Daxoyaniya KJAR ji bo Helbijartin a Îran

Hilbijartinên serokomariya Cumhuriya Îslamiya Îranê di pêvajoyeke girîng ku Rojhilata Navîn ji dîzayneke nû re derbas dibe, tê lidarxistin. ji sala 2010 şûnve şerên li herêmê bi dijwarî berdewam dikin ku pir eşkereye sîstema Netew-dewlet ya ku berhemeke sedsala dawî ye, çawa ku avaniya wê di nav krîzeke kûr de ye, herwiha pêvajoya derbasbûna wê jî bi krîzên giran ên sîstemî û wek encama vê jî krîzên di nav civakê de, pêk tê.

 

Li welatên sereke yên Rojhilata Navîn bi taybet Sûriye, Iraq, Lîbya, Yemen, Tunus, Tirkiye û hwd. tê dîtin ku pergala Netew-dewlet ji pirsgirêkên civakî re nikare bibe çareserî û şerê ku ji bo dewamkirina hebûna xwe dide, dibe sedema şereke xwînrêj û xwedî bedelên giran. Netew-dewlet jiyana hevbeş ya hemû beşên civakê heya radeyekê xirab û texrîb kiriye, lewre niha ku temenê wê dawî dibe, hemû ew pirsgirêkên ku jê çavkanî digirt jî derdikevin ser avê û ev bixwe jî darbeyên giran li bedena civakê dixîne. Nakokiyên di navbera gel, mezheb, bawerî, ol, zayend û çînên civakî bi awayeke zanebûn ji hêla vê pergalê hatibûn avakirin û niha jî yek bi yek xwe didin rû û metirsiya ku bibin sedema pevçûnên di astên herêmî û qirkirinên zêdetir pêk bînin jî heye. Ev yek herî bêtir ji li ser jinan bandoreke neyînî dide avakirin. Girêdana jinê bi jiyan û civakê, di rewşekê ku her du diyarde ango jiyan û civak bi texrîbatan re rûbirû dibin, asta bandorbûna jinê jî destnîşan dike. Jixwe kiryarên dij-mirovahî yên şer wek komkujî, darvekirin, kuştina sivîlan bi taybet jî zarokan, tecawûz, koçberkirin, birçîtî û hemû bûyerên ji nav rastiya şer wek rewşeke normal têne dîtin, civakê di aliyê exlaqî û wîjdanî de birîndar dike. Di nav vê de jî jin ji hebûn, hêvî û xwesteka jiyanê bêpar dimîne. Lê divê ev yek jî were diyarkirin ku pêvajoya heyî ne tenê guhertina sîstema netew-dewletê digire nav xwe, ya ku neçarê guhertinê ye zihniyeta zilamsalar ya desthitdar e, her ji ber vê yekê ye ku zihniyeta zilamsar û pergala wê bi hemû xeşîmtî, qirêjî û kîna xwe ya hezar salî li ber xwe dide. DAIŞ di esas de nûnertiya vê yekê di asta herî lûtkeyê de dike. hêza ku karî li beramberî vê bisekine, wê fren bike û heta ji bo tunekirina wê jî encamên pir girîng derxistiye holê jinên şoreşger û berxwedêr bûn. Ev yek jî eşkere dike ku dê pêşengtiya sedsalê ev jinên birêxistinkirî yên ku di astên siyasî, leşkerî û civakî de rola guherbariyê hilgirtine ser milên xwe, di avakirina netewa demokratîk û pergalên xweser ên demokratîk de cih bigrin.

 

Îran di qonaxeke wiha hesas û tejî guhertine de, dikeve hilbijartinê û ger ku bikaribe vê pêvajoyê li gor ruhê demê bixwîne, guhertinên hewce di avaniya xwe de pêk bîne, dê tevlî rûbara pêşketina herêmê jî bibe. Ev derfet li ber Îranê heye. Gelên Îranê û hakimiyeta heyî dikarin vê hilbijartinê bikin bingehê guhertinên sereke û esasî yên demokratîkbûn, wekhevî, edalet û pêşveçûna welat. Sîstema Îranê bi qasî ku modeleke netew-dewlet ya bi rêgezên yek-dewlet, yek-netew, yek-ziman hebûnên civakî yên di welat de înkar kiriye, di heman astê de xwedî zihniyeteke hişk ya yek-zayend ya zilamsalar e. Ji ber serweriya mutleq ya zilam di hemû beşên rêveberî, siyasî, darizandinî, qanûn û aboriyê de, reng û hebûna jinê nehatiye dîtin. Lewre paşketin û muhafezekarî asta pêşveçûn û guhertinê jî seqet hiştiye, di nav germola yek-destiya zilam de fetisandiye. Derbaskirina vê yekê û avakirina nûbûna sîstemê dikare yek ji rêyên derketinê û jiholêrakirina îhtîmala destwerdaneke ji derve were hesab. Yek ji pêngavên sereke tevlîkirina jinê û hilbijartina wê di asta serokomarî de ye. tevlîbûna wekhev ya zayendan ji bo demokrasiyê şerteke esasî ye. lê belê beşdarî û hilbijartina jinê di asta serokomariyê de bi qasî ku dê pêşketineke erênî were hesab, di heman astê de jî ger nûbûn û guhertinên ku civak û bitaybet jin li bendê ye, pêk bê dê bigihîje xwedî wateyê. Bi giştî di qanûna bingehîn ya Îranê de ziman, pênase û di encam de jî qanûnên zayendperest ên zilam serwerin. Bi şûna vê avakirina pergaleke demokratîk, wekhevîxwaz ku cihê ku jin heq dike û li gor asta wê pêş bixîne, pêdiviyekeke jiyanî û jêneveger ya li ber Îranê ye. Elbet vekirina deriyên rêveberiyê li ser jinê, bi qasî ku li ser guhertinên civakî, huqûqî biteyise girîng dibe. Ev jî dê bi kesayeta jinekê ku xwedî zanebûna nasnameya xwe ya zayendî be, ji bo derbaskirina zihniyeta serwer û zayendperest xwedî wêrekî û hewldan be, pêkan bibe. Nexwe jina ku bi karakterê zilam, zihniyet û mentiqa wî xwe ber endam bike nûnertiya jinê nake.

 

Em wek KJAR di serî de şertê sereke yê hilbijratinê di asta tevlîbûna wekhev ya di navbera zayendan de digrin dest, di rewşekê ku jin xwedî mafê hilbijartinê (seçîlmek) nebe, behsê demokrasî û hibijartineke azad jî nayê kirin. lê di heman demê de kesê/a ku were hilbijartin jî li beramberî daxwaz û telebên jinan xwedî berpirsyarî ne. Tevlîbûna jinê ya di guhertina qanûna esasî, herwiha beşdariya wê di saziyên rêveberî, dadwerî û zagonsazî (yasama, yûrûtme, yargi) herwiha qadên siyasî, aborî, çandî, perwerde, spor û hwd. jî bi awayeke wekhev û yeksan pîvana demokratîzasyona Îranê diyar dike.

 

Em wek KJAR di rewşeke wiha de, ji hemû jinan daxwaz dikin ji bo sererastkirina zagona esasî ya Îranê, avakirina zemîneke wekhev û demokratîk a ji bo beşên civakî bi giştî û jinan bi taybet, bi berpirsyariyeke bilind ya siyasî tev bigerin. Nêzîkatiya xwe ya li beramberî hilbijratinan jî girêdayî vê rêgezên sereke diyar dikin û didin xuyakirin ku çarenûsa Îranê dê bi rewşa jinê û hewldana wê ji bo gihîştina azadî û mafê xwe, xuya bike. Demokrasî, ekolojî û azadiya jinê xeta jiyana wekhev û pêşerojeke birûmet ya civakê dê rave bike.

 

 

 

Komelgeya jinanê azadê Rojhilatê kurdistanê KJAR