ROJA ME TARÎ NABE

Vetar1397/12/17

Komploya Navnetewî ya ku li ser Roja me hatiye meşandin sala xwe ya 20. dadigre. Bi vê Komploya qirêj xwestin civaka Kurd û Tevgera Apoyî tune bikin...

 ŞAYAN CÛDΠ 

Komploya Navnetewî ya ku li ser Roja me  hatiye meşandin sala xwe ya 20. dadigre. Bi vê Komploya qirêj xwestin civaka Kurd û Tevgera  Apoyî tune bikin. Lê rastiya ku Rêber Apo di şagirtên xwe de dayî avakirin ku nehiştin tu sih bê ser Rêber Apo û hemûyan bedena xwe kirin xelekek ji agir. Dewletên ku destê wan di nava wê qirêjiyê de ne xwestin polîtikayek îmha û înkarê li ser civaka kurd bidin meşandin. Lê Rêber Apo Kurdên di bin betonê de carek dîtir zindî kir û ji nû ve ava kir. Dema ku Rêber Apo ev dara hişkbûyî av da, ji nû ve ruh dayê û zindî kir. Dema Kurd bi xwe hesiyan ku hebûnek wan heye, li derdora Rêber Apo bûn xwedî zanebûn û fikir. Rêber Apo ev gel ji nû ve ava kir. Bi awayekî bingehîn dest bi xebata xwe kir û rastiya Kurd li hemû deverên cîhanê da naskirin. Ji ber ku di cîhanê de hebûnek bi navê Kurd tune bû. Rêber Apo got ‘KURDISTAN BINDEST E’. Bi wan gotinan ket rê, di Kurdan de jî vejînek nû av da. Dema Kurd hebûna xwe  nas kirin, zilma li ser wan dimeşe dîtin, çavên xwe li hemberî celadê xwe vekirin. Li hember faşîzmê têkoşiyan. Kurd xwedî li fikir û ramanên Rêber Apo derketin. Bi wê derketinê rastiya Rêber Apo hîn zêdetir bû û xwe gihand bi milyonan gel. Îro ne tenê gelê Rojhilata Navîn fikrê Rêber Apo ji xwe re esas digre li tevahî deverên cîhanê jî beşên ku li ser vê fikrê dimeşin her roja ku diçe zêde dibin.

Komploya ku 15.02.1999’an de pêk anîn hedef û armancên wê ev bû; eger Kurdan bê Rêber bihêlin rêxistina ku hatiye avakirin yê bê hilweşandin û dîsa dewlet çawa dixwaze wê Kurdan di polîtikaya îmha û înkarê re derbas bikin. Rêber Apo dema dest bi meşa xwe kir, bingeha wê ya felsefa xwe xurt ava kir. Ji ber wê hemû beşên civaka Kurd bandor kir. Dema ku Rêber Apo hate dîlgirtin ji tunebûn û tirsê zêdetir, jin, zilam, dayik, heta kesên biyanî jî bedena xwe kirin xelekek ji agir û li derdora Rêberê xwe, xwe ji nû ve ava kirin. Elbet weke mîlîtanên vê tevgerê kêmasiyên me jî di vir de hene. Eger heta îro em bi  Rêberê xwe re azad najîn weke ku Rêber Apo bi xwe jî bi nav kir; “JI DOSTANIYA SEXTE Û RÊHEVALTIYA KÊM ez niha di girava Îmraliyê de me.” Lazim e em rastiya Rêber Apo baş fam bikin û pêk bînin. Tişta ku Rêber Apo dibêje eger em di cîh û demê  xwe de pêk bînin, em dikarin faşîzmê têk bibin û bi Rêberê xwe re azad bijîn. Di rastiya Kurd de em her tim tînin ser ziman, du xet ji bo kurdan her dem tê zanîn. Yek berxwedanî, yek jî teslîmiyet e.

Pir caran xwestin li ser Rêber Apo bi şêwazên cuda jî komplo bimeşinin, lê belê gotin eger em hereketa Apoyî bê Rêber bihêlin ji xwe wê hemû tune bibin. Lê belê di wir de dîsa xeta berxwedanê bi ser ket. Di roja me ya îro de jî mînaka herî ber bi çavan Leyla Gûven û rêhevalên ku bi wê re dest bi greva çalakiye kirine ne. Dibêjin “heta tecrît neyê şikandin em dest ji berxwedaniyê naberdin û em ê wî agirî hîn zêdetir gur bikin” Ev berxwedana mezin  komploya qirêj vala derdixe. Ne tenê li Kurdistanê, li her deverên cihanê gelê me û dostên Kurdan ji bo Rêber Apo li ser piyan in. Bi şêwazên cur be cur çalakiyan li dar dixin ji bo ku tecrîta girankirî ya li ser Rêber Apo bişkînin. Netew dewletan nekarîn li hemberî felsefa Rêber Apo ya bilindbûyî hezim bikin. Her roj kesên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide û li hemberî zilma dewleta Tirk serî radikin dewlet wan dikuje û tune dike. Dibêje ku ez çiqas kurdan bikujim ez ê ew qas bibim Osmaniyê demê. Lê ne rastiya kurd wê qebûl dike ne jî exlaqê mîrovî vê qebûl dike.

Ya herî girîng jî gelê Kurd bi fikir û felsefeya Rêber Apo fêrî berxwedanê bûye û êdî rê nade hîç tu dagirkerî û qirkirinan.