ŞIRÎN ELEMHULÎ

Despêk1396/1/9

Hevlbestek ji bo bîranîna Şîrîn Elemhûlş Nûd Bêrîvan

Ey împaratorîya tirsê vaye ku ez gav bi gav berbi teve têm. Tû lewazî ji bêndên xwe yên qirêj û bawerî baş  zanibe ku wan maskeyên derew yên li ser ruyê te hilweşînim, hûn gunehên xwe li ser digrin û dibin perdeya reş de vedişêrin. Ez Kurdim û zimanê min kurdiye bi vê serbilindim. Ne zora we ne jî îşkenceya we nikare vê rastiyê winda bikin ji ber ku ez Kurdim û jinim hûn min sêdare dikin, di zanim hûn ji vê hêzê ditirsin. Ev hêz ber bi azadiyê ve di herikin. Tû  kes nikare vê herikînê rawestîne belkî îro Şirîn tê darvekirin lê şehnazim ku di zanim bi dehan Şirîn wê şitil bidin.

Rêberê min: Ey ronahiya ku bûye hêviya çonên bendewar. Dilên ku bi hesreta azadiyê lê didin û bi bask dibin, bilind di firin berbi asoyên bê dawî ve diçin.