Pir girîng e ku mirov pirsgirêkên jinê yên di nava civakê de berê pêşî ji aliyê civakî-dîrokî ve bigire dest û li ser bisekine. Pirsgirêka jinê pirsgirêkek e ku di çavkaniya tevahiya pirsgirêkan de ye.

Ev nivîsa ji pirtûka ROJHİLATA NAVIN girtiye

Abdulah Ocalan

Di Civaka Rojhilata Navîn De Pirsgirêka Jinê

Pir girîng e ku mirov pirsgirêkên jinê yên di nava civakê de berê pêşî ji aliyê civakî-dîrokî ve bigire dest û li ser bisekine. Pirsgirêka jinê pirsgirêkek e ku di çavkaniya tevahiya pirsgirêkan de ye. Em dibînin ku mirovatiyê hê gav neavêtiye civaka dewletdar a çînî li ser jinê hiyerarşiyeke hişk a mêrê serwer (bavikan) bi sazî bûye. Ji bo sedemên pêkhatina serweriya mêr serî li gelek vegotinên dînî û mîtolojîk dane. Destana Xwedawenda Ûrûkê Înannayê vê pêvajoyê nîşan dide. Di vê destanê de mirov ji bo xwezayê, xwedawenda dayik û pîroz a berê hesreteke mezin dibîne. Di nava pergala dewlet û hiyerarşiya bavikan de hatiye asêkirin û ji ber hîlekarî, xasûkî û zordariya mêrê serwer nalenala wê ye. Di Destana Babîl de ev rastî hê zêdetir eşkere û bi tesîr tê ziman. Ango pevçûna Mardûk û Xwedawend Tîamatê. Di mîtolojiya Sumeran de tê gotin jin ji parsûyê mêr hatiye afirandin. Ev îfadeyeke sembolîk e. Dînên yekxwedayî jî vê helwestê dewam dikin. Jina weke xwedawend diket zîggûratên Sumeran weke orûsipiyekê ji perestgehê derdiket. Kerxaneya pêşî li bajarên Sumeran tê vekirin. Payeya jinê ji orûsipîtiya perestgehê ber bi carîyetiya qesrê ve tê bilindkirin. Li bazarên bazirganiyê objeyeke kole ye ku dest jê nabe. Di şaristaniya Greko-Romen de bi tenê koleya karên nava malê ye. Di nava polîtîkayê de cihê wê nîne. Di şaristaniya Ewrûpayê de objeyeke cinsî ye ku bi peymanekê bi mêr ve hatiye girêdan. Di şaristaniya kapîtalîst de orûsipiyeke giştî ya gerdûnî ye. Dîrok bi mêrê serwer re bi temamî bûye xwediyê avahî û maneyeke cinsiyetparêz. Dîrok êdî weke mêr dimeşe.

 Pîrekkirina jinê (tê maneya kolekirina jinê), piştre di civaka zordestî û mêtinkar de pîrekkirin li ser objeyên mêr jî tê meşandin. Klîka jor a siyasî, eskerî û rahib a civakê dikeve pozîsyona cinsên serwer û beşên jêr ên têne rêvebirin jî her diçe dibin pîrek. Di civaka Greko-Romen de mêr ji ciwaniyê ve bi helwesteke cinsiyetparêz a zêde tê perwerdekirin. Di tevahiya serdemên şaristaniyan de helwestên çeloxwarî yên cinsî weke encama helwestên cinsiyetparêz ên ji jinê re, pirr têne dîtin. Êdî jin çiqasî kole be, mêrê kole jî ewqasî jin an jî pîrek e.

Di civaka Rojhilata Navîn de li van pirsgirêkên koka xwe dîrokî wexta pirsgirêkên îro yên çavkaniya xwe amûrên kapîtalîst ên mêtinkarî û zordestiyê jî zêde dibin, ya rastî ji bo jinê jiyaneke kabûs warî bivê nevê pêk tê. Dibe ku maneya jinbûnê, mirova herî zêde di zor û zehmetiyê de be. Mêtinkarî û zordestiya çor a li ser civakê, qatbiqat li ser ked û bedena jinê pêk tê. Hê nû hay jê çêdibe ku jin jî mirov e. Helwesta bêrûmet a cinsiyetparêz a hişk hatiye wê astê ku şûna xwe ji lêgerîna hewcedariya bi dostek û hevrêyekê re bihêle. Qet nebe êdî guftûgoya vê tê kirin. Divê baş bê zanîn ku di civakê de jiyaneke rast bi jinê re pêk neyê, jiyaneke manedar jî wê çênebe. Em divê zanibin ku jiyana herî xweşik û manedar bi jineke azad a bi temamî bûye xwedî rûmet re pêk tê û bi vê zanînê divê em vegotin û çalakiyên xwe pêşde bibin.