DÎCLE DEMHAT

 

  Şerê ku 2012 ‘de li Suriyê li hemberî  terora DAIŞ’ê destpêkir gelek sivil di aliyê DAIŞ’ê hatin qetil kirin û gelek jî van dîl ketin destê DAIŞ’ê. Bajarê Kurd û Ereban  Moxolên hemdem  navê van di sedsala 21. de bu DAIŞ, El nusra, ....

Li hemberî ew hêzên talanker bi navê YPG - YPJ civaka Rojavayê Kurdistanê xwe rêxistin kir. Dema ku destpekirin bi tene kalaşnîkovekî  şerê hebun û tunne buyina dan meşandin. Trajediyên ku tu cîhê dunyayê ne hate jiyan kirin zarokên Rojavayê Kurdistanê jiyan kirin. Ev tera xwinmijan nekir. Erdoxan û hûkûmeta wî tu car hêz û serkeftina hêzên YPG -YPJ di hereme de bi dest xist hezim nekirin.  Dewleta Tirk ji bo bi vîna  gelê Rojava û Suriyê bişkinê alîkarîya leşkerî  û   lojîstîkî da çeteyan. Gelo ev qet nehate zanîn ? Na, hemu torên civakî û ajansên nuçeyan bi şembertiyeke mezin hate dîtîn. Hevalbendên Erdoxan jî wê baş dizanin.Dewleta Tirk a ku palpiştiya çeteyan dikir, alîkariya ku ji bo gelê Rojava dihate şandin asteng dikir. Ev jî ne bes bu alîkariya ji bo gel dihate kom kirin ji bo çeteyan dihate şandin.  

    Her roja ku derbas bu hêzên YPG - YPJ ‘ê gelek serkeftin bi dest xistin. Weke Minbiç, Rakka ( navenda DAIŞ’ê bu  ). Li hemberî wê dewleta Tirk êrîşê xwe zede kir.2014  hêzên  YPG -YPJ li Kobanî beramberî DAIŞ’ê şerê rumetê dan meşandin. Gelek ciwan zarok  û jin xwe kirin mertal ji  bo her bihustekî xaka xwe. Zarokên Kobanê gotin heta dilopeka xwîna me bimine em şer bikin û welatê xwe biparêzên. Erdoxan her roj di çapemiye de xeyalên  xwe bi lêv dikir. Xeyalên  weke’’ Kobanî ket, kêm ma.’’ Lê di rastiyê de ya ku ket Erdoxan bu.  Xeyal carekî din bu kabus ji bo Erdoxan û Kobanî 2015 hat rizgar kirin . Me caredin dît ku  devleta Tirk parîyên xwe ye mezin be deng  be beng xwarin. 

    Li hemberî serkeftina YPG-YPJ Erdoxan her tim bi planên nû êrîş kir  lê weke di leyistoka santrancê de binkeftin tê jiyan kirin mat bu  û her tim binkeft.Erdoxan tank û topên xwe çu Îdlibê jî lê weke gotin di cîh be ‘’Suwar hatin peya çuyin’’ her tim buye qedara dewleta Tirk.

    Erdoxan niha jî ji bo YPG dibeje gel weke mertal bikar tinîn. Belê li gorî diza herkes dize. Yeku gel qetil dike em salane dizanin keye. Erdoxan di rêveberiyên xweser de li Cizirê,Şirnaxê,Nusaybînê  gel bi saxî şewitand, gelê Kurd van rojan tu car ji bîr nake. Îro jî  bi hemu teknîka pêşketî êrîşên ku  Erdoxan li ser  Efrînê dike  ji alîyê çapemiya dagirkeran we rewa tê dîtîn  û nave operasyone jî kirinê  Çiqilqa Dare ( Zeytune Zeytîn Dalı). Sembola aşîtiye ye çiqilqa darê zeytune. Lê ji bo Erdoxan buye sembola dagirkeriyê. Bu ye sembola qetil kirina zarokên temenê van yek salî....

Erdoxan û xizmetkarî wî ketine vana heriyeke nayê paqiş kirin. Gelê Efrînê wê dewleta Tirk poşman bike ji ber hewldana van a ketina Efrînê.