Diyana Ewrîn: Pêwîste  jin li hemû bajar, netew, ol û mezheban dengê xwe bikin yek û bi rêxistinekî xurt wan serhildanane vegerînin şoreşa jinê û azadiya hemû civakê.

 

Berwar Şiyar . Herêmên Parastina Medya

Di encama hevdîtina malpera me bi rojnamevan Diyana Ewrîn re. Bersiva pirsên me yên derbarê serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de nirxand.

Malpera KJAR: Sedema ku Rejîma Îranê nikare bibe bersiva daxwazên gel çiye?

Diyana Ewrîn: Rejîma ku  ser esasê desthilatdariyê were damezrandin tû carî nikare bibe bersiva daxwazên gel û berjewendiyên civakê. Rejîma Îranê ji derveyî vêrastiyê nîne, piştî şoreşa Îranê ya sala 1979 an de gel bi hêviya guhertina siyasî, civakî û aborî dest  i şoreşekî kirin û ev şoreşa gelen bi pêşengtiya jinan bi serket. Lê mixabin piştî 40 salan nekarî xwestek  û pêwîstiyên gelê Îranê pêkbîne, berevajî  roj bi roj pisgirêkên aborî û bûhrana civakî kur bû, rewşa jinan û ciwanan xirabtir bû. Di wan salên dawî de zexta li ser gel zêde bû  û dest bi serhildanên seranserî kirin. Beguman sîstema ku mafê hemû netewan nasneke nikare zêde xwe li ser lingan bihêle. Îran mafê gelê Kurd, Ereb, Belûc, turkmen û herwiha ciyewaziyên olî û  mezhebî fermiyet nasnake, îdeolojî û zimanê xwe li ser gelan ferz dike.Êdî gelên Îranê nikarin wan nêzîkatiyên rejîmê tehemûl bikin.

M.KJAR: Jin bergehekî çawa dikarin bidin serhildanan?

Diyana Ewrîn : Yek ji nifşên herî zêde di wan serhildanan de cih bigrin jinin, ji ber ku di sîstema Îranê de zêde hemberî jin siyaseta newekhev tê meşandin. Jin di Îranê de wek hemwelatiyê di asta duyemîn de tê naskirin û bi navê Îslam, Mezheb, Namûs û jin bûyîn ji  hemû mafê xwe yê serke û însanî bêparin. Di şoreşa Îranê de jin di refên despêkê ên tekoşîn û berxwedanê de bûn û mînaka wê  jinên Azerî yên Tebrêzê bûn. Piştî siyaseta rejîma Îranê ya cinsiyetparêz û bi taybet îcbarî kirina hîcaba îslamî, jin nerazîbûnên xwe ji bona vê nêzîkatiyê bi mehan domandin weke qanûn hate nivîsandin û ev mijar yek  bi dehan qanûn dij bi jine. Lê di roja meya îro de bi cihgirtina jinan di wan serhildanan de vê dide nîşandan ku jin carekedin dikarin li tecrûbeyên xwe yên dirokî sud werbigrin û hemû  jin li hemû bajar, netew, ol û mezheban dengê xwe bikin yek û bi rêxistinekî xurt wan serhildanane vegerînin şoreşa jinê û azadiya hemû civakê.

M.KJAR: Ev serhildanên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê despêkirî zemînê xwe ji çi digre û ev serhildanane berdewam bike wê bigihije kuderê û ger berdewam neke wê encaman çi bibe?

Diyana Ewrîn: Di dirokê de jî bi caran hatî dîtinku tu desthilatdarî û zilm heya dawî nikare li ser gel dagirkeriyê bimeşîne û zu an jî dereng ber bi tunebûnê ve biçe.Di 200 salên dawî de jî sîstema  netew-dewlet bi yekdestdarî û talana serweta civakê û têkbirina civaka xwezayî , hebûna xwe didomîne lê niha ew krîza Rojhilata Navîn de dide nîşandan ku temenê wê sîstemê ber bi dawiyê û nefesa xweya dawî dikşîne û serhildana gelan ji bo bi destxistina mafê xwe destpêkirî ye. Li Îranê jî ew serhildanên ku despêkirî û divê hemû gelê Îranê bi hevre bi yek dengî rejîma Îranê mecbûrbikin ku guhertinên bingehîn di sîstema xwe de çêke. Îran divê daxwaz û mafê hamû gelê Îranê nasbike û dev ji siyaseta xweya netewperestî berden. Ger Îran şoreşa gel jinedîtî ve were wê ber bi dawiya xwe ve biçe. Serhildan û hêza ge encama wê serkeftinê demokrasî û  azadiya civakê ye.