Ev 40 sal in ku rêjîma Îranê ya dîktator li ser xwîn û keda gelan hukim dike. Ev gel kî bûn; gelên ku bi salan mehkûmî sîstema monarşî ya Şahenşahî bûn. Dîktatoriya Şah li ser wan zal bû, lê gelan tu car ev zext li ser xwe qebûl nedikirin û şerê vê didan...

 

 

Ev 40 sal in ku rêjîma Îranê ya dîktator li ser xwîn û keda gelan hukim dike. Ev gel kî bûn; gelên ku bi salan mehkûmî sîstema monarşî ya Şahenşahî bûn. Dîktatoriya Şah li ser wan zal bû, lê gelan tu car ev zext li ser xwe qebûl nedikirin û şerê vê didan. Di wan salên dirêj de her çiqasî desthilat hatibin guhertin jî lê zêhniyet tu car nehatiye guhertin. Bi her cure dij bi hebûna gelan hatiye rêxistinkiri. Yên ku di hemû guhertin û veguhertinên van desthilatan da bûne qurbaniyên esasî jî; jinên Îranî bûne. Ji ber ku hêza ku pêşengtî kirin, ji bo jiyaneke wekhev û biedalet şer kirine bedîlên mezin dane jin bûne. Lê cardin ev jin bûne ku ji mafên xwe yên xwezayî, siyasî û civakî mehrûm mane.

Eger em çavekî li dîroka Îranê ya sedsala 20. bixînin; di sala 1285’an de dema guhertina zagonan, avakirina sîstema parlemanî de ku weke meşrûyet tê binavkirin, jin di her warî de pêşengiyeke xurt kirin. Pêvajoyeke nû dest pê kiribû ji bo jinan. Ta astekê jinan serkeftinan qezenc kirin, lê piştî avakirina hikûmeta meşrûyet car din heqê jinan ji nedîtîve hat dîtin. Jin ji heqê hilbijartin û dengdanê mehrûm man, rastî bertekên cidî hatin. Bi taybetî kesayetên mezhebî, bi şîarên ku aqlê jinê biçûk e, nikare siyaset bike, bertek nîşan dan û heqaret li hebûna jin kirin. Heta weke mehkûm hatin destnîşankirin. Neslekî ku nikaribe heqê wê yê hilbijartin hebe, hebûna wê weke mirov nayê dîtin!

Di dema hatina ser desthilatî ya Pehlevî de jî jin nebûne xwedî maf, zêdetir bi zêhniyeta modernîteyê hewil hat dayîn ku şikil bidin jinan û maf bo jinan diyar bikin.

Di sala 1314’an de dema yekemîn xanedanê Pehlevî Riza Şah çû Turkiyê, sîstema ku Ataturk ji boTurkiyê avakiribû, Riza Şah jî ji vê sîstemê nimûne girt. Xwest vê sîstemê di şexsê jinan da têxe malê civaka Îranî. Di şexsê jinan da civakeke teqlîdî ava bike û jinan ji bo keşfa zagona hîcab a jinan derxist. Jin bi mecbûrî mehkûmî pêkanîna vê qanûnê dikir.  Zêhniyeta Şah ji bo jinan dida ferzkirin ku çawa jiyan bikin. Vê ta astekî nakokî jî xist nav civaka Îranî. Heta pir jin ji milê, bav, bira û zilamê xwe ve ji heqê xwendin û karkirinê mehrûm dihatin hiştin. Dîktatoriya Şah her roj texrîbat li ser civaka Îranî çêdikir,ev jî cidî tengasî di nav civakê de çêdikir. Ev jî bi xwe re nerazîbûna gelan û her beşên civakê dianî; wek jin, ciwan û hêzên çep. Potansiyêla azadîxwaz xurt-tir dibû û nerazîbûn zêdetir dibûn.

Êdî Şahenşahî bi xeteriyên cidî re rû bi rû bû, dengên azadîxwaz bilind dibûn. Lê hêz û kesayetên ku bi navê îslamê tevdigeriyan di nav hewildanên cidî de bûn ku vê hêza gel ji bo avakirina rêjîma xwe bikar bînin. Bêyî ku ev hêza gel di ferqê de be ka hedefa van melayan çi ye, guh didan şîarên wan yên vala. Gelên Îranî êdî fetisî bûn, dixwestin nefes bigrin û dawî li vê sîstema monarşî, nasyonalîzm a desthilat bînin. Gel ji bo serxwebûna xwe têkoşîn dikir. Lê zêhniyeta mezhebperest ya di bin navê dînê îslamê de dagirkeriya xwe cî bi cî dikir.

Şoreşa gêlan ya 1357, dest pê kir, di zanko û medreseyan de, di bazar û cîhên kar de, her cî bû serhildan û şîarên îstiqlal û azadî hatin avêtin. Gel ji bo azadî û bihevrabûyînê bedîl dida, hêza ku hêvî dida, cesaret dida û bi îdea pêşengtî dikir jin bûn, ji ber ku jin neslê ku herî zêde hatibû perçiqandin bûn.

Hedefa vê şoreşê yekbûna gelan di nav jiyaneke azad û wekhev da avakirin bû. Mafdayîna, netew, bawerî û azadiya jinan bû. Bi van îdeayan dawî li sîstema Şahenşahî hat.

Roja ku Xumeynî hat, şoreşa gelan veguherî komara îslamî, zêhniyeta feqî ya melatî xwe bi sazî kir û rûyê wan ê rast derket ber çavan. Yê ku destpêkê bûn qurbaniyên esasî; jin û netewên ne Fars bûn. Gelê Kurd ku bi salan bû dihat înkarkirin, bi qetlîamên fizîkî û çandî re rû bi rû ma. Bi devê Xumeynî weke kafir hatin destnîşankirin û qetilkirina wan rewa hat dîtin. Bi vê zêhniyetê kesayetê bi navê Xelxalî şandin Rojhilatê Kurdistanê û dest bi qetlîaman kir. Kesên bêguneh hatin tîrbarankirin. Bi sedan jin hatin girtin û di zîndanan de hatin îşkencekirin û tecawizkirin. Jinên di ehzabên çep de, di hemû beşên jiyanê de pêşengiyeke mezin a vê şoreşê kiribûn. Cardin rastî bêheqiyeke mezin a mêrsalar  dihatin. Ji bo wê jin ketibûn nav şoqeke ku nedixwstin bawer bikin. Bedîlên mezin dabûn, nedixwestin ji daxwaza mafên xwe paşkêşî bikin. Mafê jinan ê xwezayî ku bi berxwedanî bi dest xistibûn jî, ji wan dihatin stendin. Jinên Îranî cardin daketin kolanan û nerazîbûn li dijî qanûnên Xumeynî nîşan dan. Her wiha dema Xumeynî hîcaba îcbarî bo jinan îlan kir û got pêwîst e hemû jin li gorî vê hereket bikin, nerazîbûnên jinan xurt-tir bûn. 5 roj jin li ser piya bûn ku ev mafê wan ê xwezayî ji wan neyê girtin. Heman sal ku jinan xwe ji bo 8’ê adarê hazir dikirin, Xumeynî şevekê berê bangewazî dike dibêje; “Jin pêwîst e sibê di îdarêyên dewletê de bi hîcab tevbigerin û derveyî şerîetê hereket nekin.”

Îtirazê jinan  berfireh bi sê merhela di sala 1357, 58 û 59 berdewam pêk hatin. Lê tu bersiv negirtin û dawî de jin hatan bêdengkirin. Jin, netew dema li hember van qanûnan derketin, weke dij bi şoreş hatin binavkirin. Weke ku dij bi îslam derketine hatin gunehbarkirin û bi cezayê giran hatin mehkûmkirin.

Derxistina qanûnuna keşfa hîcab a Riza Şah û hîcaba îcbarî ya Xumeynî her bi yek zêhniyetê ne. Her du jî di şexsê jin de desthilatiya xwe hakim kirine. Heta mafê xwezayî yê jinan ên cil û berg berkirin ji wan tê girtin û êdî jin wê çawa jiyan bikin, çawa tevbigerin, zêhniyeta mêrsalar a jinkuj diyar dike. Êdî hemû şêwazên li derveyî mirovatî li ser jin hatin meşandin. Rejîma Îranê bîrdoziya xwe ya netewperest bi mezhebê şîagerayî bi sazî kir û dîktatoriya xwe bi ser gelan da meşandin. Herî zêde şexsê jin kirin hedef û di şexsê jin de her reng û netew mehkûmî qetlîamê kirin. Jin di zîndanan de bi kiryarên derveyî mirovatî hatin îşkencekirin. Bi sedan jin hatin tecawizkirin û di warê piskolojîk û fizîkî de şerekî taybet li ser malbatên wan hatin meşandin. Wisa xwestin ku jin, ciwan û gelan bêdeng bikin û teslîmî zehniyeta xwe ya faşîst bikin. Qada siyasî, aborî û civakî ji bo jinan teng kirin. Jin muhtacî zêhniyeta mêrsalar kirin. Ev rêjîm hewil da alternatîf wek zêhniyeta xwe ji bo jinan ava bike û wisa entegreyî sîstema xwe bike. Sîstema besîcî derxistin û jin di xizmeta desthilatiya xwe de dan şerkirin. Bi mêjiyê zilam jinan perwerde dikin û jin dij bi jin didin şerkirin. Yanê bi fizîkî jin e, lê bi zêhnî dixin zilam, jin ji xwezaya wê dûr dixînin.

Ev sîstem her çû kûr bû û niha her roj bi navê hîcab, di bin navê exlaqê civakê de jin di kolanan da, di saziyên kar de her car bi şêwazên cuda rastî êrîşên zêhniyeta mêrsalar tên. Asîda ku dirijînin rûyê van jianan yek ji wan şêwazê wehşiyane yê rêjîmê ye. Di rastî de ne rûyê wan, dixwazin mêjiyê jinan asîd bikin. Ji ber ku ji fikir û felsefa jin ya jiyanê pir ditirsin.

Berhema dîktatoriya van 40 salan ji bo jinan, îşkence, îdam, tecawiz, fihûş û bêkarî bû. Bi hezaran jin bê cî û bêkes man û di kolanan de radizan, madê huşber pêşkêşî jinan kirin. Wisa pêl bi nirxê civakê kirin û exlaqê civakê lewaz xistin. Ev pir bi hedef û siyeseteke kûr kirin. Fihûş bi zanebûn di nav jinan da pêş xistin, heta bi navê dîn, ev şêwaz wek sîxe resmî kirin û wisa jin ji nirx û exlaqê civakê dûr xistin. Bi navê exlaq bêexlaqiyeke mezin pêş xistin. Di van salan de tecawiza ser jinan bi sîstematîk hat meşandin. Ev jî piranî bi destê rayederên rêjîmê pêş ketin. Jinên ku li hember tecawizgerê vê rêjîmê parastina xwe kirin, hatin gunehbarkirin û hatin îdamkirin. Reyhane Cebarî yek ji van qurbaniyan bû. Ferînaz Xusrewanî ji ber tecawizkarê vê dewletê xwe ji otêla çarsitareya Mahabat de avêt û teslîmî vê zêhniyeta tecawizger nebû, şerefa xwe parast. Kesên ku nerazîbûn nîşan dan hatin îşkencekirin. Ev tecawizger jî hat xelatkirin.

Her wiha bi sedan zarok bûn qurbanî. Bêyî ku bi wateya jiyanê bihesin, jiyan ji bo wan bu jehr. Nimûna herî dawî bûyera ku li Sîstan û Belûcistan rû da. Tecawûza 40 jin di heman wext de pir bi sîstematîk û bi hedef bû. Tabî di şexsê jinê de giştî civak tê hedefkirin, bi exlaqê civakê tê lîstin. Jinan di her warî de bê parastin dihêlin. Zewaca di temenê biçûk de ku daxistin 13 salî, polîtîkayeke taybet ya li dijî jin e. Bêy ku ev zarok bikaribin derheqê jiyana xwe de qerar bidin, bêy ku ev zanist pêş bikeve, jiyaneke kabos pêşkêşî wan dike, wan dixe nav bîreke kor ku nema bikarin derkevin. Baş e çima heta 18 salî nikarin heqê wan î hilbijartin û dengdanê hebe? Ji ber ku ew asta ku kî hilbijêrin çênebûye, lê di 13 salî de dibêjin dikarin têkevin nav berpirsiyariyeke ew qas kûr. Heqê întixab ji bo jin di malbat de bav e, hevjînê wê ye û qanûnên ku bi zêhniyeta welayetî feqî hatiye avakirin e. Ji bo wê ev çend car in piroja ku zewaca di temenê 13 salî de ji holê rabe pêşkêşî dêwletê tê kirin lê tê redkirin. Ji ber ku naxwazin yek tavîzê biçûk di van qanûnên dîktator da bidin. Bêgıman di vir ne tenê keç, di heman wext de zarokên kur jî dibin qurbanî û ji wateya jiyanê mehrûm dimînin.

Di van salan de berxwedanî û têkoşîna jinan jî ranewastiyaye, çiqas hatibin pirçiqandin jî lê tu car serî ji vê sîstema dij bi jin re netewandine. Nimûne bi sedan jinên ku di zîndanan de berxwedanî kirin û qada zîndanê kirin cîhê têkoşîna radîkal hene. Şirîn Elemholî bi berxwedaniya xwe ev zêhniyeta dagirker parçe parçe kir. Bi şîaraku “hûn dikarin canê min bigrin, lê şerefa min, fikr û ramanên min bi tu awayî” mohra xwe li dîrokê da. Bû sembola berxwedanî ji hemû jinên Îranî re. Her wiha Zeynep Celaliyan bi vê felsefê bi salan e li hember van desthilatan berxwedanî û pêşengtî dike. Her wiha jinên siyasî ku parêzvanên daxwazê jinan û zarokan in, bi cezayên giran hatin mehkûmkirin.

Jinên weke Atêna Dawîmî, Golrox Îrayî, Nergês Mohemedî û Nesrîn Sitode û bi sedan jinên din îro li hember vê zêhniyetê berxwedanî dikin. Kampanyayê ku jinan ji bo mafên xwe yî xwezayî, weke dij bi hîcaba îcbarî, mafên verzîşî û hunerî pêş xistin, watedar û derxistina dengê jinan dij bi vê sîstemê bûn û berdewam in. Ji ber van daxwazan bi dehan jin zîndanî û koçber bûn. Lê jinan bedîl dane berçavan, ji ber ku jinan di dîrokê de bi berxwedaniya xwe bedîl dane û gihîştine serkeftinê. Di van salên dawî de jî neslê herî radîkal ku pêşengiya serhildanan kiriye jin bûne. Jin her tim cesaret, hêvî û ruhê berxwedanî û têkoşînê daye gelên Îranî. Jin êdî tu hêviyên wan ji van desthilatan nemaye û pir bi zanist daxwaza rûxandina vê rejîmê dikin.

Jinên Îranî bedêlên mezin dane, ji her kesî zêdetir heq kirine ku azad bijîn. Êdî dema wê hatiye, belkê gîhandina 40 salî bi wateya gihîştîbûn (balixbûn) de tê nirxandin û desthilat pir bi vê serbilind û piropaganda dîktatoriya 40 salan a vê rejîmê bikin jî. Ji ber ku bi van piropagandan dixwazin xwe bixapînin û xwe bihêz bidin nîşandan. Lê êdî nikarin xwe ji vê bombesta heyî rizgar bikin. Dema bi dawî hatina ev  40 salê ku rejîm bi qetlîaman û perçiqandina gelan xwe li ser piyan girtiye hatiye. Êdî gel û jinên Îranî xwedî wê tecrûbê ne ku bo kê şer bikin û wê bi têkoşîna xwe şoreşa gelan ava bikin dizanin.  Çawa dengê gel bû yek û dîktatoriya Şahenşahî rûxiya, wê ev car daha bi zanist û bi îradeya gelan dîktatoriya faşîst ya welayetî feqî birûxe. Dema hêza gelan, hêza jinan bû yek, tu desthilat nikare li pêşiya pêlên şoreşgerane bibe asteng.

Jinên kurd jî vî deriyê berxwedanî û têkoşînê her roj firehtir û xurt-tir dikin. Di her warî de xwe rêxistin dikin û dengê azadiyê bilindtir dikin. Jinên Kurd jî bedîlê mezin di van 40 salan de dan û bo wê îro bi zanist xwe rêxistin dikin û pêşengiya jiyaneke azad û wekhev bo gelên Îranî dikin.

Em weke Komelgehî Jinanî Azad a Kurdistan KJAR jî bi sîstema konfederal ya jinê, bi pêşengiya jinên kurd, di warê siyasî, rêxistinî û parastina cewherî de pêşengtî dikin. Bêyî ku ferq têxe nav jinên Kurd, Fars, Belûc, Efxan, Azer de  dibe dengê hemû jinên îranî. Bi baweriya ku wê ev serdem bibe serdema azadiya jinan, yekbûyîn û yek-kirina dengê jinan, hesabê 40 salan ji dîktatoran were xwestin tê têdikoşin.

Komelgeha Jinên Azad ya Rojhilatê Kurdistan

KJAR

12.2.2019