ESMERA ASÎ

Vetar1398/3/15

Dema ku mirov dixwaze pênaseya hebûnekê wek Şehid Cihan bike û dest lingê mirov direcife ji ber heybeta wê.Ji ber ku xwedî dilrehmiyeke herî mezin bû Heval Cîhan. Xwe bi gerdûnê re kiribû yek.

               

AVÎNAR MÎRKAN

Dema ku  mirov dixwaze  pênaseya  hebûnekê  wek Şehid Cihan bike û dest lingê mirov direcife ji ber heybeta wê.Ji ber ku xwedî dilrehmiyeke herî mezin bû Heval Cîhan.  Xwe bi gerdûnê re kiribû yek.  Carna ez dixwazim kenê Heval Cîhan bi pênûsa xwe têrîf bikim.Lê pênûsa min dikeve nava zehmetiyekê de. Heval Cîhan ji bo xwe jiyan nekir.Tenê dixwest gelê xwe, zarok û jinan azad bike.Ji bo wê berê xwe da çiyayên ku bêdawî jê hez dike.  Hovîtiya dijmin bi çavên xwe dîtibû û jiyan kiribû. Bi çavên xwe dîtibû ku çawa jin bi saxî tên qetilkirin.Dixwest xwe bîne asteke wisa ku dijmin ji siya wê bitirse.  Xwe kir mertal ji bo ku êdî zarok neyên kuştin.Ji bo wê Heval Cîhan bi peyvên herî edebî dikare were ziman.Tenê ew dikarin Heval Cîhan îfade bike.  Keçeke ku ji bo welatê xwe şer dikin û her tim serbilind bû.  Heval Cîhan  di fikir û baweriya xwe de wek deryayekê kûr bû.  Pênaseya xwedawendiyê ji bo Heval Cîhan di cih deye.  Heval Cîhan li çiyayên Kurdistan’ê de roj bi roj bi eşq û girêdayîneke bi felsefeya Rêber Apo ve xwe nû dikir.  Ez dixwazim wê bi hevrêyên wê re rast bidim nasîn.  Dildariya wê ya bi xwezayê re di asteke bilind de bû.  Bi wê dildariyê her tim xwe azad hîs dikir.  Her roj qêrîna xwe digehande çiyayên Hewreman, Şaho û Kosalan.  Ji ber ku ew çiya hatibûn dagirkirin  rexnedayîna xwe dide.  Rexnedayîna xwe ji Hewreman ji Şaho ji Sirvan’ê re dida.  Digot; “pêwîste ez welatê xwe ji wan hovan rizgar bikim.  Ji ber ku welatê min azadî heq kiriye.”

  Ey welatê azadîxwaz, tenê riya xelasbûnê felsefeya Rêber Apo’ye.  Ji bo wê ezê biçim wargehên Kurdistan’ê.  Hevalên wekî min evîndarê azadiyê ne û tekoşîn dikin ji bo axa xwe rêhevalên wekî Heval Cîhan in. Heval Cîhan roj bi roj  wek ronahiyekê vedibû.  Bê ku sînoran nas bike her tişt dida ber xwe û xwe bi çiyayên bilind re dikir heval.  Ew çiyane ku bi berdelên pir giran ve hatine parastin.  Yêk jî Heval Cîhan bû parêzvanê çiyayên Şaho û Kosalan.  Bi eşqa wan çiyayan ve ji jiyanê jî hez dikir.  Ewqas ji gelê Hewreman hez dikir ku bi kevneşopiyên wan re xwe kiribû yêk.6 salan xebatên xwe domand û bi baweriyeke xurt li ser karê xwe disekinî.  Pişta rêhevalên wê ji wê rast bû.  Heval Cîhan her tim bi welatparêziya xwe ve dihat nas kirin.  Ji hozan Mîzgîn îlhama huner û mînaka fermandariyê digirt.  Li ser şopa rêhevalên xwe bi baweriyeke mezin dimeşiya.  Pir girêdayî hevalên şehîd bû.   Xwe her tim deyndarê şehîdan didît.  Ji ber wê digot; ‘Zal hevaleke ji Bakûrê Kurdistanê ye.  Lê xwe bi çanda vê derê re kiriye yêk.  Pêwîste em hemû wekî wî beşdarî jiyanê bibin.” 

Yêk jî digot; “Em milîtanin.  Pêwîste em weke pola bin.  Ji ber ku em hêviyên gelê cihanê ne.  Divê em xwe derbas bikin û em bibin baskên rêxistinê û em bilind bifirin.” 

Ew Cîhan bû keça Dersîm, Efrîn, Şengal û Loristanê. 

                                                                  Ji bo biranina şehid  Cihan Kotol

Cîhana min.... Bi bihara azadiya gelê Kurd bi hezaran ciwanên Kurd li ser riya te dimeşin û em bawer dikin ku çavên te vekirî neçûn.   Enerjiya te her tim di jiyana me de diherike û hêz dide me.  Bizane ku dijmin nikare enerjiya me dîl bigire.  Ma ne tu ew Cîhanî ku te weke tîrêja rojê li Rojhilat ronahiya xwe belavî her derê kiriye.Îro tu bûyî tîrêja her çar parçeyên Kurdistan’ê.

Bi hêviya rojên azad...