelo heman jin li welatek Ewropa da hatiba qetil kirin dê encam çawa derketiba.  Eger di gotin de mirov mêze bike tevahî rêxistinên jin heman devî di axivin: ‘welat, ziman, ola jin yêk e’  Lê wexta tê encamê heman bertek di civakê de ava nabe.  Xeteriya esasî viya ye.  Di civakan de eger refleks dernekeve dê diyardeya dewletê êrîş û şiddeta xwe hîn zêdetir bike.  Lê em encamên ku di dîrokê heta niha derketî mêze bikin dewlet tenê nikare li hember  çalakiyên hêzên rêxistinî tiştekê bike.  Wê demê neçar dimîne ku paş de gav bi avêje.  Wê demê ji bo ku mirov li hember dewletê bibe hêz û encam bigire tenê rêyek heye ew jî  hişyariya hêzên rêxistinî ku li dijî van bûyeran derdikevinin.  Nexwe nikarin ji xwere bêjin parazvanên jin an jî mafeke wan yêke wisa namîne.   Ji bo ku rêxistina jin bibe hêza veguher wê demê pêwîste li hemberê her cûre êrîş û qetlîamên li ser jin  bertekên xwe nîşan bidin.  Ne xwe dê dewletên dagirker hîn zêde  li ser jin êrîşên xwe mezin bikin.