Ji ber ku dewletên dagirker yêkitiya gelan ji xwere wek metirsiyek herî mezin dibîne

Endama Komîteya Jineloji  a Rojhilatê Kurdistan Rozerîn Kemanger tevlî bernameya Rawîn a vê hefteyê bû û pirsên rojnamevan Marya Penahî bersivand.  Kemanger  di destpêka axaftinên xwede da diyar kirin ku êrîşen li ser  Rojava berdewamiya qomploya navnetewiye û plangeriya li ser tunekirina gelê Kurd hîn temam nebûye.  Kemanger axaftinên xwe wiha domand; “İiro li Rojavayê Kurdistanê şerê ku tê meşandin li dijî demokrasiyê û gelê azadîxwaze.  Em li Rojavayê Kurdistanê mêzebikin.  Cûrbicûr gel bi hevre di nava aramiyekê de dijîn.  Lê viya dij berjevendiyên dewletêne.  Ji ber ku dewletên dagirker yêkitiya gelan ji xwere wek metirsiyek herî mezin dibîne.”

Kemanger di berdewamiya axaftinên xwede got ku êrîş ne tenê li ser gelê Kurde di heman demê de li ser gelên din ên di nava Rojavade dijîne.  Kemanger di berdewamiya axaftinên xwede da diyar kirin ku ew êrîş jî berdewamiya qirkirina gelan e.”

Kemanger di berdewamiya axaftinên xwede got ku hemû gelên azadîxwaz projeya netewa demokratîk qebûl dikin.  Ji ber ku dizanin ji bo ku gel di nava aramiyekê de jiyan bike projeya herî guncav viyaye.  Kemanger her wiha balkişand ser tevlîbûyîna hemû gelan a li şoreşa rojava û got ku, “ji ber ku şerê Rojava şerê mirovatiyê bû hemû cîhan tevlî wê şoreşê bû.   Gelê Kurd vê carê dibêje, ‘em vê carê nabin qurbanî.  Destkeftiyên me hene û ji bo ku em wan destkeftiyan biparêzen em şer dikin.’

 Rozerîn Kemanger di berdewamiya axaftinên xwede di derbarê helwesta hîn dewletan ku tenê êrîşan şermezardikin, got ku, ‘eger ji dil bin wê gavên pratîkî bi avêjin. Lê ji ber ku yê ku destûra vê êrîşê dayî ew bixwene viya nakin.’

Rozerîn Kemanger balkişand li ser giringiya yekitiya netewî û wiha domand; “Di dîrokê de kengî di Kurdan de hevnegirtibûyîn zêdebibe wê demê erîşên dijmin jî zêdebûne.  Eger em wek Kurd tevahî hêzên xwe bikin yêk wê demê yêk dewlet cesaret nake êrîş bike.  İro li gelê me yê Rojhilat bi şîarên xwe yên wek, ‘Rojava Rojhilate Kurdistan yêk welate’ ve dan diyar kirin ku ewê li dijî dagirkeriyê bi yêk dengî bisekinin. Eger dengê hemûyan bibe yêk wê demê dewlet jî nikare êrîş bike. Dewlet bêdeng jî bimîne helwesta gel da nişandan ku gel yêk giyan e.”

 Kemanger di berdewamiya axaftinên xwede balkişand rola jin a di nava şoreşa Rojava de û got ku jin hemû beşên şoreşê de aktîf tevlî bû.  Ji bo wê jî ewê xwedî li destkeftiyên xwe derbikeve û li dijî dagirkeriyê îro jî bi hemû hêza xwe ve şer dike.”

 

 Kemanger di nava axaftinên xwede da diyar kirin ku pêwîste rewşenbîr, hunermendên Rojhilatê Kurdistanê li dijî vê dagirkeriyê helwesta xwe danin. Her wiha Kemanger helwesta hunermend Keyhan Kelhor jî silav kir.

Kemanger di axaftinên xwede got ku, ‘em jî wek KJAR amadene ku li dijî vê şiddeta teybet li ser jin û zarokan bibin dengek û tekoşîna xwe heta dawî bidomînin. Da ku em vê faşîzmê têk bibin.” Rozerînn Kemanger di dawiya axaftinên xwede helwesta gelê Rojhilatê Kurdistanê silav kir. Kemanger; “Dengê li ser şeqam ji İlam heta Kirmaşan ji bo me pir bi nirxbûn.  Careke din wî gelê got, ‘em yêk giyanin.’  Pêwîste deng hîn bilindtir be û nesekine.  Em careke din wî gelî teybet jî eşîra Melikşah a li İlamê helwesta herî nirx nîşandayî silav dikin.”