Azadî Nayê Tecrîdkirin…

Despêk1396/8/17

Evîn Nejdet

 Beşa 1

 

Ev şeş sale bi ser tecrîda şidanî ya li girava Îmraliyê têper dibe û mirov dema li vê kiryara dij-mirovahî temaşe dike, bi her awayî bi rastiya gemar a pergala desthilatdar pê dihese. 

Tecrîd ku di bingeh de peyveke Erebî ye û ji peyva mucered ango qutkirin an jî tekirinê tê û îzolasyonê îfade dike, di zimanê Kurdî de ji bo wê pênaseyên; cihêgirtin, cudagirtin, heramkirin,

Jinav xwe avêtin, ji her kesî û her tiştî cihê kirin, veder kirin, silav lê nekirin tê bikaranîn. Di bingeha xwe de tecrîd rêbazeke taybet e ku hêzek li ser civak û gel, li ser çîn û zayend û elbet hin kesayetan pêk tîne. Dema ku mirov li ser mijarê kûr dibe bi rengekî ron û eşkere armanca wê fêm dike û dibîne ku ev rêbaz bi hezaran sal e ku di meriyetê de ye. 

Feraseta serdest û desthilatdar bi hêrs û çavsoriya ku hemû berhemên xweza û civakê bikin malê xwe, hewce dîtin ku di avaniya civakê de jî hin guhertinên berbiçav bidin çêkirin. Ji bo vê jî di destpêkê de serî li hakîmiyeta zihnî û baweriyê dan. Bi serweriya ku di mêjî û dil de bê avakirin, mirovên li jêr bombebarana bîrdozî de dimînin, wê rehet teslîm bibin. Lewma jî teolojî û mîtolojî wek amûrên çalak û bi bandor ketin dewrê. Jin û beşên ku di jiyana berê ya azad û wekhev de israr dikirin diviya bi awayeke zirav bihatana kontrolkirin. Lewma jî yên ku heya astekê zane û hişyar bûn jî pêwîst dikir ji civakê werin dûr xistin ku bi vê encamê re mirov dikare bêje yekemîn pêkanîna tecrîdê hate destpêkirin. Jinên ku di civaka xwezayî de xwedawend û rêberên civata xwe bûn, hatin reşkirin. Ji bo vê jî mîtên taybet ku heya roja îro jî vegotina wan dewam dike wek çîroka Adem û Hewa bi hev hatin kirin. Li gor vê mîtolojiyê Hewayê ji ber bi gotina xweda nekir û Adem ji rê derxist ji bihûştê hate avêtin. Xwedê ji bo wan tenbîh bike ew ji bihûşta xwe şande ser rûyê erdê û nifşê wan heya îro neçar maye ku sizayê guneha wan bikişîne. Ango xweda ew ji mekanê xwe qewitand û tecrîd kir. Ev mîtolojiye behsa pêvajoyeke girîng a mirovahiyê bi zimaneke çîrokî dike ku serwerên şaristaniyê jin gunehkar dane nîşandan bi îdeaya ku serî li hemberî xweda (wan) rakiriye. Zilam jî ji ber hate xapandin diviya tewanekê bidaya û ew jî bi jinê re -lê belê wek malîk û xwediyê wê- bû koleyê serdestan. Jin û zilam li jêr nîrê hegemoniya şaristaniya koledar zevt bûn, tenê xwedî yek mafê bûn ew jî bê pirs û sual erêkirina fermanên xwedayan bû. Wiha jî ew însanê ku xwe perçeyek ji civata xwe dizanî û xwediyê giyaneke xwezayî bû, ji van taybetmendiyên xwe bêpar ma. Ji ber, qada hizirîn, lêgerîn û afirandinê li ser wî hate girtin û raman hate tecrîdkirin. Li gor zilam, jin hîna kete rewşeke kambaxtir ji ber ku ew ji qada siyasî, rêveberî û bi giştî ji qada civakî hate dûrxistin. Jin kete girtîgeha malbatê. Cîhana wê bû çar dîwarên malê û civaka wê jî tenê bû malbat. Ev tê wateya ku jin ji civakê hate tecrîdkirin û civak ji hest, raman û xûlik kariya wê bêpar ma. Lewma jî pergalên civakî bêtir rengekî zilam û hişk girtine xwe. 

Di encama dabeşbûna civakê, dûrketina ji xwezayê û pêşketina ramana serdest, şer û pevçûnên giran ku heya roja îro jî didomin hatin destpêkirin. Mêjiyê zilam ê analîtîk ji bo bigihîje armancên xwe her cûre rê û rêbaz ji bo xwe mubah dît. Ev armanc jî bêguman sûd û feydeya zêdetir bû, ji bo vê jî talan, kuştin, dizî, destavêtin, şewitandin û qirkirin li ser aliyê dijberê xwe bêyî ku dudiliyekê bijî pêk anî. Ruxmî ku xweda ji ber tewana guneke piçûk însan tecrîd kiribû, lê însanê ku xwe nûnerê xweda didît, bi navê wî dest avête her tiştekê. Ji ber van şerên giran bêhejmar mirov û heywan hatin kuştin. Texrîbatên pir giran li xwezayê hatin xistin û ev hilweşînerî heya ber bi sînorê têkçûna mêzîna xwezayê ve hatiye. Pir civat, qebîle, eşîre, netew, terîqet û kesayetên serbixwe jî li ber lehiya tinekirina nirxên mirovahiyê ketin û qurban bûn. Hin civak an ketin nava pêşbirka dahurandina feraseta şaristaniyê, an jî xwe spartin cihên dûr û bilind ku bikarin xwe biparêzin. Lê ruxmî vê jî siya mentiqa zilamsalar û desthilatdar jiyana wan bi neyînî bandor kir, ji ber nekarîn bi rehetî û asayî tevbigerin û xweliqkariyê bijîn. Ew bêtir di rewşeke îzole de man. Di encama êrîşên hovane yên şaristaniyên serdest de bi dehan klan, qebîle, kêmnetew û mezhebên civakî ji dika pêşketina mirovahiyê daketin xwarê û marjînal bûn. Di dawiyê de jî an di nava pergalê de heliyan, an jî tine bûn. 

Pergalên desthilatdar hakimiyeteke mutleq li ser raman û baweriya civakê avakir. Lê belê qet giyana azad û berxwedêr niyeta wê tinebû ku li beramberî zilm û navendparêziya pergalên koledar serî bitewîne. Ji ber mirovahî ticar nikare ji enerjiya azadiyê bêpar bijî, lewma her ku hîs kir ku difetise bi rêbazekê boriyên henasekişandinê ji xwe re dît. Wiha bû ruxmî ku serdestan însan wek amûrekê dîtin û ji serî û hestiyên wî birc û kel avakirin, mirovbûyînê xwe di stran û lorînên dayîkan de, di çîrok û destanên şevên tarî de, di helbest û xezelên Xeyam û Sohrewerdî de, di wêneyên Manî û têkoşîna Bûda de da jiyandin. Lê şûrê koletiyê ji bo bi azadiyê re şer bike her amade di destên serdestan de sekinî. Ji ber vê jî pir mirovên azadîxwaz ku xwestin ramana serbixwe û civakî pêşbixin an hatin kuştin an jî li girtîgehan riziyan. Mînakên vî şerî jî di tevahiya dîrokê de heya roja îro bi hezar caran dubare bûye. Dema mirov li xirbeyên şaristaniyên berê digere yek ji cihên herî bixof ku mirov matmayî dihêle bêguman li jêrzemîna her kelekê de girtîgeh hatine çêkirin. Ango hema bêje di hemû derê cîhanê mirov dikare rastî çal û odeyên tarî ku birastî jî ne cihê jiyanê ne, li jêra keleyên qahîm bê. Di bingeh de kele bi dîwarên qalind û bilind ava dikirin ku bikarin xwe ji derve biparêzin. Ji bo bikaribin dest deynin ser ax, kole û dewlemendiyên gund û klanan. Pir caran êrîş li ser van civakên derveyî şaristaniyê pêk dianîn û ew talan dikirin, ger bi berxwedaniya wan re rû bi rû bimana jî tenê şûr dest bi peyivînê dikir. Dîroka şaristaniyê di wateyekê de dîroka qirkirin û talana nirxên mirovahiyê ye.

Baş neyê zanîn ka kengî mêjiyê analîtîk dest bi avakirina girtîgehan kir, lê belê diyare ku ew jî îcadeke şaristaniya zilam e. Di civakên xwezayî de jî heke endamekê şaştitî an jî ne li gor rizikên civakê tevbigeriya, bi awayekê diviya tewana vê bi daya. Lê belê sizayê ku dihate dayîn li gor exlaqa civakî bû û bi armanca ku careke din dubare nebe, dihate diyarkirin. Ango li kesê tewankar rêbazekî ku vîn û mafê wî yên sereke binpêbibin, nêzîkatî nedihate çêkirin. Jixwe ji ber darizandin ne li gor qanûnên hişk bûn, bi sedem û encamê ve girêdayî dihate bidestgirtin, wiha jî ji bo silametiya civakê biryareke çê û di cih de dihate dayîn. Lê belê ev rêgez jî wek piraniya rêgezên din yên mirovahiyê bi hegemoniya navendî û serweriya mêjiyê analîtîk yê zilam li ser civakê re binpê bû. Pergala desthilatdar di bin navê qanûn û huqûqê de hin rêzikên nivîskî xiste rojevê û wek çawa ku ked û nirxa însan hate pîvandin, tewanê însan jî ji makîneya hesabê derbas bû. Ji bo her tewan û gunehê, ji pêş ve hin siza diyar kirin. Li gor feraseta desthilatdar nedibû ku kesê tewanbar di nava civakê de bimîne û ji bo ku bersiva guneha xwe bide li girtîgehan hate ragirtin. Diz, kujer, tecawûzkar, sextekar û hwd. kesên gunehên wiha kirin di çerçovaya rêzikên qanûna her pergalekê de hatin darizandin û deriyê girtîgehê li ser wan vebû. Ew ji civakê hatin tecrîdkirin. Wextê mirov lê binêre bi vê rastiya dilêş re rû bi rû dibe ku ev kiryarên nedirê hemû encamên rastiya pergalê bixwe ne. Li cihê ku diziya mal û milkên bindestan ji bo hakiman helal be, li cihê ku kuştin û talan wek camêriya cengaweran tê hesab û însan bi taybet ji bo vî karî erkdar dibin û mûşe digirin, çawa û çima ew, kujer û dizan didarizînin? Destavêtin bixwe çanda herî li pêş a zilamê pergalê ye ku rojane li ser jin û civakê pêk tîne. Sextekarî jî ne tenê di mijarên aborî, di hemû qadan de pîşeya sereke ya serdestan e. Ruxmî paradokseke wiha mezin, pir însan temeneke xwe ya dirêj li girtîgehan bihorandin, an jî hatin kuştin. Her kiryar ji bo pergalê mubah û helal e. Jixwe girtîgeh jî ne ji bo parastina civakê, an jî bi armanca kesê tewankar bi şaşitiya xwe bihese, vebûn. Girtîgeh îşkencexane ne. Însanê girtî li ciheke teng û li jêr çavdêriyeke giran de tê ragirtin, wiha jî qaşo li şaştiya xwe mukîr tê û poşman dibe. Lê hemû daneyên lêkolînî didin eşkerekirin ku heya niha ti siza û îşkenceyan nekarî pêşî li tewanê bigre. Di esas de girtîgeh dibin navendên perwerdeyê ji bo kesên tewanbar hîna bêtir fêrî karên xirab bibe. Mînakên vê di girtîgehên Îranê de hîna baştir li ber çavan e. Jinên ku tenê bi guneha hevdîtin bi zilameke namehrem têne girtin, dema bi girtiyên fuhuşê dikin re dimînin, zêde nakêşe ku fêrî fuhuşê jî dibin. Di vir de divê were pirsîn ka hêzên dagirker bi çi mebestê girtîgehan bikar tînin? Li civakekê heke exlaq hebe karên xirab rû nadin, an jî pir kêm diqewimin. Ger xirabî nebe jî ti hewceyî bi saziya dewletê ku xwe weke parêzvanê civakê binav dike, namîne. Li ser vê bingehê ye ku pergal civakê ber bi xirabiyê ve diajo û qaşo li jêr navê pêşîgirtina suç, kesên tewan kirine dixîne nava çar dîwaran. 

Pergal, ne tenê kesên ku tewanên exlaqî an jî edlî kirine dixîne girtîgehê, vê qadê bi taybet ji bo mûxalîf û dijberên xwe ji bikar tîne. Îro ku behsa mafê mirovan û demokrasiyê tê kirin, di cîhanê de bi hezaran girtî hene ku tenê ji ber ramana xwe ya azad û mûxalefeta li dijî desthilatan têne sizakirin. 

Ku mirov li kiryarên pergala desthilatdar bi nêrîneke rexneger kûr dibe, baştir pêdihese ku bi çi awayî jin li nava dîwarên zayendparêziyê de bi tenê hiştine, çawa civak ji qada siyaset û rêveberiyê dûr xistine, çawa zanist tecrîd kirine, çawa çand û huner bisînor kirine, çawa mirov di behra bêbinî ya ezezîtî û ferdperestiyê de tenê hiştine û di dawiyê de çawa mêjiyê mirov mehkûmê hin nêrînên diyarkirî kirine. Ango tecrîd ne tenê li ser girtî, an jî hin kesayetan pêk tê, tecrîd pêkanîna wê gelemperî ye. Wek mînak her netew tenê bi xwe re, bi berjewendî û pirsgirêkên xwe re bi sînor dîmîne. Zarok mehkûmê saziyên perwerdeyê yên pergalê kirine, mirovên kal û pîr ji qada hilberînê dûr xistine û ew li malên huzûrê bêbandor kirine. Ciwan bi çîroka sexte ya evîn û evîndariyê xapandine û karker derveyî qada aborî nikare bilive. Wiha jî lingên sereke yên civakîbûyînê yek bi yek şikandine, ku bikarin hebûna xwe domdar bikin.  

 

 

  Berdewam dike…