Evîn Nejdet

Beşa 2

Lewma jî zehmet nabe ku piştî evçend vegotinê, em wate û rastiya tecrîda li ser Rêber APO fêm bikin. Ji ber kesayeta Rêbertiya me, qebûlnekirina hemû ferasetên serdest rave dike. Rêbertiya me bi felsefeya xwe ya têkoşîn û jiyanê herdayîm darizandin û huqûqa pergalê vala derxist û li şûna hemû têgihiştinên xelet, danasîneke nû nîşan kir, rêya gihîştina heqîqetê bi mirovahiyê da nasîn. Rêwiyên vê rêyê jî hewl dan ku bikaribin bibin xwedî meşeke rast. Dîroka PKK’ê di wateyekê de dîroka reva ji tariyê û meşa ber bi roniyê ve îfade dike ku yekane ROJ jî rêber APO ye. 

Di nava têkoşîna azadiyê de yek ji qada ku hemû ezber û jiberkirinên pergalê serûbinî kir qada girtîgehan e. Ji dema derketina gurûbê heya derbeya 12’ê Êlûnê hejmarek rêheval hatibûn girtin û li jêr dîktatoriya leşkeriyê de bi îşkenceyên giran re rû bi rû mabûn. Rejîma faşîst a Tirk dikir ku bi vê rêbazê wan ji hebûn û baweriya wan qut bike. Wan ji doza wan tecrîd bike. Lê rêhevalên di girtîgehan de bi rêbertiya Mezlûm Dogan, Ferhad Kurtay û Kemal Pîr hemû sînorên girtîgehê hilweşandin, ew bendên ku dixwest wan jî azadiyê dûr bihêle. Peyama li girtîgeha Amedê pir ron bû û ji hêla bizava azadiyê û gelê Kurd ve hate bihîstin. Rejîma dagirker a Tirkiyê hemû rêxistin û aliyên çepgir bi girtin an jî dane revandinê ji qada civakî û siyasî ya Tirkiyê îzole kir, lê li beramberî berxwedaniya rêhevalên li Amedê ku digotin “Em hene!” binkeft. 

Wiha bû ku di girtîgehan de berxwedanî bû çand û kevneşopiya rêwiyên ROJ’ê. Hakiman çendî kirin ku wan bêbandor, bê agahî û bê refleks bihêlin, lê belê azadî nehate tecrîdkirin.

Ev bi salane ku Rêberê me li girtîgeha Îmraliyê di hûcreyeke takekesî de di şert û mercên tecrîdê û şeş sale jî di rewşeke hîna girantir de ye. Jixwe komploya navnetewî bi çend sedeman hatibû lidarxistin. Hedef ne tenê ew bû ku di herêmê de şerê Kurd û Tirkan gur bike. Ev aliyeke komployê bû, lê ya herî girîng rol û wateya Rêbertî hatibû hedefkirin. Di cîhana ku nîzama sermayedar çanda xwe ya hegemon serwer dike, li dijî xwe ti hêz û kesayetê jî tehemûl nake. Jixwe derveyî Rêber APO û bizava azadiyê, ti hêz û tevgerê nekariye evçendî bi kûranî pergalê tehlîl bike û li beramberî wê alternatîfeke xurt pêş bixîne. Lewma jî Rêber APO, bi çavên wan xeteriyeke mezin hate dîtin. Diviya bihata berterefkirin. Ji bo vê jî hemû hêzên navnetewî dest dane hev, hemû rêzik û qanûnên xwe binpêkirin, exlaq û hevaltî, hîs û nirxên mirovahiyê dane kêlekekê û komployeke namerd xistin dewrê. Di encamê de wê bikariyana Rêber APO bêbandor, pêwendiya gel û tevgerê bi wî re qût bikirana û bêyî ku rastî astengekê bên, hespên xwe li herêmê bazbidin. Lê yê ku ev tevger afirand û şervanên xwe fêr kir ku ji nemumkuniyan jî îmkanê biafirîne, wê çawa li girava Îmraliyê tecrîd qebûl bikira? Ruxmî ku dihate payîn Rêbertiya me li girtîgehê bikeve nava helwesteke hişk a berxwedanê û dawî li xwe bîne, lê Rêber APO Îmaralî kire zemînê pêvajoyeke nû. Bi parêzname û hevdîtinên xwe re ne tenê perspektîf da gelê Kurd; dîrok û pêşeroja mirovahiyê jî ronî kir. Rêber APO bi terzê jiyana xwe îsbat kir ku azadî ti sînor û ti şertûmercan qebûl nake. Herwiha nîşan da ku girtîbûn û koletî jî tenê di nava çar dîwarên girtîgehê de asê namîne. 

Rejîma faşîst a Tirkiyê, qaşo ji bo di lîstoka li Rojhilata Navîn de bibe finalîst, ev bi saleke ku polîtîkayeke pir taybetir li beramberî tevgera azadiyê pêk tîne. Çiye taybetiya vê polîtîkayê? Ji bo ku bikaribe pêşî li pêşketina rewşeke erênî ji bo gelê Kurd bigire û di guhertina li herêmê de bibe piyoneke qenc a Emerîkayê, di serî de li ser Rêbertiya me, li ser gelê Kurd û tevgerê êrîşên xwe dijwar kiriye. Wer dihesibîne ku heke gelê Kurd ji Rêbertî qût bike, tevgerê jî bifetisîne, wê di vê aloziyê de bikaribe vîn û hebûna Kurdê azad bike jêr kontrolê. Lê hesabên li malê ticar li çarşiyê nayên.

Ev gel ewçendî girêdayî rêça xwe ya azad e ku bi hezar sale şaristaniya hegemon a hiyerarşîk kir nekir nekarî wî zevt bike. Kurdan pala xwe dan çiyayên bilind ên Kurdistanê û bi awayeke teng û mûnzewî jî be, heyata xwe ya xwezayî domandin. Ticar neketin lêgera çêkirina saziyên desthilatdar û bi forma civakî ya konfederal hebûna xwe ruxmî hemû êrîşan jî parastin. Ev berxwedan serpêhatiya Kurdan e. Bi derketina PKK’ê re berxwedanê caneke nû girt û bi awayeke zane û têgihiştî rehên xwe qahîm kir. Hêza îşkence, wêranî, penaberî, enfal, destavêtin û kîmyabaranê têrê nekir ku gelê Kurd ji rêya ku daye pêşiya xwe vegerîne. Komploya navneteweyî ku mîmarê wî yê serkeke DYE û Îsraîl bû, bi neyariya herî mezin xwe li dora Kurdan pêça, lê gelê me li her derê cîhanê, berteka xwe li dijî komployê da diyarkirin. Jixwe bi dehan rêhevalên ROJ’ê li girtîgehan bi durûşmeya “Kes Nikare Roja Me Tarî Bike!” li dora wî xelekên ji agir vêxistin. Berxwedanî ku berî 30 salan li girtîgeha Amedê nûjen bû, piştî komployê hem li Îmraliyê hem jî li hemû girtîgehên ku şervanên azadiyê dîl hatine girtin demam kir. Li girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, li Sûrî û Rojavayê welat, li Başûrê Kurdistanê û derveyî welat, her ku bi tewana gotina rastiyê û lêgera heqîqetê Kurdek hate binçavkirin, ji bo şikandina tecrîda li ser mirovahiyê, waneyên rêhevalê Mezlûm û Rêber APO hatin esas girtin. Li girtîgehên Îranê li dijî pergala teokratîk a komara Îslamî, ruxmî şert û mercên herî giran, kiryarên dij-mirovahî û îzolasyonê jî şervanên Azadiyê xwe kirin sîtavkên heqîqetê. Rêheval Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhûlî (Ronahî Rûken), Hisên Xizrî (Hêmin Bêkes), Egîd, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan, Fesîh Yasemenî û Îhsan Fetahiyan ne tenê sînorên girtîgehê wêran û kiryarên rejîma zalim a Îranê ruswa kirin, herwiha xwe kirin malê gel û nîşan dan ku ti pêkanîna tecrîd û kuştinê ne xwedî wê hêzêye ku bihara gelê Kurd ku dîsa bişkoviye, bike payîz. 

Tecrîd tewaneke dij-mirovahî ye. Girtiyên Kurd ên ku bûn cangoriyên bîr û baweriya xwe, tecrîd mehkûmê binkeftinê kirin. Li girtîgehan bi hezaran Kurd di şertên dijwar de ne, ji her cure mafê însanî mehrûm in, hevdîtinên bi Rêbertiya me têne astengkirin û diyardeya tecrîdê tevdigere ku di navbera gel û Rêber APO mesafe bide çêkirin. Lê belê ma çawa wê bikarin hezkirin, girêdan û meşa ber bi ROJ’ê ve tecrîd bikin? Çawa wê bikarin dil û mêjiyê gelê Kurd bixin jêrî nîrê tecrîdê? Bila bersiva vê pirsê jî tecrîdger bixwe bibin…