Rastiya komalgeyê dema ku baş lê mêyze bikin û bişopînin, dibînîn ku têda gelek tundutîjiyên ber bi çav û gelek tûndutîjiyên eşkere û veşartî jî dikarin bibînîn
   Gûlnaz Gûlveda
  Rastiya komalgeyê dema ku baş lê mêyze bikin û bişopînin, dibînîn ku têda gelek tundutîjiyên ber bi çav û gelek tûndutîjiyên eşkere û veşartî jî dikarin bibînîn. Zîhniyeta zilamsalarî bi rengekî zanist û pir  bi pergalî xwe liser esasê sipartina tundutîjî dide meşandin, ev yek pênç hezar sale bê ku were rawestandin û guhertin  berovajî her diçe bi qetmerî zêde dibe. Gelo ev ji bo çi tê pejirandin? anjî bi rastî jî ev sosret tê qebûlkirin?  Ez ne bawerim û bê gûman bawer jî nakim.
      Gelo roja kû liser jinê, zext û zor nayê meşandin, qetlîyam û kuştina jin nayê kirin  nîne... Tu li ku derê mêze bikî ev rojava be ev Rojhilata Navîn be ferq nake yên ku xwe pir pêşketî dibînin jî têda herî paşketî jî îro jin adeta kiriye çermixa hemdemî.
       Tu berê xwe didî kûderê bi taybetî jî ciyê ku wekî Îran bê guman bi şiklekî cûda êrîş liser jin heye.   Zewaca keçikên temen piçûk (zarok)  herî zêde qetil kirina fikir û bedena jinê ev yek li ser jin tê ferz kirin.  Faqet ne demê berê, aniha li ber çav dibînîn. Sîstema dewletsalarî ev yek dike zagon. Lêdan, kuştin, rewabûyîna xwe gîrtiye serê xwe û diçe, ji ber zagone, zagonên pergala zilamsalarî vîya diparêze.       Yeksaniyekî komelgehî a axlaqî  têde mafê jinê dihewîne tineye. Lê ji van qatliyamanera êdî bersivên radîkal divê. Bersiva radîkal û tûnd divê. Ji bona wê jî helbete bersiv û helwestên yek yek jî pir girînge lê belê herî girîng helwestê rêxistinkirî û girseyî herî bi wateye. 
  Herî zêde jin û jinên ciwan divê dengê xwe bike yek. Bertek li hember her cure êrîşa liser jin dengê xwe bilind bike û qet bê helwest nemîne. Li ser jin ne bi nîyeta lêdan bi axaftina lêdan bi fikrê têda şiddet û tûndî tîjî hebe jî efû neke. Dengê xwe bike yek û helwestê xwe bike çalakî.