Di şoreşa newoltîk de tiştek bi navê dagirkerî û desthilatdarî nîn bû, ji ber ku wekhevî, adalet, aşîtî, azadî di hat jiyan kirin

                    Di şoreşa newoltîk de tiştek bi navê dagirkerî û desthilatdarî nîn bû, ji ber ku wekhevî, adalet, aşîtî, azadî di hat jiyan kirin. Tû kes ne digot bila ez li jor bim, ez yê xurt bim û her tişt bila yê min be. Berovajî wê yek ji bo her kesî û her kes ji bo yekî bu. Jiyan bi vî rengî bi rê ve diçu. Çanda dayik salarî her li pêş bu û her kes li gorî wê tevdigeriya. Jin bi rolê pêşneg radibu. Girêdana wê ya axê û kedê mezin bu, jiyan bi tevahî li derdora jinê bi rêve diçû. Pêşketinên destpêkê hemî bi ked û hewildanê jinê derketin holê û îro hemî pêşketinên ku em li ber çavan dibînin bi berhemên jinê yê wê demê ve girêdayî ye. Lê piştî ku sîstema bavik salarî pêş ket û çanda dayiksalarî lewaz bu her tişt berovajî bu. Li cihê wekhevî bê adaletiyekî herî mezin pêş ket, li cihê aşîtî şerên dijwar rû dan û di heman wextê de li cihê azadî koletiyek bê aman di nav civakê de derket holê û heye roja îro jî dewam dike. Dîsa hemî berhemên jinê ji milê zilam ve hat destser kirin û kirin berhemên xwe û jin ji ne dît ve hesab kirin.

  Her ku dem derbas bu ev koletî û desthilat darî xurt bu, bi hêz bu û xwe bi sîstem kir. Îro jî bi hemî hêza xwe berdewame. Dema ku em li roja xwe ya îro temaşe dikin em vê hovîtiyê ber çav û şênber dibînin. Di virde tişta ku gerek em baş fêm bikin armanca dagirkeriyê çi ye? Çima ewqas bi hovîtî êrîş dike? Desthilatdarî çawa xurt dibe? Û her wiha pir pirsên cuda hene ku em ji xwe pirs bikin û em bi bersivînin.

   Di serî de desthilatdarî çi ye û çawa ava bu?

    Desthilardarî tune kirine, qetilame, kuştine,koletî ye, koçberî ye, şere, talan kirine, qirkirine,tecawiz kirine,bê nirxî ye, bê adalet û bê mafî ye û pir pênaseyên cuda hene ku mirov li desthilardariyê bar bike. Bi kurtasî hemî qirêjiya ku di roja me ya îro de tê jiyan kirin hemû bermahiyên vê sîstema dagirker û qirkere. Her wiha desthilat darî xwe li ser nirx, çand û keda civakê ava kir. Nirxên civakê xesib kir, bin pê kir û kir mulkê xwe, çanda civakê tune kir, heland û di heman wextê de keda hezarên salan kir ya xwe, teşeyekî nû dayê û danî pêş berî civakê. Yanî bi kurtasî tiştek bi navê civakê nehişt û mirov dikare wisa pênase bike ku desthilatdarî li ser tune kirina civakê xwe ava kir. Ne çand, ne axlaq û ne jî hênaseyekî azad hiştiye.  Di heman wextê de jin ji axê qut kir, ji nasnama wê dûr xistin. Tenê jina kole û bê ziman hiştiye. Zaten ji bo ku xwe berdewam bike gerek vê bike. Bi heman şêwazî yek ji felaketên mezin yê dagirkeriyê koçberiye. Îro tişta herî zêde tê jiyan kirin koçberî ye, jin ji axa xwe dûr dikeve, zarok ji welatê xwe xerîb dibin û kal û pîr di rêkên koçberiyê de can didin. Dema ku em dibêjin koçberî ne tenê ji ax û welatê xwe dûr bun çê dibe, di heman wextê de ji ziman, çand û axlaqê civaka xwe dûr dikeve. Bi vî awayî helandinekî çandî çê dibe. Helandina herî bê eman jî helandina çandê ye. Ji ber ku dema  mirovek ji çanda xwe dûr bikeve, tiştekî bi navê wî namîne û heta mirov dikare jê re bêje miriyê li ser piya ye. Dema ku mirov ji her tiştê xwe xerîb bibe wê demê wateya jiyana wî jî namîne, ji ber ku jiyanek din jiyan dike, li ser çandek din bi rêve diçe ev jî dide diyar kirin ku hemî taybet mendiyên wî yê civakî miriye. Bi vî şêwazî tê wateya ku miriyekî li ser piya ye. Desthilat darî xurt buna xwe li ser koçberiyê dimeşîne, ji ber ku heya ku koçberî hebe wê ew xurt be. Yanî xurt buna xwe bi tine buna civak û çanda wê bi hêz dike. Tişta ku îro sîstema dagirker dike jî eve, gelê kurd ji çand û nasnama azad dur dike. Li cihê çanda kurd çanda turk, fars û erab ferz dikin û dibêjin ku kurd nîne. Lê îro kurd li her çar parçên kurdistan li himberî van polîtîkaya rabû ye ser piya û ne razîbunênên xwe bi xwe pêşandan û serhildanan tîne ser ziman, ji bo wê jî ewqas êrîş li ser gelê kurd tên meşandin. Dema ku mirov tehlîl dike mirov dibîne ku ev rabun û hişyariya gelê kurd ji bo sîstemên dagirker metirsiyekî pir mezine û ji bo ku vê serî rakirinê bi tepisînin bi çav sorî û hovîtiyek bê eman êrîş dike û qetilama pêk tîne. Di wêjeya desthilatdariyê de berxwedan, serî rakirin û azadî nîne û li himberî vî tiştî çi ji destê desthilatdariyê tê pêk tîne û tû tiştî li ber çavê xwe nabîne.

   Di vi de tişta ku gerek em baş bibînin dagirkerî ne tenê li ser ax û welat tê meşandin. Dagirgeriya herî bi hêz li ser jinê tê meşandin. Koletiya herî bi hêz li ser jinê tê reva kirin. Dîsa zilim û bê mafiya herî mezin li ser jinê tê feriz kirin. Çima em vê dibêjin? Dema ku em li derketina desthilatdariyê temaşe dikin em di bînin ku di serî de ava buna xwe li ser xistina jinê, keda jinê, berhemên jin û koletiya jinê ava kiriye. Ji bo  ku xwe berdewam bike gerek tû heq û huquq ji jinê re nehêle. Hemî ked û berhemê wê xesib kir. Îro jî li himberî destkeftiyên jinê dagirkerî tê meşandin. Dema ku em li êrîşa li ser Rojava yê kurdistanê temaşe dikin em vê bi awayekî şênber dibînin. Yek ji sedemên esasî yê vê êrîşê jî xeta azadiya jine. Ji ber ku ev xet ji bo desthilatdarî û netew dewet metirsiyek mezine, ji bo vê xetê bişkîne ji hemû dek û dolaban sud wer digre  û êrîşên hovane pêk tîne. Lê li beramberî vê jî helwesta berxwedanê zelale û peyam ku tê dayîn jî vê radixe ber çav. Yanî li himberî dagirkeriyê em tû carî çong na tewînin û heya azadî û serfiraziyê emê berxwedanê dewam bikin. Bi gotina serok Apo ku dibêje: sed sala bîst û yekemîn wê bibe sed sala azadiya jinê û pêve girêdayî wê bibe sedsala azadiya tevahî civakê jî. Bi vê bîr û baweriyê îro jin li ser piyane û li berxwe didin. Bi vê berxwedanê wê azadî misoger bibe û li tevahî cîhanê belav bibe. Wê jin bi ked û tekoşîna xwe azadiya misoger bike.

    Dîsa li  kêleka wê jî hêzên demokratîk û azadî xwaz li beramberî vê polîtîkayê li ber xwe dan, tekoşîn kir û heya roja îro jî tekoşîn berdewame. Mînakê wê îro li Rojava, Rojhilat, Başûr û li Bakurê kurdistan tê jiyan kirin. Dagirkeriya ku îro li Rojava yê kurdistan tê jiyîn bi ti awaî nayê qebul kirin. Li himberî vê dagirkeriyê gelê aşîtî û azadî xwaz li ber xwe dide û li himberî tang, top û belafira bi keviran berxwedanî dikin û dibêjin çi dibe bila bibe emê dev ji azadî û rumeta xwe bernedin. Dîsa li rojhilatê kurdistan jî bi heman awayî berxwedaniyek bê hempa heye. Li hemberî zordestî, koletî, neheqî xeta berxwedanê ji xwe re esas digrin û xelasiya xwe bi berxwedanê pênas dikin. Yanî êdî bi ti awayî dagirkerî û koletî nayê pejirandin û êdî dema wê qediya ye û yek mirovekî xwedî zanebun hebe jî wê li beramberî wê bisekine û serî rake. Berxwedana Rojhilat û Rojavayê  kurdistan bersiva vê ye û vî tiştî  îfade dike. Di heman demê de vê jî ji me re dide nîşandan ku tû carî çand berxwedanî neqediya ye û wê ne qede û azadî wê bi berxwedanê û tekoşîna jina azad mîsoger bibe. Heya azadî misoger nebe wê berxwedan û tekoşîn dewam bike 

  Bi kurtasî mirov dikar vê bêje: heya niha jin li berxwedaye û wê ji niha û şunde jî li berxwe bide. Di destpêka dîrokê heya roja îro jî jin bi rolê pêşengtî rabû ye û wê vê rolê xwe berdewam û bi hêztir bike. Îro li tevahiya cîhanê jina kurd buye xwedî misyonekî mezin û pêşengtî ji xeta azadiyê re dike. Li her çar parçeyê kurdistan ev bi awayekî şênber li ber çava ye. Bêgoman ev bi ked û felsefa Rêber APO çê bu, felsefa Rêber APO ev rê ji nû ve şîn kir û jin vegerand ser koka wê. Çanda bi hezarê sala ku hatibu tepisandin û winda kirin ji nû ve rih dayê û ew ji binê erdê derxist. Îro heger ku jina kurd pêşengtiya xeta azadiyê dike û ji tevahî jinên cîhanê re bû ye hêvî û her kes li derdora wê kom dibin bi saya vê felsefê ye û bi saya keda serok APO ye. Îro li her çar berçeyên kurdistan ev tişt bi şênberî li ber çavaye û tenê bi kurdistanê jî sînordar nemaye li her çar aliyê cîhanê belav bu ye. Dîsa serok APO da diyar kirin ku azadiya jinê bingehê hemî azadiya ye. Ji ber ku heya ku jin azad ne be ne civak û ne jî zilam azad nabe. Bi vê zanebunê tevgerandin erkê me yê bingehîne û ji bo vê pêkbînin gerek em asta xwe ya zanebunê xurt bikin û bi hêz bikin. Bi vî şêweyî tevgerandin tû hêz nikare li himberî azadiya me bibe asteng. Ji ber ku zanebun û bi taybet zanebuna dîrokî û xwe nas kirin hêza herî mezine û dema ku jin bibe xwedî van taybet mendiya wê demê wê ji tevahî civakê re bibe pêşeng û civakê ji koletiyê rizgar bike. Gerek em tû carî hêza xwe biçuk nebînin ya girîng ji bo me bawerî, zanebun û xwebune, dema ku jin bu ya xwe û di şexsê xwe de xwebun ava kir wê demê azadî jî misoger dibe . Em temaşekin îro li himberî  teknîka herî pêş ketî li Rojava yê kurdistan bi kevira li ber xwe didin. Gerek em vê hêzê ji ne dîtî lê meyze nekin û gerek em tû carî jî jibîr nekin ku ew kevir wê dagirkerî, desthilatdarî û koletiyê têk bibe. Wekî serok APO jî gotiye hêvî û bawerî ji serkeftinên bi nirxtire, em jî  wekî jin emê bi baweriyek mezin azadiya xwe û azadiya civakê misoger bikin û xwedî li keda bi hezarên salan derkevin.

                                                                                                              ROSÎM BÊRÎVAN