Hêvî Dêrik                                                

Yek ji şerên ku kesayet û civakê hildiweşîne û diqedîne û bê ku werê dîtin û pê hisandin Şerê Taybet e. Şerê taybet wekî nexweşiya penceşêrê ye ku di merheleya despêkê de nayê dîtin, bi rengekî veşartî ye û hêdî hêdî ji  bedena mirovan dixwe, heta ku êdî der dibe û piştî ku der bû û şûnde ne derman û ne textor nikarin pêşî lê bigirin. Heta ku jiyana wî mirovî diqedîne.  Armanca Şerê taybet ew e ku civakê nexweş bike ta bikare îradeya wî/wê dîl bigire û di oxira berjewendiyên xwe yên deshilatdar de bikar bîne.

Ji nava hemû cureyên şerê taybet yê ku herî zêde li ser civakê bandora xwe çêdike û pê encam digire şerê taybet ê derûnî ye (pîskolojî ). Di  heman demê de şerê derûnî jî bi gelek rê û rêbazan tê meşandin; bi rêya  ragihandin, dibistan, dîn, siyaset, aborî, leşkerî û hwd. Bêguman yên ku herî zêde ji vana para xwe digirin, bandor dibin; jin û ciwan in. Niha hêzên hegemonîk û dewlet netew ji bo parastina deshilatdariya xwe, bi şêwazên gelek kirêt û zirav li ser civakê dixebite. Welê zirav dilîze ku kesayetê û civakê ji cewhera wê xalî dike, bê ku ew bi xwe bihisin. Welê kiriye ku êdî kes bi xwe rewşa hilweşîner ji bo xwe hildibijêre û heta nizane bê çima hildibijêre. Civak gihandiye wê asta ku bi eşq û daxwaz jiyana ketî hilbijêre. Armanca şerê taybet ew e ku her tişt bi armanca tinekirina civakê dike, her tiştî berûvajî pê didê nasîn. Nirx, dîrok, çand û zimanê wî înkar dike, morala wî dixîne, her roj wî rû bi rûyî pirsgirêkan dihêle, birsî dihêle, bê kar dihêle. Di her kêliyên rojê de jinan qetil dike, mirovan bi darve dike, di bin navê qanûn û edaletê de û her roj mirovan bê vîn dike û hwd. Li gel ku van hemûyan pê dide jiyankirin lê mirov dîsa jê razî ne, çima? Ji ber ku rêbazên bikar tîne ew qasî zirav in ku kesayet zû bi zû nikarê bikeve ferqa wê. Xwe wekî ewlehiya wî ya pêşerojê dide nîşandan. Gotinek bav û dê û kalên me heye dibêjin: “Bi xwe kuştiye û bi cenazeya wî re jî dimeşe”. Bi xwe sûcdar e û ew sedemê hemû pirsgirêkan e. Pirsgirêkan ji yek dike deh lê ji bo civakê xwe dide nîşan ku ew nebe wê civak ji nêza bimire, ew nebe civak wê nikaribe xwe biparêze, ew nebe pirsgirêkên civakê neyên çareserkirin. Xwe bi vî rengî bi civakê jî daye pejirandin û xwe xistiye nava dilê civakê.

Niha yek ji wan neteweyên ku di bin bombardûmana şerê taybet ên hêzên sermayedar û dewletperest de maye û her roj bi rêya şerê taybet rastî komkujiyên fîzîkî, çandî û îradî tê neteweya Kurd e. Di Kurdistanê de şerê taybet heta ciyekî gihîştiye armanca xwe û ev yek ji bo netewa kurd gelekî xeter e. Heger em bala xwe bidinê, dijmin pir bi dijwarî û ziravî şerê taybet li ser Kurdistanê dimeşîne. Ew qas bandora xwe û hişmendiya deshilatdariyê kûr kiriye ku êdî Kurd li hember Kurd bi xwe şerê taybet dide meşandin. Kurdan li hember hev bikar tîne û bi destê hev dide kuştin, bê ku Kurd bikevê ferqa bê çima dijminatiya hev dikin. Tirba Kurdan bi destê Kurdan dide kolan û li ser vê rewşê beşekî ji Kurdan yan jî partiyên Kurd ji bo deshilatdariya xwe, heta dawî têne lîstokên sîstema deshilatdar.

Gelek mînakên berbiçav tên jiyankirin ku vê rastiyê ji me re misoger dike. Hemû rojê xaka Kurdistanê ji milê dijminê kurdan ve tê bombardûmankirin, lê mixabin dewsa ku Kurd bibin yek û li hember van êrîşan helwesta xwe bidin nîşan, hin rêxistinên qaşo ku xwe Kurd dibînin diçin bi dijminê xwe re dirûnin û destekê didin wan. Dîsa hin kenalên televîziyonê hene, qaşo ew jî xwe Kurd dibînin û bi Kurdî di wan kanalan de diaxivin; wekî Rûdaw, Kurdistan 24 û hwd. Bi her curekî xizmeta hişmendiya kapîtalîst dikin û ji civakê re dewsa ku wê sîstemê biçûk bike û reş bike, berûvajî wê bixwe ji wan zêdetir şerê taybet li ser Kurdan dimeşînin. Ew jî wekî sîstema sermayedar bi rêya hin bernameyan di bin navê azadiyê de jinan û civakê teşwîqî jiyana erzan dikin, teşwîqî koletiyê dikin. Da ku bikaribin civakîbûna Kurd a hezar salan hilweşînin. Bi tiştên biçûk ên rojane yên wekî magazîn, xwarin, cil û berg, werzîş, hunera arabesk û hwd.  Civakê ji pirsgirêka sereke, yanê ji pirsgirêka azadiyê dûr bixînin. Kesên ku bi van tiştên rojane yên ne aydî çand û civaka wan e re mijûl bibe zû bi zû nikare li ser pirsgirêka xwe ya esasîn jî bifikire. Loma jî ev kanal ya rastî pir xeterî ne.

Her wiha ji bo valaderxistina şerê taybet beriya her tiştî lêgerînên jiyana aydî me, jiyana azad lazim in. Her mirova ku bikeve nav lêgerîna jiyana azad bêguman wê guh nede van kanalên ku jiyaneke sexte pêşkêş dikin. Li derdora sazî û rêxistinên xwe yên ku civakîbûneke li gor çand û adetên xwe yên eslî û pêşverû saz dikin bicivin, birêxistin bibin. Divê em tu car jibîr nekin ku civakeke rêxistinkirî dikare li hember her cure rê û rêbazên şerê taybet xwe biparêze.