Di bernameya vê hefteyê a Hêlê 3 de nexşerêya ku ji aliyê KJAR’ê ve di Mijdara 2018’an de hatî ragihandin û ji 13 xalan pêk tê hate destgirtin

Di bernameya  vê hefteyê a Hêlê 3 de nexşerêya ku ji aliyê KJAR’ê ve di Tebax a 2018’an de hatî ragihandin û ji 13 xalan pêk tê hate destgirtin.   

Mêvanên bernameya Televizyona Aryen TV a Hêlê 3 ê di vê hefteyê endama Koordînasyona KJAR (Komalgahê Jinên Azad ên  Rojhilatê Kurdistan)  Peyman Viyan û endama  KJAR’ê Rozerîn Kemanger  bû.  Beşdarvan,  pirsên  pêşkêşkarê bernameya Hêlê 3 Zal Med yên derbarê projeya KJAR a beriya salekê hatî ragihandin bersivandin.  
Endama Koordînasyona KJAR Peyman Viyan,  balkişand li ser pirsgirekên jinên İran û Rojhilatê Kurdistanê û diyar kir ku van salên dawî de,  pirsgirekên jinan her ku çûye kûr bûye.  Ji ber vê yêkê jî nerazîbûyînên jinan jî her ku diçe zêdedibe. Peyman Viyan ji bo eşkerekirina projeyên xwe wiha axivî: “Projeyê ku me ragihand, em daxwazên mafên jinan  yên xwezayî dikin.  Ji bo wê jî wekî KJAR me pêwîstî dît ku nexşerêyek bi vî awayî  ragihînin.13 Xalên ku me destnîşankirî mafên jinan ên ku ji dest hatî girtin digire nava xwede.  
Peyman Viyan,  diyar kir ku, bi  eşkerekirina nexşerêyek bi vî awayî, xwestine peyamek ji bo dewleta İranê bidin.  Viyan ji bo peyamê xwe jî vana dibêje; Peyama me ji bo dewleta İranê ev bû: ‘Ji ber ku rejîma İranê di nava qeyraneke mezindeye, li ser civakê jî zextên mezin dike.  Nexşerêya me jî dibêje ku; ‘eger tu dixwazî ji vê qeyranê xelas bibî yêkêmîn pirsgirêka di nava civakêde pirsgireka jin e pêwîste destpêkê viya  çareser bike.’ 
Endama KJAR’ê Rozerîn Kemanger jî ji bo armanca eşkerekirina projeyên xwe wiha axivî:“Armanca me ya sereke bi vê projeyê  ewe ku  pirsgirekên jinan bi eqlê jin û rê û rêbazên polîtîk û exlaqî çareser bikin.  Îro em mêzebikin herkes pirsgirekan tespît dike.  Lê kes xwedî çareseriyek bingehîn nîne.  Pirsgireka jin bi hinek reforman ve çareser nabe.  Pêwîstî guhertinên di asta qanûn û zîhniyet de heye.”
Di televizyona Aryen TV de bernameya ku roja duşemê hate weşandin de li ser projeya KJAR yê sala derbasbûyî hatibû eşkerekirin nirxandin hatine kirin.  Di dirêjiya bernameyê de nirxandinên ku hatine kirin bi vî awayiye;   
Ji aliyê Komalgay Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê KJAR’ê  Mijdara 2018 de nexşerêyek pêşkêşê raya giştî hat kirin. Çima pêwîstiyek hat dîtin ku di vê demê de ev nexşerêyê ji raya giştî re were ragihandin û ev nexşerêye li ser çi esasan hate amade kirin?
Rêveberiya Komalgayên Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistan KJAR’ê Viyan Peyman; Belê.  Beriya salekê me  nexşerêya ku ji bo çareseriya pirsgirekên jinên İran û Rojhilatê Kurdistanê amade kir û ji raya giştî re ragihand.  Teybet ev çend salên dawî de rejîma İranê zextên xwe li ser civakê teybet jî li ser jin û ciwanan  zêdekiriye. Tekoşîna li dijî viya jî tê kirin bê proje, nexşerê an rêxistin nebûye.  Jinên di nava İran û Rojhilatê Kurdistanê jiyan dikin bi armancekêve  ev tekoşîn meşandine.  Teybet jî ji roja ku rejîma İranê a İslami hate ser desthilat şûnde hedefa wî ya yêkêmîn jin bû.  Di vê çerçeveyêde êrîşê her cûre mafê jinan ên xwezayî kir.  Ji bo wê jî yêkêmîn yê ku nerazîbûyîn  li dijî vê pergalê dayî nîşandan tevgerên jinan bû.  Li İran û Rojhilatê Kurdistanê de, teybet jî di van salên dawîde pirsgirekên jinan, daxwazên jinan gehişte asta jor de.  Bi projeyê ku me ragihand de, em daxwazên mafên jinan  yên xwezayî dikin.  Ji bo wê jî wekî KJAR me pêwîstî dît ku nexşerêyek wiha ragihînin.  Nexşerêya me pêşkêşî gel bû pêşkêşî jinan bû.  Bi vê projeyêve em çareseriyê careke din hindirê civakê de digerin û dibînin.  13 Xalên ku me destnîşankirî mafên jinan ên ku ji dest hatî girtin digire nava xwede.  Peyama me ji bo dewleta İranê ev bû: ‘Ji ber ku rejîma İranê di nava qeyraneke mezindeye, li ser civakê jî zextên mezin dike.  Nexşerêya me jî dibêje ku; ‘eger tu dixwazî ji vê qeyranê xelas bibî yêkêmîn pirsgireka di nava civakêde pirsgireka jin çareser bike.’  Bi vî awayî wê pirsgirekên civakê jî çareser bibe û qeyrana di nava İranê de wê xelas bibe.   
Armanca pêşkêşkirina vê projeyê çibû?
Endama Komalgey Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê Rozerîn Kemanger; Bêgûman her projeyek xwedî armancekêye.  Armanca vê projeyê jî di xeta sêyêmin de  pirsgirekên civakêre bersivdayîne.  Yê ku vê projeyê jî pêk bîne bêgûman jin e.  Ne tenê jinên Rojhilatê Kurdistanê bi giştî ji bo jinên li İranê de jiyan dikin re wê bibe bersiv.  Ev projeye  nûmûneyek ji bo tekoşîna giştî jinên Rojhilatê Kurdistanê û İranêye.   Armanca me ya sereke bi vê projeyê ve viya bû.  Îro em mêzebikin herkes pirsgirekan tespît dike.  Lê kes xwedî çareseriyek bingehîn nîne.  Pirsgireka jin bi hinek reforman ve çareser nabe.  Pêwîstî guhertinên di asta qanûn û zîhniyet de heye.  
EGER REJÎM ÇARESERÎ PÊŞNEXE WÊ HİLWEŞE
Birêz Peyman Viyan we di nava nexşerêyêde behsa rastiya civaka Rojhilatê Kurdistan û İran û her wiha rastiya rejîma İran kiribû.  Li gorî wê di encama siyaseta rejîmê ya ku tê meşandin di civakê de  fûhûş, maddeyên hişbir, birçîbûyîn û hwd.  Zêdebûye.  Piştî salekê jî em mêzedikin ku ji vê hêlêde ji çareseriyê zêdetir pirsgirek hatiye kûrkirin.  Nexşeya KJAR dikare guhertinekê di vê hêlê de çêbike? 
Peyman Viyan;   İran siyaseta li ser civakê teybet jî li ser jinê bi awayeke birdozî dimeşîne.  Ji bo wê min got, dema ku me proje pêşkêşkir di esil de me pêşkêşî jinan kir.  Mêzebikin heta niha ewqas tekoşînek mezin çêbûye lê hîn jî rejîma İranê yêk tevîz nedaye ku guhertinek were çêkirin.  Ji ber ku eger tevîz bide tevîz ji birdoziya xwe jî dide.  Ji bo wê jî tu carî ji hêla jin, civan, civak de xwedî çareserî nabe.  Rejîma İranê teybet jî van salên dawîde gel mehkûmê birçîbûyîn kiriye.  Ji berku çiqasî birçî bike ewqasî girêdayî xwedike.  Zextên rejîma İranê li ser gel dike di warê aborî, siyasî, hukukî de qeyranê ava dike.  Fûhûşê pêşdixe, maddeyê hişbir zêdedibe.  Ji bo wê jî  gel neçar dimîne û di nava wê qeyranê de serî li rêbazên cuda dide.  Rejîma İranê ji ber rewşa ku têde nikare pirsgirekên jin, ciwan, civak û netewên din ên di nava dewletê de jiyandikin çareser bike. Di nava İranêde netewên cûrbûcûr jiyan dikin.  Rejîma İranê bi vê halê xweve nikare çareserî ji bo xwe bîne wê çawa çareserî ji bo netewên din bîne.  Êdî hêviya gel ji rejîma İranê nemaye.  Yê ku guhertinê çêbike, çareseriyê ava bike tekoşîn û rêxistinbûyîna jinan bixweye.  Dema me proje jî ragihand me got ku, ‘eger tu dixwazî çareserî çêbibe pêwîste tu vegerî nava xwe’  Siyaseta İranê  di nava civakê de êrîş,  zext, darvekirin, eşkence û hwd. Dike lê li dervede jî çareserî digere.  Bi vî awayî dibe ku yêk sal li ser lingan xwe bigire lê nikare çareseriya demdirêj çêbike. Pêwîste vegere nava civaka xwe û çareseriyê jî di nava civakê de bigere.  Nexwe dawiya wê hilweşandin e.  
Hûn di dema niha de jî li ser van 13 xalan bi israr in?
Rozerîn Kemanger; Erîşen li ser jinê jî li ser civakê jî hîn xelas nebûye.  Berovajî her ku diçe li ser di şexsê jinê de li ser civakê êrîş zêdetir dibin. Dibe ku ev xal hîn berfirehtir jî bibe.  Çiqasî erîş li ser civakê zêxt zêdebibe xalên me yên çareseriyê jî wê berfirehtir bibe.  Ji bo ku em projeyê fêm bikin pêwîste ku  em siyaset û birdoziyê baş bixwînin.  Heta ku êrîşên dewletê li ser civakê  hebe wê ev proje jî bidome.  
Di nava salekê de ji van 13 xalan yên pêkhatî hene?
Viyan Peyman; Ev projeye demdirêj û esas e.  Ev 13 xal ji bo salek an du sal nîne.  Li ser xalê zindaniyên siyasî di nava vê salê de pir kar hatine kirin.  Niha zindanên İranê teybet ji bo jinê bûye qadeke tekoşînê.  Me di nava xalan de jî yêkbûyîna jinan diyar kiribû.  Çiqas zext li ser jinan hebe daxwazê azadiyê jî zêdetir dibe.  Ji bo ku di nava zindanan de yêkbûyîna jinên netewên cuda çêbibe me pir hewldan kir.  ‘Di nava zindande çawa tekoşîna jinê bikin yêk, çawa dengê jin bikin yêk?’  Di çerçeveya xaleke din de serdaniya hemû jinan hate kirin.  Me ji wanre got ku; ‘pêwîste li ser navê KJAR em projeyekê ragihînin lê bi îradeya hemû jinan emê viya bikin.’ Ji bo wê jî di nava vê salê de ji bo ku em xwe bigihînin hemû jinên ku di nava İranê de jiyan dikin, li ser esasa yêkgirtineke çawa, rêxistinbûyînek çawa’ de me kar û xwebatên xwe zêdekirin.  Me bi pir jinên Beluc, Azer, Fars, Afgan û hwd re hevdîtin kiriye ku,  ‘em dikarin bi hevre çi bikin.’  Bêgûman viya tenê ne di axaftinre ma,  pêwîste em wek çareserî çi danin holê, îttifaqa me a stratejîk pêwîste bihevre çawa bibe, pêşerojde pêwîste em çi bikin, li ser van mijaran gotûbejkirin û nîqaşkirin çêbûye.  Ango li ser xalên girêdayî rêxistinbûyîna jin em kar û xebat dikin lê hinek xalên,  wek guhertina qanûnan de rejîma İranê ji bo çareseriyê pêngav na avêje.  Ji bo ku hinek mijar çareser bibe pêwîste di qanûnan de guhertin çêbibe. 
Civaka İran ji hêla çandî de pir dewlemend e.  Lê rejîma İranê yêk çandiyê li civakê disepîne.  Di nexşerêyê de dibêje ku, ‘çandeke dewlemend dikare civakeke demokratik, wekhev  jî ava bike.’ Ji bo ku civakeke wisa ava bibe pêwîstî tekoşînek çawa heye?
Rozerîn Kemanger;   Rejîma İranê îro bi siyaseta yêkrengî dixwaze civakê rêvebibe.  Bi çavê dewletê mêze civakê dike.  Bi çavê zilam mêze jin dike.  Bi çavê kalan temaşe ciwanan dike.  Bi vê şêwazê hemû dibe yêk.  Ew jî dewlet e.  Netewa esasî niha rejîma İranêye. Viya jî yêkrengiyê pêşdixe.  Çareseriya me ewe ku,  ‘di civakekê de rengên civakê çiqas zêde be û bi rengê xwe ve bijîn, ew civak ewqas demokrat e.’  Di pergala niha de,  yê ku li dijî dewletê derkeve erîşên mezin ve rûbirû tê.  Ew dewlet çawa dikare bêje;  ‘ez demokratim.’  Armanca projeya me, zindîkirina çanda hemû gelên bindest e.  Herkes wê bi zimanê xwe, hebûna xwe di nava civakê de ifade bike.’  
Rejîma İranê di bin navê hîcap, guneh, wacip ve liser jinan êrîşên mezin dike û di heman demê de viya rewa jî dibîne.  Di bin viya de çi armanç heye?
Peyman Viyan; Dema ku rejîma İranê hat ser desthilat yêkêmîn tişta ku kirî,  ji bo jinan  ‘hicabî icbarî’  derxist.  Mafê dewletê nîne ku ji jinêre bêje, ‘bi hîcap be an bê hîcab be.’  Viya mafê jinê ê xwezayiye û pêwîste jin bixwe biryara viya bide.  Kêm maye ku ji jinêre diyar bike ka çi bixwe.  Di hemû waran de dixwaze mudaxaleya jin bike.  Ji bo ku rengê jinê di nava civakê de diyar nebe di her warê de zext li ser dike.  Yêkêmin îtîrazê jinan jî ji bo wê çêbû.  Di bin navê şerîat, islamî de viya dike.  Lê di bingehde ji bo menfêtê zilem e.  Ol siyasetê li ser jin dimeşîne.  İmam Cuma di dema xutbeyande li dijî jinan di axive.   Dema ku jin daxwaza mafê xwe dike bi devê İmam Cuma de talîmat tê dayin ku di  civakêde  li ser jinê êrîş bê kirin.   Hestên civakê dişixulîne.  Dema ku İmam Cuma li dijî jin di axive roja din li ser jin êrîş çêdibe.  Ango guneh qanûnî kiriye.  Ji ber ku jin li dijî wê disekine li ser jinê jî êrîş dike.  Viya siyasetek piştperdeye û bi awayekê birdozî viya tê kirin.  
We di xalekê de behsa pêwîstiya qanûna bingehîn kiriye.  Çima hûn vê guhertinê pêwîst dibînin?
Rozerîn Kemanger; Dewleta İran ji bo ku hemû fikrên xwe li ser civakê meşrû bike qanûnan derdixe.   Giştî kanûnên esasî mêzebikin yêk jî ji bo xizmetkirina civakê nîne.  Tiştên nivîsînî ji bo menfêtê dewletê ye û civakê jî mecbûr dikin ku rîayet wan qanûnan bikin.  Eger rîayet nekin jî dikarin wî kesî têxin zindanan.  Ji ber ku li dijî vilayetî feqîh derketiye.  Ji ber ku ew qanûn li dijî jin û civakê ne û ji bo civakê nabin bersiv.  Em  pêwîstî dibînin ku ev qanûn werin guhertin.  
Xalê duyemîn de hûn dibêjin ku;  ‘pêwîste jin di hemû organên rêveberî de cih bigire.  KJAR çima pêwîstî dibîne ku jin di hemû organan de cih bigire?
Me nexşeyêrê de jî balkişandiye.  Pêwîste ji bi îradeya xwe ve siyasetê bike.  Di nava dewleta İranê de di hemû warande zilem di nava rêveberiyê deye.  Viya jî nikare mafê jinê biparêze.   Di nava meclîsa İranê de tenê 25 parlamenterên jin hene.  Dema ku dikeve hilbijartinê biryarên demokratîk dernakeve.   Kesekê ku ne li gorî wê zihniyetê be nikare dengê xwe derxe.  Jinên ku di parlamentoyê de jî cih digirin jî  çiqasî rê li wan tê vekirin ku bikarin daxwaza mafên xwe bikin?  Nikarin. Wexta daxwaza maf dikin jî, li ser wan êrîş çêdibin.  Zilemsalarî di vilayetî feqih bigire heta jêrî xwe serwer kiriye. Ji bo ku jin xwe bi îradeya xwe ve xwe rêvebibe,  pêwîste wekî xaleke esasî,  jin di nava rêveberiyê de cih bigire.  
ABORİYA Bİ DESTÊ JİNÊ TÊ KİRİN ÇARESERÎ ÇÊDİKE
Di nexşerêyê de hûn dibêjin ku; ‘pêwîste jin ji hêla aborîde azad bin.’  Di vê demê de qeyrana di nava civaka İranê de pir kûr bûye.  Aboriya ku bi destê jin ve tê rêvebirin çiqas dikare di çareseriya qeyranê de rol bigire?
Rozerîn Kemanger; Jin di nava tevahî beşên civakê de xwedî rol in.  Aborî beşeke herî giring e.  Mêze dewleta İranê bikin. Jin yan bê heqdestin.  Yan bê kar in. Mafeke wan nîne.  Jin nikare derkeve derveyî malê. Eger derkevin derve bi rûbirûyê hezaran êrîşan dibin.   Aboriya bi destê jinê tê rêvebirin, dikare civakê ji hêla jiyana komûnal de pêşbixîne.  Mînaka Rojava berbiçav e.  Di şoreşa Rojava de jin ji aliyê aborî de xwedî proje û stratejiye.  Viya jî dihêle ku civakeke aram û parveker derkeve holê.  Jin eger ji hêla aborîde xwedî rolek be wê demê qeyrana civaka İranê de jî wê tune bibe.  
Di nava nexşereyê de hûn behsa sêdarekirinê û binpêkirina mafên mirovan dikin.  Di nava salekê  de em dibînin ku girtin di asta jor de didome.  253 kes li ber çavê gel hatin darvekirin.  Mirov dikare bêje, viya bersivdayînek rejîma İranê a ji bo projeya KJAR bû?
Peyman Viyan; Rejîma İranê her tim îdam li dijî civakê wekî tehdidekê şixulandiye.  İdam exlakeke dijî civakê û mirovahiyêye.  Ji ber ku tirsekê dide ava kirin.  Ji bo ku xwepêşandan di nava İranê de çênebe îdam dixe meriyetêde.  İran çiqas di dervede di warê aborî,  siyasîde tengav dibe ewqas di nava civakê de pêkanîna idaman zêdedike.  Lê gel tu carî jî bêdeng namîne.  Teybet van salên dawî de radikal daxwaz derketin pêş.   Jin ji van idaman natirse.  Mînaka Şîrin Elemhûlî heye.  Bi salan di bin eşkenceyên mezin ve rûbirû hat.  Lê gotina wê ew bû; ‘hûn dikarin canê min bigirî lê nikarî şerefa min bigirî’ viya peyameke pir birdoziye.  Dengê jinan di zindanan de bûye yêk.  Çiqas eşkence pêşbixîne wê tekoşîn jî mezintir bibe.
Eger zihniyeta rejîm neyê guhertin qanûn neyên guhertin wê demê wê helwesta KJAR çawabe?
KJAR di nava dilê gel de tekoşîna xwe dimeşîne.  Hesin jî be li beramberê tekoşîna gel pêwîste biguhere.  Eger viya pêk neyê jî wê demê  zemînê tekoşîneke mezintir avadibe.  Projeya me de, em xîtabê gel dikin.  Tekoşîneke mezintir a gel wê dewlet neçar bimîne ku pêngav bi avêje.  Şêwazên tekoşîna me her tim xwe diguhere.  Lê di armanç de em ê dengê jinan yê gel bikin yêk.  Dema ku gel dizane ku ev proje projeya daxwaziya azadiyê ye tevlîbûyîn jî zêdedibe û astê tekoşînê jî mezintir dibe.  
KJAR behsa mafên jinan a di qanûnan de dike.  Em dibînin ku di qanûnên rejîm de zewaca sixe, zewaca spî meşrûye.  Her wiha zewaca zarokan di yasayên îranê de meşrûye. Îsal KJAR hemleyek da destpêkirin.  Ev hemleye berdewamiya vê nexşerêyebû?
Peyman Viyan; Nexşerê ji xalên esasî pêkhatiye.  Bêgûman ev hemleya ku beriya mehekê me ragihand berdewamiya wiyaye.  Ji xwe di şiar de jî viya tê dîtin.  ‘Li dijî her cûre şîddet yêkbigrin, têbikoşin, azadbibin’. Li her derê de tekoşîn heye, jin daxwaza mafên xwe dikin.  Lê tekoşîneke bi perçe heye.  Ji ber wê jî pêwîstî heye ku hêza xwe bikin yêk û bi rêxistinkirî tekoşîna xwe bidomînin.  Di îranê de hemû pêkanîn birdoziye.  Zewaca zarokan a bi temenê 13 salî qetlîamek li ser jinê û civakêye.  Ev zewaca biçûk tenê ji bo keç metirsî nade ava kirin di heman demê de ji bo piya jî xetere.  Lê ji bo jin xeteriyek mezintir ava dike.  Em her roj dibînin keçek 10 salî bi zilemek 50 salî re didin zewicandin.  Di qanûnên İranê de vane hene.  Çend caran çû meclîsê ji bo ku werin guhertin, lê qebûl nake.  Ji ber ku tevîz nade.  Hemleya ku me dayî destpêkirin jî dij zewaca biçûk, sixe, besîckirina jin û hwd e.  Wek alternatîf jî tekoşîn û yêkgirtin derdikeve pêş.  
Di çerçeveya vê hemleyê de KJAR sistema çareseriyê ji bo İran û Rojhilatê Kurdistan pênase dike,  wek şiara sereke jî, ‘jinên azad, jinên birêxistinkiriye’  hatiye diyar kirin. Jinên Azad û Jinên Rêxistinkirî çawa dikare di nava vê hemleyê de cih bigire?
Rozerîn Kemanger; Dema ku em behsa tekoşînê dikin mebesta me demdirêjî û bi rêxistinkirî meşandina wê ye.  Em dibînin ku carna li hinek cihên İran û Rojhilatê Kurdistanê de dem demî nerazîbûyîn çêdibin gel radibe ser lingan.  Lê rejîma İranê li ser wan êrîş dike.  Ji ber ku him hijmara wan kêm e him jî tenê nûneriya beşekê dikin.  Wexta em dibêjin, ‘bi rêxistinkirî’ ango bi bername, bi hevgirtî û berfirehî çalakî tê kirin, nerazîbûyîn tên nîşandan. Wexta em dibêjin, ‘tekoşîna jin’ netewa wê,  rengê wê, çanda wê girîng nîne.  Hemû jinan digire nava xwede.  Ji bo ku tekoşîn demdirêj be,  girseyîtir bibe,  bigihije armanca xwe, dewlet nekarî bi hêsanî êrîş li ser de bîne pêwîstî bi rêxistinkirinê heye.   Eger bi rêxistinî bibe wê demê ew tekoşîn dibe mayînde.  Her jina ku di nava civaka İran û Rojhilatê Kurdistanê de cih digire dikare di nava vê hemleyêde cih bigire.  Ev hemle tevahî tekoşîna jinan digire nava xwede.