Endama Komîteya Perverdeyê a Komalgehên Jinanî Azad ê Rojhilatê Kurdistan KJAR’ê Hêvî Dêrik tevlî bernameya Rawîn bû û pirsên rojnamevan Marya Penahî bersivandin

Endama Komîteya Perverdeyê a Komalgehên Jinanî Azad ê Rojhilatê Kurdistan KJAR’ê Hêvî Dêrik  tevlî bernameya Rawîn bû û pirsên rojnamevan Marya Penahî bersivandin.

Dêrîk  di derbarê mijarên ku rejîma İranê a dagirker li ser gelê Kurd wek polîtîkayên qirkirina fizîkî û çandî dimeşîne nirxandin kir. 

Dêrik di destpêka axaftina xwe de behsa rola Sipahî Pastaran a li Rojhilatê Kurdistan’ê kir û got ku,  rola sereke a sipahî pastaran,  desthilatiya dewletê xurtkirine ji bo wê jî her cûre erîşan li ser gel dimeşînin.  Dêrik di vê derbarê de axaftina xwe wiha domand; “Sipahî Pastaran pergaleke kevne.  Armanca wan xurtkirin û mayîndekirina pergala dewletê ye.  Di dîroka İranê de di bin navên wek  Sipahî nemiran ev pergal dihat meşandin.  Rola van jî textê padişah li dijî êrîşan parastin  û emrê wê dirêj kirin bû.  Ev herdu hêz jî li ser civakê her cûre şiddet, kuştin, darvekirin, eşkence  û hwd. Bê sînor dimeşandin.  Bi vî awayî di dilê civakê de tirsek ava dikirin.  Sipahî pastaran jî berdewamiya wan e.  Armanca wan jî ji bo kursiya Xamaney biparêzin her cûre pêkanînan li ser gel dimeşînin.   Ji bo ku armanca xwe pêk bîne pêwîstbike gel dikuje, bajaran talan dike, komkujiyan dike û hwd.  Civakê bi tirsê dixwaze bêdeng bike. ”

“Lİ DİJî LîSTOKÊN PASTARAN HİŞYAR BİN”

Endama Komîteya Perverdeya KJAR Hêvî Dêrik di berdewamiya axaftinên xwe de bangavazî li civakê kir ku li dijî êrîşên sipahî pastaran hişyar bin û bertek nîşanbidin.  Dêrik; “Dagirkeriya İranê li ser gelê Kurd êrîşen xwe bi awayeke zirav dimeşîne.  Derveyî şiddeta berçav bi hinek rêyên ku mirov zû bi zû pênahese ve dixwazin civakê bixapînin.  Mînak îro hisarê li ser İranê, pirsgirekên  malbatê, bûyerên failên wê nediyar, kuştinên insanan de destê sipahî pastaran têde heye.  Bi vî rengî nefesê di civakê dide çikandin.   Dema ku civakê dengê xwe derxist jêre dibêje; ‘qedera Xwedêye’ bi vî rengî civakê bêdeng dike.  ji milekê ve civak ji birçan dimire aliyê din her cûre jiyana xweş ji bo sipahî pastaran tê pêşkêşkirin.  Çiqas karê xwe baş bikin ewqas pereyê zêde didinê.  Li ser xwîna gel, keda gel xwe didin jiyan kirin. Siyasetek bê exlaq didin meşandin. Lê pêwîste civak li dijî van êrîşên zirav hişyar be û bê bertek nemîne.”

“GELÊ ME BİLA ŞERMEZAR Û LENET BİKE”

 Hêvî Dêrîk di derbarê çûndina serokê dadgeha İranê İbrahîm Reisi a Sine wek tehdîdeke li ser gelê Kurd  şîrove kir; “Ew demên  ku İbrahîm Reisi serdana Sine kiribû di heman wextan de Xumeynî jî fetfaya qetilkirina Kurdan dabû.  Bajarê Sine bajareke stratejîk e.  Di dîroka xwe de  serhildanî kirine û bi komkujiyan re rûbirû mane.  Ciheke welatparêze û ji Kurdîniya xwe hez dike.  İbrahîm Reîsî jî berpirsê dadgeha İranê ye.  Hatiye Sine û li ser mafê mirovan axaftin dike.  Komkujiya li Sine, Seqiz û Nexede hatî kirin de destê İbrahîm Reisî hebûye.  Di dîrokê de ewqas li ser gelê Kurd êrîş, qetlîam dike îro jî hatiye di nava gelê Kurd de behsa mafê mirovan dike.”  Hêvî Dêrik viya wek xepandina civakê nirxand û wiha berdewam kir; “Madem ki berpirsê dadê ye û behsa mafê mirovan dike,  wê demê çima ewqas kes têne darvekirin, li ser jîngehparêzan, zindaniyan, jinan û hwd.  Çima ewqas êrîş hene.  Bi kîjan rû ve diçe Kurdistan’ê û behsa mafê mirovan dike. Di nava salekê de 253 kes li pêş çavê gel hatin darvekirin.  Ji xwe yên ku veşartî hatin darvekirin jî bê hesabin.  Niha jî 14 kes bendê ne ku werin darvekirin.  Lê wê bi çi şêwazî werin darvekirin ne diyar e.  Ji bo wê jî ez bangavazî dikim ku di cîhanê de ji bo van kesan deng were derxistin ji bo ku bi adîlane werin dadgehkirin. ”

 Hêvî Dêrîk di vê derbarê de gelê Rojhilatê Kurdistanê hişyar kir û got; ‘bila kes  bi van kiryaran nexape.  Gelê me bila li dijî hatina van kesên wisa bêdeng nemîne û şermezar û lenet bikin.” 

BESİCTİ DİJ XWEZAYA JİNÊ YE

 Dêrik di berdewamiya axaftinên xwede di derbarê şêwaza besîckirina jin wiha axaft; “Ev salên dawî de di besîckirina jin de zêdebûyîn çêbûye.  Ji bo dewletê wek xebateke girîng lê hatiye.  Wek hedef xwe gehandina 2030 danane pêşiya xwe.  fermandarê besîc Mîno Eslanî ji bo ku vê armanca xwe pêk bîne bi her şêwazê kar dike.  Ew jinên ku tên besîc kirin piranî jinên ku li kolanan mayî, be dê û bav, bê xwedî û jinên ku di medreseyan de dixwînin tên hilbijartin.  Vana teybet li başûrê İranê  ji aliyê leşkerî, birdozî û hwd tên perverde kirin.  Ango ji bo pêşerojê tên amadekirin.”  Hêvî Dêrik di berdewamiya axaftinên xwe de balkişand li ser polîtîkaya İranê a li ser besîckirina jin û wiha got; “İran giranî daye tenzîmkirina besîckirina jinan.  Ji ber ku jin di civakê de xwedî roleke girîng in.  Eger jinan rêxistin bikin wê tevahî civakê rêxistin bikin.   Jin xwedî potansiyelek mezin e.  Rejîma İranê a dagirker jî dixwaze ji vê hêzê jinê  ji bo xwe bikarbîne.”   Dêrik her wiha got ku pir jin derveyî rizaya xwe neçar dimînin ku besîckirinê qebûl bikin.  Dêrik; “Rejîma İranê a dagirker bi riya tehdîdê, bi avêtina zindanan dixwaze iradeya jinan teslîm bigire.  Bedena wê li hember wê dişixûlîne.  Ji bo ku îradeya wê teslim bigire wiya neçar dihêle ku van karan bike.  Pir jin hene ku derveyî rizaya xwe dibin besic.  Bi riya besickirina jin ve dixwazin tevahî civakê bikin bin venêrîna xwede.  Lê di di rastiya jin de sîxurtî, karen xerap nîne.  Jin her di dîrokê de her tim ji bo edaletê, ji bo wekheviyê kar kiriye.”  Dêrik di berdewamiya axaftinên xwede  bangavazî li jinan kir û got ku pêwîste li dijî van kiryaran hişyar bin, neyên lîstokên rejîma dagirker û ji van karên xerap dûr bikevin.

 “EM DENGÊ XWE BİKİN YÊK EMÊ PERGALÊ HİLWEŞÎNİN”

Dêrik di derbarê 14 jinên ku ji bo istifaya Xamneyî kampanyaya danî destpêkirin wek çalakiyek bi wate nirxand û wiha axaft; “li hember pergala desthilatdar bi vî şêwazî helwest cesaretek e û çalakiyek bi wate ye.  Lê  ji bo hilweşandina pergala zilemsalarî têrê nake.  Di encam de heta ku zihniyet neyê guhertin şexs biçin jî feyda xwe zêde çênabe.  Ji bo wê jî pêwîste çalakiya van 14 jinan hîn berfirehtir bibe û girseyîtir bibe.”  Dêrik di dawiya axaftinên xwe de bangavazî van jinan kir ku hêza xwe bi hêza KJAR re bikin yêk û li dijî pergala rejîmê bi hevre tekoşîn bidin meşandin; “Wek KJAR me hemleyek bi navê; ‘yêk bigre, têbikoşe, azad bibe’ dabû destpêkirin.   Ji bo ku jin li dijî her cûre êrîşan bîbin yêk û serbikevin pêwîste ku hêza xwe bikin yêk.  Niha li ser van 14 jinan êrîşên mezin jî çêbûne.  Hinek hatine girtin, eşkence kirin.  Lê eger em li tevahî Rojhilat û İranê de hêza xwe bikin yêk wê demê em dikarin êrîşên pergalê yên li ser jin, civakê tune bikin.  Bangavaziya min hemû jin bi hevre dengê xwe bilind bikin da ku bigihijin armanca xwe.”